Li bajarokê Comaniyê yê navçeya Xana Hawêl a Sêrtê li dijî dorpêç û êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, meş hate lidarxistin. Meş li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê destpê kir û heya Qada Şêx Îbrahîm dewam kir. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina mîrovahiyê ye. Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e. Nayê teslîmgirtin” hate vekirin. Dirûşmeyên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Kujer Colani” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Piştî meşê Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş axivî û got, hêzên QSD’ê bi salane li dijî DAÎŞ’ê û zihniyeta wê têdikoşin.
Sebahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku armanca êrîşên li ser Rojava, fetisandiya paradîgmaya li wir e û got, “Em ê ji bo zindîkirina vê paradîgmayê, çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku ev polîtîkayên qirêj tune dibin, em ê li qadan bin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

