Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were
Jin

Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

Jinan li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojîn Kabaîş ê ku beriya salek hate qetilkirin, daketin qadan. Jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” edaletê xwestin û li dijî parastina kiryar û tarîkirina dosyayê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Pirsên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî didomin.

Bi wesîleya salvegera wê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin lidarxistin de banga dîtina kiryarên mirina biguman û şikandina zincîra bêcezatiyê hate kirin.

AGIRÎ: DARAZ BÊDENG BÛ, EM BÊDENG NABIN

Siyasetmedar û rêxistinên jinan tevlî meşa li Agiriyê bûn. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partî ya bajêr li hev civiyan, pankarta, “Daraz bêdeng bû, lê em ê bêdeng nebin. Em banga mezinkirina têkoşînê li dijî pergala ku delîlan tune dike, dikin” vekirin.

Girseya ku bi dowîzên “Kiryar diyar in edalet li ku derê ye” ber bi Kolana Cumhuriyetê meşiyan, dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Neparêze, kiryaran bidarizîne” berzkirin.

Çalakvana TJA’yê Dîlan Boşboga piştî meşê axivî û wiha got: “Ev pêvajo encama piştguhkirinên daraz û pergala serweriya mêr e. Tarîkirina delîlên têkildarî mirina Rojîn, nîşaneya bêcezatiyê ye.”

ŞIRNEX: DNA’YÊN LI SER LAŞÊ ROJÎN YÊ KÎ YE?

Di daxuyaniya li Kolana Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê de pankarta, “Kujer diyar in, edalet li ku derê ye?” hate hilgirtin.

Çalakvana TJA’yê Nafiye Geçgel metna daxuyaniyê xwend. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal jî wiha got: “DNA’yên li ser laşê Rojîn yê kî ne? Heta ku ev neyê ronîkirin, edalet pêk nayê.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

ÊLÎH: JI BER KU KIRYAR TÊNE PARASTIN, ROJÎN NE LI GEL ME YE

Li Êlihê daxuyaniya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partî û TJA’yê de pankarta “Daraz bêdeng bû, em ê bêdeng nebin! Kujerên Rojînê çima tên parastin?” hatin hilgirtin.

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk wiha got: “Ev polîtîkayê şerê taybet jinan hedef digire. Bavê Rojînê got, ‘Keça min xwe nakuje’ lê kes nebihîst. Waliyê qeyûmê bi gotina ‘xwe kuşt’ xwest qetlîamê veşêre.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştinên jinan polîtîk e” bi dawî bû.

AMED: HETA KU JI BO ROJÎN EDALET PÊK WERE LI QADAN BIN

Rêxistinên jinan, xwendekarên zanîngehê, rêxistinên partiya sivîl û STO’yan li Amedê li Qada Şêx Seîd der barê ronîkirina mirina biguman a  Rojîn Kabaîş de çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên ‘ATK kê diparêze’, ‘Ji bo Rojînê Edalet’ berzkirin.

  Hevala Rojîn Kabaîş, Cemîle Eren daxuyanî xwend û da zanîn ku Rojînê întîxar nekiriye û got: “Bêdeng nemînin. Bi bêdengiyê em parçe parçe belav dibin. Êdî bes e. Em ji bo Rojînê li virin. Em ê her tim li vir bin.”

 Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Zelîha Taşkiran di çalakiya der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got ATK’ê agahî veşartine û got: “Rapora otopsiyê 28 rojan hat sekinandin û bi malbat û parêzeran re parve nekirin. Di otopsiyê de DNA’yên aydê du mêran hat dîtin lê nehat tespîtirin ku aydê kê ne û li kîjan beşa beden hatine dîtin. Ev salek bû nehat aşkerakirin û hewl dan serê dosyayê bigirin. Ev saleke em Rojînê dipirsin. Me Rojîn jibîr nekir. Divê îhtîmala êrîşa zayendî bi bandor bê lêkolînkirin. Hewl didin me bêdeng bikin. lê em ê têkoşîna we bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

EDENE: EM PÎROZIYA JIYANA JINAN DIPARÊZIN

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, TJA li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan daxwaza ronîkirina qetilkirina Rojîn Kabaîş û cezakirina kujeran kirin.
Aktîvîsta TJA’yê Şukran Efeturk got, “Eşkerekirina rastiya ku di laşê Rojîn de veşartî ye tê wateya parastina pîroziya jiyana jinan. Em ê bi dengê Rojîn li dijî tarîtiya serdest a mêran li ber xwe bidin.”

RIHA: SÎSTEMA BÊCEZATIYÊ HER ROJ JINAN QETIL DIKE

Platforma Jinan a Rihayê li ber Parka Novada daxuyanî da û pankarta “Çi bi serê Rojînê hat? Ji bo Rojînê edalet!” hilda.

Li ser navê platformê Seval Ûçar axivî û got, “Rojîn yek ji wan jinan e ku her roj ji hêla pergala bêcezatiyê ve tê qetilkirin. Cînayetên jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek sîstemîk e.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Em bêdeng nabin, natirsin, îteat nakin” bi dawî bû.

WAN: XWENDEKAR HETA ATK’Ê MEŞIYAN

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di roja sêyemîn a berxwedana ku ji bo ronîkirina qetilkirina Rojin Kabaîş dane destpêkirin de heta ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê meşiyan.
Xwendekaran li kampusê pankarta “Welatê me ne cihê windakirin û tinekirina jinê ye”, “Bipirse! Rastiyê derxe holê” û “Xweparastin hebûn e” çalakiya rûniştinê pêk anîn. Xwendekar ji ber ku nehiştin rojnamevan bikevin cihê çalakiyê, ew derketin derveyî kampusê û dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.
Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.

DÎLOK

Platforma Jinan a Dîlokê li Parka Balikliyê ya navçeya Şahînbeyê daxuyanî da û daxwaza eşkerekirina kujerên  Rojîn Kabaiş û hemû jinan kirin. Di daxuyaniyê de  pankart û dovîzên “Ji bo Rojîn edalet, ji bo her kesî edalet” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Ne edaleta mêran,  edaleta rastîn” hatin berzkirin.

Endama Platformê Sînem Erener got, “Ji bo qetilkirina Rojîn Kabaîş were ronîkirin, divê lêpirsînek serbixwe, şefaf, bêalî û  ji hêla parêzerên jin ve were şopandin bê destpêkirin. Em daxwaz dikin ku DNAya ku li ser cenazeyê Rojîn hatiye dîtin demildest bi raya giştî re were parvekirin. Em daxwaz dikin ku veşartina “mirinên gumanbar” ên qetilkirina jinan bi dawî bibe û hemû qetilkirinên jinan bi awayekî bêalî û bi bandor werin lêkolîn kirin.”

MÛŞ

Bi pêşengiya TJA’yê û beşdariya gelek jin û çalakvanên TJA’yê li Parka Zarokan a Ataturk a Mûşê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo rastî bên eşkerekirin em li qadan in! Binavkirina mirineke gumanbar a wekî ‘xwekuştin’ veşartina qetilkirina jinan e” hate vekirin. 
Endama TJA’yê Muşerref Dag di daxuyaniyê de axivî û got, “Bêdengî ne encama îhtîmaleke dadwerî ye, lê hilbijartinek sîstematîk a ji bo bêqîmetkirina jiyana jinan e. Di vê pêvajoyê de ne tenê delîl, mafê jiyanê yê Rojîn jî hatiye tarîkirin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Li Tertûsê cenazeyê jinekê hat dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta li ser sînorê Qamişlo: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!

Nobeta li ser sînorê Nisêbînê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê di 13ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berlînê Moskowayê bi ‘êrîşa sîber’ sûcdar kir: Wê encamên wê hebin!

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê, ji ber êrîşa sîber ku di sala 2023'yan de endamên…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dixwazin ji rewşa şer a bi dewleta Tirk û çeteyên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

3 dekanên Zanîngeha Firatê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Tertûsê cenazeyê jinekê hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?