Duşem, 11 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Konferansa YRJ’ê bi dawî bû: Em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bêyî navber bidomînin
Rojava

Konferansa YRJ’ê bi dawî bû: Em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bêyî navber bidomînin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Konferansa xwe ya 4’emîn bi dirûşma “Bi Mezinkirina YRJ’ê Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jinê” li dar xist. Konferans bi hilbijartina meclîsa nû û daxuyaniyekî bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4’emîn, bi dirûşma “Bi Mezinkirina YRJ’ê Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jinê” li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. 

Piştî nîqaşên li ser xebatên rêxistinî û li ser rêziknameyê, hilbijartina meclîsa nû ya YRJ’ê pêk hat û 31 kes weke endamên meclîsê hatin hilbijartin.

Piştî meclîsa nû hat hilbijartin, xelat dan endamên berê yên meclîsê û encama konferansê bi daxuyaniyekî hat ragihandin. Daxuyanî ji aliyê rojnameger Zîlan Ebdo ve hat xwendin.

 Daxuyanî wiha ye;

 

“Bi şiyara “Bi Mezinkirina YRJ Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jin” me 4’emîn Konferansa xwe bi hêz û coşa ku em ji têkoşîn jinan digirin, bi tevlêbûnek berfireh di 08.11.2025’an de li Qamişlo li dar xist. Em konferansa xwe bexşî giyana hevala xwe Cîhan Bîlgîn dikin. Di şexsê Cîhan Bîlgîn de em hevalên xwe Nazim Daştan, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn, Azîz Koyluoğlu, Seyît Evran, Agît Roj, Argeş Serhed, Axîn Qamişlo, Avrîn Efrîn û hemû şehîdên ragihandina azad bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di demek ku li cîhanê, herêmê û Kurdistanê pêşketinên girîng rû didin de konferansa me pêk hat. Konferansa me bi rojev û nirxandinên berfireh ên ji bo xeta ragihandina alternatîf û azad bû bingehekî bihêz a biryardariyê.

Îro di asta cîhanî de bi destê pergala modernîteya kapîtalîst qeyrana aborî, siyasî, ekolojîk û civakî her ku diçe tê dijwarkirin. Şerê ku navgîna xwe Kurdistan, Suriye û bi giştî Rojhilata Navîn e, bi şerê Ukrayna-Rusya, Îsraîl û Hemasê ve her ku diçe berfireh dibe. Şerê ku di asta kurewî de tê pêşxistin, herî zêde zerarê dide jinan. Modernîteya kapîtalîst bi bilindkirina zayendîperestî, nijadperestî û olperestiyê li erdîngariya me bi destê hêzên cîhadîst, li dijî jinan, gelan, baweriyan, kêm-neteweyan û xwezayê komkujiyan pêk tîne. Rojnamvanên ku vê heqîqetê dişopînîn û bi raya giştî re parve dikin bi awayek hovane tên qetilkirin.

Civak bi krîzên piralî tê birêvebirin; bi rêya tundî, xizanî, koçberî, komkûjî û neçariyê tê bêzarkirin. Di bin siya şer de destdirêjiya li hemberî beden û nirxên jinê tê rawakirin, jiyan li derdora wê tê tengavkirin. Li şûna çareseriyek demokratîk polîtîkayên qirkirin, talan û şer her ku diçe tê gurkirin.

 Rêber Apo, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk sedemên krîz û qeyrana heyî, rastiya “Kujerê Qastîk” şêwazê ku ji bo afirandina pirsgirêkan bikar tîne bi awayek şênber danî holê. Ji bo derbaskirina qeyrana heyî, ji bo jiyanak azad têkoşîna jin wek alternatîf diyar kir û hêviyên xwe ji bo pêşengiya jin ya ji bo pêvajoyê anî ziman. Rêber Apo azadiya civakê di têkoşîna bi pêşengiya jin de pêkan e, dibîne. Konferansa me jî destnîşan kir ku serkeftina projeya azadiya jin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Li ser vî esasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat meşandin, pêşengî kirin erka xwe ya sereke dibîne.

Pênaseya ji bo kujerê qastîk herî zêde li ser erdîngariya Sûriyê piştrast dibe. Piştî hilweşandina Rejîma Baasê krîz û qeyrana li Suriyê kûrtir bû. Komkûjî, talan, koçberî û tûndî li hemberî hemû cûdahiyan, hemû qadên jiyanê pêk tê. Bi olperestî ya ku birdoziya bingehîn a netew-dewletê ye li tevahiya Sûriyeyê jin bi polîtîkayên revandin, qetilkirin, ji qada siyasî û civakî dûrxistinê re rû bi rû ne. Her wiha ji aliyê modernîteya kapîtalîst û hêzên herêmî ve hişmendiya navendîbûn li ser jinan û gelan tê ferzkirin. Ferzkirina navendîbûnê dijbertiya şoreşa jinan û neteweya demokratîk e. Li hemberî van polîtîkayan jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên Sûriye bi têkoşîna di rêya heqîqetê de, bi pênûsa xwe, bi pêyvên xwe yên ji aqil û hişmendiya mêr hatiye paqijkirin, dikarin xwedî li nasnameya xwe derkevin.

Konferansa me destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, hovîtiya DAIŞ’ê têk bir û bi perspektîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, li ser esasê komîn û meclîsan xwe birêxistin kir bû modela jiyana alternatî. Ji lewra herî zêde jin li derdora şoreşê kom bûn. Bi beşdariya jinên Ereb, Suryan, Ermen, Asurî, Keldanî Şoreşa Rojava bû şoreşa jinan û gelan. Bi hevpeymana jin, meclîs, akademî, hêza parastina cewherî û Rêveberiya Xweser ji bo hemû  jin û gelên li Suriyê bingehê pergala demokratîk ava kir. Jinên Durzî, Elewî ji vê rastiyê îlham girtin û li hemberî êrîşên çeteyan xwe bi rêxistin dikin. Bi van pêşketinên dîrokî Şoreşa Rojava bû malê hemû jinan û di asta cîhanî de ji bo serhildan, têkoşîn û şoreşa jinan bingehekî mezin ava kir.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriya jin di bin şert û mercên şêrê dijwar û inşaya şoreşa jin de pêşket. Bi dehan rojnamevanên ciwan, li ser şopa Gurbeteliyan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne li pey heqîqetê geriyan û di pêşxistina şoreşê de rolek sereke pêk anîn.

Wek hemû qadên jiyanê di qada ragihandinê de jî pewîstî bi tekoşînek mezin heye.  Wek Rojnamevanên jin li hemberî ferzkirina fêrbûyinên paşverû yên civakî, li dijî ziman û destgirtinên zayendîperest yên di medya de û li beramberî zihniyeta mêr-dewlet me têkoşîn kir û em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin.  Di rêwîtiya  heqîqetê de me hêza watedar a gotinê, pênûs û dîtbariyê kir bingehê têkoşîna xwe. Em di wê zanebûnê de ne ku barê me girane û rêya me dirêj e.

YRJ’ê, înşakirin û ragihandina neteweya demokratîk, civaka komînal û hevjîyana azad wek erka xwe ya sereke digire dest. Jiyana komînal, avakirina komînan di hemû kar û xebatên ragihandina azad de pêk tîne. Li ser vê esasî wê xwe bi rêxistin bike, perwerde bike, pisporiyê pêş bixe û pêşengiya heqîqetê bike.

Rêber Apo ji bo xeta Gurbetelî Ersoz destnîşan dike ku; “biriyardarî û tekoşîna wê ya ji bo jiyanek azad berpirsiyariyê dixe ser milê hemû kesî. Erka me ye ku em bîranîna Gurbetelî bijîn, raman û têkoşîna wê ji nivşên pêşerojê re veguhezînin.” Konferansa me destnîşan kir ku pênaseya Rêber Apo ya ji bo Gurbetelî Ersoz wek nexşerêya ragihandina azad dibîne, di lêgerîna heqîqetê de û rohnîkirina rastiyan de wê di bin her şert û mercan de bê westandin bixebite.

YRJ, di dema pêş de li Rojhilata Navîn bi taybet li Sûriyeyê ji bo bibe çav, guh û gotina jinan wê hîn zêde bixebite, têkoşîn bike, li hemû qadan xwe bi rêxistin bike, li beramberî şerên hîbrît di zimanê ragihandina azad de israr bike, ji bo inşakirina civaka demokratik, jin û zilamê azad bi îdîayek mezin rola pêşenktiyê bigire ser xwe.

Yektiya Ragihandina Jin( YRJ)

08.11.2025”

Koferans bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo şehîd Şervan Şoreş merasîma xiyabî hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê ji bo rawestandina êrîşên li ser Durziyan bang kir

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio li hemberî bûyerên tundiyê yê navbera Durziyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê agirê Newrozê hate vêxistin

Bi sedan kesên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn, agirê Newrozê vêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Divê jin ji çalakiyan re pêşengtiyê bikin

TJK-E’yê komkujiya li Kobanê şermezar kir û got: ‘’Em bang li meclisên xwe yên jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişlo û Tirbespiyê çalakiyên Roja Zimanê Kurdî dewam kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê protestoya destwerdana li dijî tabelayên Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên dîlgirtiyan ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma 5’emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?