Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4’emîn, bi dirûşma “Bi Mezinkirina YRJ’ê Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jinê” li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Piştî nîqaşên li ser xebatên rêxistinî û li ser rêziknameyê, hilbijartina meclîsa nû ya YRJ’ê pêk hat û 31 kes weke endamên meclîsê hatin hilbijartin.
Piştî meclîsa nû hat hilbijartin, xelat dan endamên berê yên meclîsê û encama konferansê bi daxuyaniyekî hat ragihandin. Daxuyanî ji aliyê rojnameger Zîlan Ebdo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Bi şiyara “Bi Mezinkirina YRJ Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jin” me 4’emîn Konferansa xwe bi hêz û coşa ku em ji têkoşîn jinan digirin, bi tevlêbûnek berfireh di 08.11.2025’an de li Qamişlo li dar xist. Em konferansa xwe bexşî giyana hevala xwe Cîhan Bîlgîn dikin. Di şexsê Cîhan Bîlgîn de em hevalên xwe Nazim Daştan, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn, Azîz Koyluoğlu, Seyît Evran, Agît Roj, Argeş Serhed, Axîn Qamişlo, Avrîn Efrîn û hemû şehîdên ragihandina azad bi rêzdarî bi bîr tînin.
Di demek ku li cîhanê, herêmê û Kurdistanê pêşketinên girîng rû didin de konferansa me pêk hat. Konferansa me bi rojev û nirxandinên berfireh ên ji bo xeta ragihandina alternatîf û azad bû bingehekî bihêz a biryardariyê.
Îro di asta cîhanî de bi destê pergala modernîteya kapîtalîst qeyrana aborî, siyasî, ekolojîk û civakî her ku diçe tê dijwarkirin. Şerê ku navgîna xwe Kurdistan, Suriye û bi giştî Rojhilata Navîn e, bi şerê Ukrayna-Rusya, Îsraîl û Hemasê ve her ku diçe berfireh dibe. Şerê ku di asta kurewî de tê pêşxistin, herî zêde zerarê dide jinan. Modernîteya kapîtalîst bi bilindkirina zayendîperestî, nijadperestî û olperestiyê li erdîngariya me bi destê hêzên cîhadîst, li dijî jinan, gelan, baweriyan, kêm-neteweyan û xwezayê komkujiyan pêk tîne. Rojnamvanên ku vê heqîqetê dişopînîn û bi raya giştî re parve dikin bi awayek hovane tên qetilkirin.
Civak bi krîzên piralî tê birêvebirin; bi rêya tundî, xizanî, koçberî, komkûjî û neçariyê tê bêzarkirin. Di bin siya şer de destdirêjiya li hemberî beden û nirxên jinê tê rawakirin, jiyan li derdora wê tê tengavkirin. Li şûna çareseriyek demokratîk polîtîkayên qirkirin, talan û şer her ku diçe tê gurkirin.
Rêber Apo, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk sedemên krîz û qeyrana heyî, rastiya “Kujerê Qastîk” şêwazê ku ji bo afirandina pirsgirêkan bikar tîne bi awayek şênber danî holê. Ji bo derbaskirina qeyrana heyî, ji bo jiyanak azad têkoşîna jin wek alternatîf diyar kir û hêviyên xwe ji bo pêşengiya jin ya ji bo pêvajoyê anî ziman. Rêber Apo azadiya civakê di têkoşîna bi pêşengiya jin de pêkan e, dibîne. Konferansa me jî destnîşan kir ku serkeftina projeya azadiya jin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Li ser vî esasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat meşandin, pêşengî kirin erka xwe ya sereke dibîne.
Pênaseya ji bo kujerê qastîk herî zêde li ser erdîngariya Sûriyê piştrast dibe. Piştî hilweşandina Rejîma Baasê krîz û qeyrana li Suriyê kûrtir bû. Komkûjî, talan, koçberî û tûndî li hemberî hemû cûdahiyan, hemû qadên jiyanê pêk tê. Bi olperestî ya ku birdoziya bingehîn a netew-dewletê ye li tevahiya Sûriyeyê jin bi polîtîkayên revandin, qetilkirin, ji qada siyasî û civakî dûrxistinê re rû bi rû ne. Her wiha ji aliyê modernîteya kapîtalîst û hêzên herêmî ve hişmendiya navendîbûn li ser jinan û gelan tê ferzkirin. Ferzkirina navendîbûnê dijbertiya şoreşa jinan û neteweya demokratîk e. Li hemberî van polîtîkayan jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên Sûriye bi têkoşîna di rêya heqîqetê de, bi pênûsa xwe, bi pêyvên xwe yên ji aqil û hişmendiya mêr hatiye paqijkirin, dikarin xwedî li nasnameya xwe derkevin.
Konferansa me destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, hovîtiya DAIŞ’ê têk bir û bi perspektîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, li ser esasê komîn û meclîsan xwe birêxistin kir bû modela jiyana alternatî. Ji lewra herî zêde jin li derdora şoreşê kom bûn. Bi beşdariya jinên Ereb, Suryan, Ermen, Asurî, Keldanî Şoreşa Rojava bû şoreşa jinan û gelan. Bi hevpeymana jin, meclîs, akademî, hêza parastina cewherî û Rêveberiya Xweser ji bo hemû jin û gelên li Suriyê bingehê pergala demokratîk ava kir. Jinên Durzî, Elewî ji vê rastiyê îlham girtin û li hemberî êrîşên çeteyan xwe bi rêxistin dikin. Bi van pêşketinên dîrokî Şoreşa Rojava bû malê hemû jinan û di asta cîhanî de ji bo serhildan, têkoşîn û şoreşa jinan bingehekî mezin ava kir.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriya jin di bin şert û mercên şêrê dijwar û inşaya şoreşa jin de pêşket. Bi dehan rojnamevanên ciwan, li ser şopa Gurbeteliyan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne li pey heqîqetê geriyan û di pêşxistina şoreşê de rolek sereke pêk anîn.
Wek hemû qadên jiyanê di qada ragihandinê de jî pewîstî bi tekoşînek mezin heye. Wek Rojnamevanên jin li hemberî ferzkirina fêrbûyinên paşverû yên civakî, li dijî ziman û destgirtinên zayendîperest yên di medya de û li beramberî zihniyeta mêr-dewlet me têkoşîn kir û em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Di rêwîtiya heqîqetê de me hêza watedar a gotinê, pênûs û dîtbariyê kir bingehê têkoşîna xwe. Em di wê zanebûnê de ne ku barê me girane û rêya me dirêj e.
YRJ’ê, înşakirin û ragihandina neteweya demokratîk, civaka komînal û hevjîyana azad wek erka xwe ya sereke digire dest. Jiyana komînal, avakirina komînan di hemû kar û xebatên ragihandina azad de pêk tîne. Li ser vê esasî wê xwe bi rêxistin bike, perwerde bike, pisporiyê pêş bixe û pêşengiya heqîqetê bike.
Rêber Apo ji bo xeta Gurbetelî Ersoz destnîşan dike ku; “biriyardarî û tekoşîna wê ya ji bo jiyanek azad berpirsiyariyê dixe ser milê hemû kesî. Erka me ye ku em bîranîna Gurbetelî bijîn, raman û têkoşîna wê ji nivşên pêşerojê re veguhezînin.” Konferansa me destnîşan kir ku pênaseya Rêber Apo ya ji bo Gurbetelî Ersoz wek nexşerêya ragihandina azad dibîne, di lêgerîna heqîqetê de û rohnîkirina rastiyan de wê di bin her şert û mercan de bê westandin bixebite.
YRJ, di dema pêş de li Rojhilata Navîn bi taybet li Sûriyeyê ji bo bibe çav, guh û gotina jinan wê hîn zêde bixebite, têkoşîn bike, li hemû qadan xwe bi rêxistin bike, li beramberî şerên hîbrît di zimanê ragihandina azad de israr bike, ji bo inşakirina civaka demokratik, jin û zilamê azad bi îdîayek mezin rola pêşenktiyê bigire ser xwe.
Yektiya Ragihandina Jin( YRJ)
08.11.2025”
Koferans bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

