Di çarçoveya hewldanên ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên şêniyan de, saziyên xizmetguzariyê yên kantona Cizîrê 8 nanpêjxaneyên nû vekirin. Armanca vê yekê ew e ku pêdiviyên jiyana şêniyan zêde bike, bi taybet ji ber şert û mercên awarte û rewşa seferberiya giştî.
Bi vekirina van nanpêjxaneyan re, hejmara nanpêjxaneyên ku li kantonê dixebitin gihiştiye nêzîkî 160 nanpêjxaneyan.
Her wiha Meclisa Aborî û Çandiniyê, bi hevkariya Komîteya Nanpêjxaneyan, ji bo ku nanpêjxaneyên taybet bikarin 24 saetan bixebitin, mazot li nanpêjxaneyan belav kir.
Li aliyekî din li bajar û bajarokên kantonê komîteyên awarte hatine avakirin da ku rewşa li ser erdê bişopînin û dema ku hewce be zû têkevin nava tevgerê.
Der barê mijarê de endama rêveberiyê ya Nanpêjxaneya Çinar a li taxa El Salihiyê ya bajarê Hesekê Esmehan Ebdilxefûr diyar kir ku nanpêjxane ji saet 07:00’an heta 19:00’an dixebite û da zanîn ku deriyên nanpêjxaneyan ji bo welatiyan vekirî ne da ku hewcedariyên xwe yên nan peyda bikin.

