Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin. Vê hefteyê jî çalakiya hezar û 88’an hate lidarxistin.
Parêzvanên mafên mirovan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hatin hildan.
Vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz ên ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di bin çavan de hatin windakirin, hate pirsîn.





