În, 14 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji bo Nureddîn Sofî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn
Rojava

Ji bo Nureddîn Sofî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn

Ji bo yek ji pêşengên şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ku di êrîşa dewleta Tirk a di 2021’an de şehîd bibû, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Cenazeyê Nûreddîn Sofî ku di 6`ê Nîsana 2021`an li herêma Garê şehîd bûbû û 11`ê Tebaxê ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG`ê ve şehadeta wî hatibû ragihandin, 12 Tebaxê bi tevlîbûna hezaran kesan li Qamişloyê hate veşartin.

Piştî merasîma li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan, îro li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn.

Bi deh hezarên kesên ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmenan pêk dihat, serdana konên sersaxiyê kirin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna Fermandar Sofî re anîn ser ziman.

Li bajarên Hesekê, Til Temîr, Dirbêsiyê, Til Berak, Şedadê, Girke Legê, Tirbespiyê, Amûdê û Çilaxa yên Kantona Cizirê û li kantonên Reqa û Tebqayê konên sersaxiyê hatin danîn.

Saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û nûnerên saziyên leşkerî di sersaxiyan de îşaret bi têkoşîna dem dirêj a Fermandar Sofî kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Fermandar Sofî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên herêmê têkoşiyaye.

HESEKÊ

Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî li taxa Nasra ya bajarê Hesekê konê sersaxiyê hat vedan. Endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî û bi sedan şêniyên Hesekê tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed sersaxî da malbata şehîd û bixêrhatina şêniyan kir.

Gulê behsa kesayet û têkoşîna fermandar Nûreddîn Sofî kir û got: “Şehîd Nûreddîn Sofî li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn meşand. Em gelê herêmê bi şehadeta te xemgîn in û bi têkoşîna te serbilind in..”

Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Dêrsîm Hesekê axivî û got: “Fermandar Nûreddîn Sofî di salên dirêj de li her çar parçeyên Kurdistanê derbeyên giran li dijmin dida. Li hember siyaseta înkar û îmhayê di warê leşkerî û siyasî de roleke girîng lîst. ” 

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Telat Yûnis jî di axafttina xwe de behsa kesayet û berxwedana Fermandar Nûreddîn Sofî kir û destnîşan kir ku ew ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Ereb, Suryan, Ermen û Turkmen jî heya dawî tê koşîyaye.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temrê yê kantona Cizîrê, bi sedan şênî ji bo sersaxiyê ber bi Hola Meclîsa Malbatên Şehîdan ve çûn.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, serokên eşîran, malbatên şehîdan û şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temrê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Leşkerî ya Til Temrê û Kongra Star axaftin hatin kirin. Di axaftinan têkoşîn û fedekariya şehîd Nûredîn Sofî hat vegotin.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, merasîm li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Şêniyên bajr, malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên partiyên siyasî li merasîmê amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê saziyên beşdar axaftin hatin kirin. kesên ku axivîn soza şopandina şopa şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê dan.

TIL BRAK

Li bajarê Til Brakê jî, bi sedan şênî  ber bi konê sersaziyê yê li ber Navenda Çand û Hunerê ya li rojavayê bajêr hat vedan ve çûn.

Beşdaran dan zanîn ku şehîd Nûredîn Sofî ne tenê navek bû, lê çîrokeke jiyanekê ya bêhempa bû ku li kolanên Qamişlo dest pê kir û heta çiyayên Kurdistanê dirêj bû.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, Meclîsa Malbatên Şehîdan gone sersaxiyê li goristana Şehîdan veda. Bi sedan şêniyên bajar û navçeyên Merkeda û El Işêra amade bûn.

Nûnerên saziyan di axaftinên xwe de soza domandina rêya ku şehîd Nûredîn Sofî dest pê kiribû, dan.

Merasîmên sersaxiyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bûn.

GIRKÊ LEGÊ

Xelkê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Nûreddîn Sofî. Konê sersaxiyê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê hat vedan.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Zozan Ereb axivî. Zozan behsa têkoşîna şehîd û rola wî di parastina gelan û pêkanîna rêgezên neteweya demokratîk kir.

Li aliyekî din jî hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî bi vîna xwe ya pola û moralên xwe yên bilind wateya berxwedana rast îsbat kir.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Eror Fayiz Xelîl jî axivî û destnîşan kir ku şehîd yek ji stûnên Şoreşa Rojava bû û fermandarê ku jiyana xwe kir xizmetî gelê xwe û parastina destkeftiyên şoreşê, heta di şert û mercên zehmet de jî mînaka lehengiyê bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê, konê sersaxiyê li pêş Parka Şehîdan a li rojavayê bajêr hat vedan. Xelkê pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan berê xwe da konê sersaxiyê û sersaxî da malbata şehîd.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir jî bal kişand ser rola şehîd di pêkanîna yekkirina pêkhateyên herêmê û xurtkirina têkiliyên civak û leşkerî de.

Li aliyekî din jî endama Kongra Star Xaliye Ehmed anî ziman ku wê şehîd bimîne mînaka kesayetê şoreşger û têkoşer ê ku jiyana xwe kiriye xizmetê doza gelê xwe.

Endamê têkiliyan a QSDˊê li Tirbespiyê Seyid Koçer re jî axivî û diyar kir ku ew ê armancên şehîdan ên Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku mafên tevahî pêkhateyan misoger bike, pêk bînin.

AMÛDÊ

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarê wê, endamên saziyên civaka sivîl, meclisa leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Nûreddîn Sofî. Kon li Qada Jina Azad hate vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zîwer Elî axivî. Elî behsa têkoşîna siyasî û leşkerî ya şehîd a li çar parçeyên Kurdistanê kir.

Dûre endamê PYDˊê yê kantona Cizîrê Silêman Ereb axivî û got şehîdbûna fermandar Nûreddîn Sofî ji bo gelê Kurd xisareke mezin e.

Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Amûdê Berxwedana Bîco bal kişand ser mohra têkoşînê ya ku şehîd ji dema qonaxên destpêkê yên damezrandina YPGˊê ve hêlaye.

Endamê Saziya Olî ya Amûdê Mezher Şêxo amaje bi fedakariya şehîd ji bo welat û gelê xwe kir û ew bi fermandarê mezin bi nav kir.

Endama Kongra Star Mura Zoro jî got şehîdbûna fermandar Nûreddîn Sofî xisareke mezin e û di Şoreşa Rojava de şopek eşkere hişt.

ÇILAXA

Gelê Çilaxa berê xwe da konê sersaxiyê yê li Navenda Meclisa bajêr a li taxa Resafa hatiye vedan. Şênî, komîn û endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî di konê sersaxiyê de amade bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Xezne Temo pesna rêwîtioya têkoşînê ya şehîd Nûreddîn Sofî kir. Rêwîtiya wî ji çiyayên Kurdistanê  ji bo parastina gelê xwe li hember qirkirinê heta bi birêxistinkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest pê kir.

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Çilaxa Mihemed Herbîd diyar ku ku wê navê şehîd bi tîpên zêrîn di dîrokê de bê nivîsandin û têkoşîna wî, dê di bîra her azadîxwazek de zindî bimîne.

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Îmad El Sehin axivî û destnîşan kir ku şehîd Nûreddîn Sofî mînaka wefadariyê bû. El Sehin got şehîd jiyana xwe kir xizmetî bidestxistina azadî, parastina rûmeta gelê xwe û tevahî mirovahiyê.

REQA

Bi sedan xelkê bajarê Reqa, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, hevserokên Rêveberiya Xweser û Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, PYDˊê, meclis, komîn, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Edaleta Pêvajoya Veguhêz. Amade bûn. Kon li Meclisa Malbatên Şehîdan hat vedan.

Di merasîmê de ji fermandarên QSDˊê Mehmûd Qermoq anî ziman ku şehîd Nûreddîn Sofî ji damezrînerê YPGˊê bû, fermandar û mamosteyekî mezin bû. Di têkbirina DAIŞˊê de ji Eyn Îsayê heta bi Baxozê cihekî girîng girt.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî fedakariyên şehîd silav kir û got şehîd Nûreddîn di meydan û siyasetê de fermandarekî cuda bû û di damezrandina Rêveberiya Xweser de cihekî sereke girt.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Tirkan got şehîd Nûreddîn Sofî meşaleya li asîmanê azadiyê û hêviyê ye.

TEBQA

Li goristana şehîdan a bajarê Reqayê konê sersaxiyê yê şehîd Nûreddîn Sofî hat vedan. Bi sedan xelkê bajêr, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, meclis û desteyên girêdayî wê, tevgerên jinan û ciwanan, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, hêzên ewlekarî û leşkerî, koçberên Efrîn û Şehbayê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê, hevserokê Meclisê Mehmûd El Sayil axivî. El Sayil got “Şehîd Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa di oxira doza gelê xwe de fedakariyên mezin da.

El Sayil diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî sembola fedakriyê bû û têkoşerê bi salan bû. Li çiyayên Kurdistanê û qadên berxwedanê geriya. Fermandarê qadên şerefê bû.

Di dawiyê de sînevîsyonek li ser têkoşîna şehîd hat pêşkêşkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
Nûçeya Pişt re Li Başûrê Ewropayê ji ber germa dijwar daristan dişewitin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel hatin ba hev

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Cemal Kavak, Kadrî Yilmaz û Rojhat Ozdel ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Wanê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî dan û meşiyan

TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de di hevdîtina jinan ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Newroz semboleke neteweyî ye û em ê li binarê Qendîlê pîroz bikin’

Endama Tevgera Azadiyê Sara Rezayê têkildarî Newroza îsal wiha got: “Newroz semboleke neteweyî ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê mayîn bi erebeya QSDˊê de teqiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

316 xwendevanên Zanîngeha Kobanê derçûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?