Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Qoserê Newroza herî bi heybet a salên dawî
Kurdistan

Li Qoserê Newroza herî bi heybet a salên dawî

Navçeya Qoser a Mêrdînê şahidî yek ji pîrozbahiyên herî bi heybet ên Newrozê yên salên dawî re kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bang li dewletê kir ku gavê biavêje û nexşerêya xwe eşkere bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran kesî Newroz bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de ku li qada Otogarê pêk hat, girseya gel bi nîşaneya serketinê dirûşma ‘Bijî Newroz’ qîriya.

Weke bajarên din li Qoserê jî qada Newrozê bi kincên gelêrî yê girseya gel xemilî. Newroza îsal bû yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî.

Di pîrozbahiyê de posterên Rêber Apo û yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan hate hildan. Her wiha wêneyên Cîhat Turkan (Çiyager) û Mahsûn Korkmaz (Egîd) hatin hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê komîteya amadekar Hevserokê Navçeyê yê DEM Partiyê Abîdîn Ûnay axivî.

Piştre Wekîla DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Ferhat Kûrtay û hevalên wî dema ku Ferhat Kûrtay û hevalên xwe bi çirûskekê bedena xwe dan ber agir, dizanîbûn ku wê çirûsk belav bibe. Îro ew çirûsk di dilê milyonan de ye.” Aydenîz ku axaftina wê gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat qutkirin wiha berdewam kir: “Vî gelî bi salan berdêlên mezin da. Bi saya van berdêlê em hatin vê rojê. Lê belê çawa ku em dev ji têkoşînê bernadin, hikûmet jî êrişên xwe yên li hemberî me nasekinîne. Lê em ji vir dibêjin; em ê hemû êrişên wan vala derxin.”

Salîha Aydenîz qetilkirina malbateke ji 9 kesan ku 7 jê zarok in li Kobanê hat qetilkirin bibîr xist û ev êriş şermezar kir û wiha got: “Divê ev êriş di dema herî nêz de bê ronîkirin. Van rojan dengên provakasyonê tê guhê me. Her gava ku ji bo aştî û azadiyê gavek tê avêtin, provokasyon rû didin. Ji bo vê jî divê dewleta Tirk vê êrîşê ronî bike. Ev ne pirsa parastina sînoran e, ev êrîşeke duyemîn a Roboskî ye, komkujiyeke duyemîn a Parîsê ye. Pêwîste di zûtirîn demê de zelal bibe.”

Saliha Aydenîz diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirk û Rojhilata Navîn e û wiha got: “Em amade ne. Ez meraq dikim ka ew jî amade ne? Gel, ciwan û jinên Qoserê, em li cem birêz Ocalan in. Ocalan mîsyona herî mezin daye jin û ciwanan. Em weke ciwan, weke jin ji vê pêvajoyê re amade ne. Ji bo pêkanîna demokrasiyê, ji bo aştiyeke bi rûmet, ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hev re û bi hev re bijîn, em ê vê banga dîrokî xwedî derdekivin û dê bigihêje armanca xwe. Em ê vê pêvajoyê baş fêm bikin da ku em rola xwe bilîzin. Ji ber ku em ji xwe, ji sekna xwe û Rêberê xwe piştrast in. Em bi wî bawer in. Eger em vê bangê hembêz bikin, divê were zanîn ku birêz Abdullah Ocalan wê azad bibe, ew ê azad bibe.”

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî, komkujiya li Kobanê şermezar kir û wiha got: “Dema em li vir ji bo aştiyê têdikoşin, li cem me gelê me, birayên me û hemwelatiyên me qetil dikin. Wezîrê Parastinê derdikeve û dibêje ku ew ê destûrê nede ti kes pêvajoyê sabote bike. Lê yên ku sabote dikin ew in. Îro li her dera Kurdistanê mirov tên kuştin. Em vê siyaseta durû qebûl nakin. Eger hûn samîmî bin, dest ji van kirinan berdin.”

Bayindir bal kişand ser komkujiyên li dijî Elewiyan bi avakirina hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê re û wiha axivî: “Eger li Sûriyeyê pêşerojeke demokratîk hebe, wê bi modela Rojava re be. Ji bilî vê modeleke ku bi kêrî gelên Sûriyeyê were nîne. Ji bo vê jî divê hemû cîhan piştgiriyê bide Rojava. Modela Rojava modeleke însanî, exlaqî û azadiyê ye. Eger Tirkiye wê pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi hemû cîranên xwe re li ser şert û mercên baş be. Li dora wî mirovên Kurd hene. Ji ber vê yekê em dibêjin gelê Kurd dê banga Birêz Ocalan hembêz bike. Demeke kin piştî banga Birêz Ocalan, di nava saetan de ji aliyê Kurdan ve gavek hat avêtin. Niha pêwîst e dewlet gav bavêje.”

Bayindir bi lêv kir ku gelê Kurd girîngiyê nade axaftinên ji hêla desthilatdariyê tên kirin û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze. Gelê Kurd dixwaze birêz Ocalan di nava xwe de bibîne. Di televîzyonan de diçin dibêjin bila PKK çekên xwe deyne. Wezîrê Dadê wiha dibêje. Wezîrê Dadê, karê we ne ew e ku hûn bang li PKK’ê bikin ku çekan deyne. Bi hezaran hevalên me hene ku bi rengekî neheq li girtîgehan hatine girtin. Neheqî li her derê zêde dibin. Eger ji bo PKK’ê banga çekdanînê were kirin, yê ku ev kir Birêz Ocalan bû. Ev ne karê te ye.”

Bayindir polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: “Dest ji siyaseta xapandinê berdin. Rêbaza we ji bo çareseriyê çi be, pêşniyara we ya çareseriyê çi be? Nexşerêya xwe rave bikin.”

Bayindir, diyar kir ku ew ê peyama “Abdullah Ocalan, em bi milyonan li pişt we ne” bidin. Bayindir axaftina xwe bi pîrozkirina Newrozê careke din bi dawî kir.

Piştî axaftinan ciwanan agirê Newrozê pêxistin. Her ku agirê Newrozê hate pêxistin girseyê bi slogana; “Biji Serok Apo” coşa xwe anî ziman.

Pîrozbahiya Newrozê bi derketina ser dikê ya Banda Awesta dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QOSER

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê daxwaza jinûve darizandina gerîlayê HPG’ê hate redkirin
Nûçeya Pişt re Li navçeyên Amedê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta Îmraliyê wê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikin.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên şervanên QSD’ê li Şedadê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD'ê yên ku di 31'ê Tîrmehê de di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Tolhildan: Armanc ji êrîşan dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye

Rojnamevan Demhat Tolhildan anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşan plan dike ku tevahiya Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?