Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo gerîlayê HPGˊê Şervan Şoreş (Heyder Mamo) ê ku di berxwedana Zapê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist. Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hat organîzekirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Elî El Şêx axivî û destnîşan kir ku bi hezaran têkoşer di oxira pransîbên pê bawer kirine, azadiya gel û welat de tev li karwanên şehîdan bûn.
El Şêx da zanîn ku pêvajoya têkoşînê ya demdirêj a ku Rêber Apo û şehîdan dest pê kiriye, ji bo misogeriya parastina destkeftiyan, divê ji aliyê civakê ve were temamkirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed jî got şehîdan di oxira garantiya azadiya civakî û welat de canê xwe feda kir.
Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman got, “Şehîd Şervan Şoreş nimûneya bêhempa bû, li çiyayên Kurdistanê fedakariyên mezin dan, bi hevrêyên xwe re berpirsiyariya dîrokî ya têkbirina dagirkeran û rizgarkirina welat hilgirtin.”
Hêvîn Silêman, destnîşan kir ku meşa serkeftinên ku bi fedakariya şehîdan pêk hatine dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo kiriye de, bidome.
Dûre wesîqeya şehîd Şervan Şoreş hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

