Duşem, 23 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komareke nû bi zimanê berê ava nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê giran Taşar, rastî êrişa bijîşkan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi zêdebûna gefên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çêkirina rêya leşkerî ya dewleta Tirk li Dêrelokê qadên xwezayî xira kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê semînera li ser ziman û mafê destûrî hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 partiyên Rojhilat Tifaqa Hêzên Siyasî ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Iraqê hewl dide li Şengalê nuqteyên leşkerî yên nû ava bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’
Kurdistan

‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Cemal Amed got, "Bi têkoşîna 52 salan re destpêkirina pêvajoyeke nû, yekkirina rastiya gel û Rêbertî bi şoreşeke herêmî re esas e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin 12’ê Gulanê bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji delegeyên kongreyê Cemal Amed li ser kongreyê axivî û anî ziman ku pêvajoya têkoşînê ya 52 salan temam bû û dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê hatiye kirin.

Ji delegeyên kongreyê Cemal Amed ev nirxandin kir: “Ji bo bidawîkirina têkoşîna 52 salan û destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê, ji bo bidawîkirina pêngava Rêber Apo ya 52 sal, mehek û 10 rojan a li hemberî siyaseta qirkirinê ya sed salan li ser gelê Kurd hate meşandin û destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê, ev civîn gelekî girîng û xweser bû.

PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ

Kongreya 12’emîn a PKK’ê bi vî rengî di pêvajoyeke gelekî dîrokî de pêk hat. Pêvajoya ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo destpê kir, bi xwe pêvajoyeke dîrokî ye. Hem ji bo gelê hem jî ji bo gelên bindest ên herêmê. Lewma ev civîna me, Kongreya 12’emîn a PKK’ê weke kongreya destpêkê ya PKK’ê xwedî wateyeke gelekî dîrokî û kûr e, destpêka pêvajoyeke nû ye ku wê ji bo gelê me nirxên hîn bi wate biafirîne.

XWESERIYA TÊKOŞÎNA APOYÎ

Rêber Apo bidawîbûna têkoşîna 52 salan û destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê bi rengê ‘Her bûyereke dîrokî xwedî destpêk û dawiyê ye’ pênase kiribû. Ev yek jî xweseriya têkoşîna Apoyî radixe ber çavan ku van herdu hestan bi hev re dijî; hem dawî hem jî destpêkeke nû. Destpêkirina têkoşîneke nû li ser têkoşîna 52 salan ji aliyê Rêber Apo ve tê kirin, ku di dîrokê de ti şoreşan nekariye vê bike. Hêman û esasê vê kongreyê ew e ku li ser nirxên azadiyê yên ku bi xwe afirandiye, bi nêzîkatiyeke dûrî desthilatdarî û serweriyê fikrê azadiyê, jiyana azad kûr bike, timî di nava têkoşînê de be û xeta azadiya jinê bike xeta azadiyê ya tevahiya gelên herêmê. Hemû hevalên ku beşdarî kongreyê bûn xwedî wê îdîa û biryardariyê bûn ku li ser têkoşîna 52 salan a rastiya rêbertî dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê bike, têkoşîna ji bo azadiyê timî ji xwe re bike esas, kûrahiya fikrê azadiyê yê Rêber Apo pêk bîne.

PÊNGAVEKE NÛ YA ŞOREŞGERÎ

Bidawîkirina têkoşîna bi rêbaza PKK’ê û destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê, ji ber bidawîbûna hestewariyek afirandibe jî ji ber destpêka nû, pêngava dîrokî ya Rêber Apo, pêngava şoreşgerî ya bi 27’ê Sibatê re destpê kir, pêngava ku bi feraseteke nû ya sosyalîst hemû mirovahiyê bi gelê Kurdistanê re digihîne hev bêguman berpirsyarî, hest, coş, moral û biryardariyê jî diafirîne. Lewma hewaya bingehîn a kongreya me ew e ku pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî ava kiriye û bi destpêkeke nû re tacîdar dike. Têkoşîna 52 salan bi rengekî hîn bi heybet dike destpêka têkoşîneke nû ya mirovahiyê. Ev yek bingeha kongreya me bû, biryardariya hemû hevrêyên li vê derê bû. Biryardariya bingehîn a kongreyê jî ew bû ku minet, hurmet û silavên xwe pêşkêşî Rêber Apo bike ku pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin.

BERPIRSYARIYA JI NIHA Û PÊ VE

Her wiha di vê kongreyê de şehadeta hevalê Fûat û hevalê Riza hate ragihandin. Ruhê bingehîn ê kongreyê ew bû ku di şexsê herdu hevalan, şehîdên leheng ên têkoşîna 52 salan em bi bîr anî, bi dilsoziya bi şehîdan re gihîşt wê astê ku têkoşîna 52 salan bi têkoşîneke nû tacîdar bike.

Bersivdayina li gelê me, avakirina civaka demokratîk xeta bingehîn a kongreya me bû. Lewma destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê li ser bingeha têkoşîna 52 salan, bi fêhmkirina rastiya Rêbertî, şehîdan û gelê me dibe, ku ev yek jî esasê kongreya me ya 12’emîn bû. Bi qasî rûmeta vê pêvajoya dîrokî, her wiha em xwedî berpirsyariyeke mezin in. Ez ê bi giraniya vê berpirsyariyê nêzî pêvajoya ji niha û pê ve bibim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malpera înternetê ya dokûmantera Vejîna Kurd dest bi weşanê kir
Nûçeya Pişt re Şamê bi şîrketa Çînî re peymaneke razemeniyê ya ji 20 salan mohr kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komkujiya Roboskî: 13 sal derbas bûn, hîna edalet pêk nehatiye

157 meh li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet car…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê: 558 kes mirin, 50 jê zarok in

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku di encama bombardûmana giran a li ser başûrê Lubnanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kûdret Ûçûk: Mekanîzmaya dewletê hişt ku karesat mezin bibe

Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku derketina şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê, tevî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi zêdebûna gefên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çêkirina rêya leşkerî ya dewleta Tirk li Dêrelokê qadên xwezayî xira kir

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyê semînera li ser ziman û mafê destûrî hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

5 partiyên Rojhilat Tifaqa Hêzên Siyasî ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?