În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi wan re bû Yasîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’
Kurdistan

Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga îradeya hevpar hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk 26’ê Nîsana 2026’an li Amedê bi sernavê “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” konferansek lidar xist. Encamnameya konferansê li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê hat eşkerekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Encamname bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Dimilkî hat xwendin. Kurmanciya encamnameyê ji sekreteryayê Înîsiyatîfê Gulser Yildirim û ya bi Dimilkî jî Mûrat Kan xwend.

Encamnameya konferansê wiha ye:

“Îro, piştî sed salekê, desthilatdar û hêzên hegemonîk dixwazin ji nû ve teşe bidin erdnîgariya Rojhilata Navîn. Di vê qonaxa dîrokî de ku rewşa hêzên li Rojhilata Navîn diguhere û sînor ji nû ve têne xêzkirin, ji bo Kurdan pir girîng e ku bi yekitiya neteweyî tevbigerin. Tenê bi hatina cem hev Kurd dikarin di vê qonaxa krîtîk de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên heyî jî biparêzin.

Tê zanîn ku qelsî û nakokiyên navbera hêz û rejîmên herêmî, rê li pêşiya van hêzên derve vedikin û bandorên neyînî li tevahiya herêmê û bi taybetî jî pêşeroja gelê Kurd dikin. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê hem firsendên dîrokî hene û hem jî ji ber nebûna yekitî û parçebûna hêzên Kurd xetereyên mezin hene. Yek ji rêyên herî girîng ji bo serkeftina gelê Kurd di têkoşîna xwe ya bi sedsalan a ji bo hebûn û azadiyê de, pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Gelê me jî di demên krîtîk de her gav pêwîstî bi yekitiya neteweyî dîtiye û dizane ku serkeftin tenê bi dersên ji rabirdûyê hatine girtin û bi yekitiyê dikare were bidestxistin.

Yekitiya neteweyî ya Kurd ne ku îro, her tim di rojeva kesayet û rêberên Kurdan de cih girtiye. Dema ku em li sedsala borî dinêrin, destpêşxeriya yekitiya neteweyî ya hevbeş a hêzên Bakur, bi saya hewldanên Mam Celalê nemir, bû sedema ragihandina giştî ya protokolekê li Şamê ku bi navê ‘Protokola 1993’yan’ tê zanîn, di nav Kurdan de hêviyek mezin çêkir. Her çend ji wê rojê ve gelek hewldan hebin jî, heta niha ew yekitî li gorî daxwaza Kurdan neçûye serî. Dîsa, hewldanên birêz Ocalan ên li ser vê mijarê ji destpêka salên 2000’an heta vê serdema dawî jî berdewam in. Dema ku di sala 2013’an de birêz Abdullah Ocalan daxwaz û bangewazî kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe, birêz Mesûd Barzanî bi destnîşana xwe li ser navê her sê rêberên Kurdan (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan, Mam Celalê nemir), hemû hêzên ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi xebatên wê kombûnê, Kurd gelekî nêzîkî yekitiya neteweyî bûn. Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, dîsa yekitiya neteweyî nekarî ava bibe.

Dîrokê nîşanî me daye ku qirkirin jî di nav de polîtîkayên serdestan herî zêde gava ku di navbera Kurdan de parçebûn û dabeşbûn hebûye, derketiye pêş. Vê parçebûnê her tim rê daye wan ku bi hêsanî polîtîka û komployên xwe yên li dijî Kurdan bicîh bînin. Berovajî wê jî hatina ba hev a Kurdan, rê li pêşiya xetereyên mezin girtiye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî gelê me li Rojava, bi taybetî li Kobanê kirin, yekitiya hêzên Kurd di parastina axa Kurdistanê de wekî mertalek pola şer kir. Dîsa di bûyerên dawî de jî helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojava de bi dirûşma ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ hemû sînorên çêkirî yên li ser axa xwe ji holê rakirin û hebûna xwe nîşanî hemû cihanê dan. Vê helwestê îspat kir ku yekitiya neteweyî dikare bibe tekane garantiya pûçkirina planên dagirkeran. Mînakên ku hatine jiyîn jî nîşan dane ku ger hêz dibin yek, hemû hevsengî li gor berjewendiya wan diguhere. Li ser vê bingehê lihevkirin, çêkirina stratejiyeke hevpar û pêşxistina bernameyeke neteweyî ya demokratîk dê berjewendiyên gelê me biparêze.

Me jî wek Kurdên Bakur ev konferansa xwe bi beşdariya partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, akademîsyen, kesayetên serbixwe û rûspiyên civakê,  di salvegera ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî’ ya partiyên Kurdên Sûriyeyê de, ku di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamîşliyê hatibû lidarxistin, pêk anî. Biryarên ku di wê konferansê de hatine dayin û çalakiyên hevbeş ên hêzên Kurdî di sala borî de, divê ji bo hemû partiyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê bibin emsal.

Li ser vê esasê beşdarên konferansa me ya bi navê ‘Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin’diyar kirin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku ev salekî zêdetir e li Tirkiyeyê didome, êdî veguhere qonaxeke yasayî. Ji ber ku pêvajo yekalî û sist didome û tu gavên ber biçav nayên avêtin, ev jî dibe sedema şikestina hêviyên civakê. Ji bo ku pêvajo li gor hêviyên civakê û bi serkeftî bigihîje armanca xwe, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike. Herwiha, divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û tavilê qanûnên pêwîst ji bo mafê hêviyê û darizandinên siyasî derxîne.

Dîsa şerê li Îranê ji bo Kurdan û gelên din ên li wir derfetên girîng dihewîne da ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Konferansa me helwesta şeş partiyên Kurdî yên li Rojhilat a ji bo avakirina eniyeke hevpar bi dilxweşî pêşwazî dike û diyar dike ku divê ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî maf û xwesteke xwezayî û mirovî ya gelê me yê li wir were naskirin.

Beşdarên konferansa me li ser rewşa dawî xebat, daxwaz û daxuyaniyên hemû kom, rêxistin û aliyên siyasî yên cuda ku der barê yekitiya neteweyî de tên kirin, girîng dibîne. Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ev e ku gavên ji bo vê yekitiyê biavêjin, bi helwestekî hevpar bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Maliyê cûnta têk diçe: Tuaregî li ber deriyên paytextê ne
Nûçeya Pişt re Polîsan meşa karkerên madenê yên di grevê de, asteng kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûken Jîrkî: Hevala Emîne fermandara pêşeng a artêşa me bû

Rûken Jîrkî hevrêya xwe Emîne Erciyes bi bîr anî ku 20'ê Nîsana 2020'î di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Peter McLaren: Aştî li gel Ocalan dîl hatiye girtin

Prof. Keter McLaren diyar kir ku di vê serdemê de xwestina aştiyê serhildanek e û…

Ji aliyê Stêrk TV

Gurzek ji Berxwedana Kobanê

Di nava berxwedaniya Kobanê de bi hezaran çîrokên ku hîn di bin kevir û latekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?