Çarşem, 9 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Îlonê ya kovara Ozgur Halkê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana goristanan kir: ‘Berpirsyariya bingehîn a siyasetê afirandina aştiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Ji çîrokên dapîra xwe du berhemên bi wate amade kir
Çand û Hûner

Ji çîrokên dapîra xwe du berhemên bi wate amade kir

Zîlan Hemo nivîsandina çîrokên dapîra xwe li ser xwe weke erkekê dît û du berhem jê afirand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Kantona Firatê di 3’yê Sibatê de ahenga îmzekirina 5 pirtûkan hate lidarxistin. Pirtûka nivîskar Zîlan Hemo ya bi navê ‘’Bi Şevê Tên Gotin’’ jî di nava pirtûkan de cih girt ku pirtûka nîvîskarê ya duyem e. Zîlan Hemoyê derbarê îmzekirina pirtûka xwe de ya ku wê ev berhem ji dapîra xwe girtiye, ji ANF’ê re axivî.

 

Nivîskar Zîlan Hemo got ku min girîngî bi wê yekê didît ku em xwedî li folklor û çîrokên xwe yên gelêrî derkevin. Çîrok in ku di navbera roja me û dîrokê de girêdanekê pêk tînin û got: “Ev pirtûka min a duyem e ku min berhev kiriye. Min di nivîsandina gelek pirtûkên hevbeş de cih girt ku yek ji wan jî pirtûka bi navê ‘’Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobanê’’ ye ku 10 nivîskaran bi hev re ev berhem amade kir. Her wiha pirtûka bi navê ‘’Rodî û Perwîn’’ jî me berhev kir. Ji bilî van her du pirtûkan, pirtûka min a yekem a bi navê ‘’Bi Roj Nayên Gotin’’ e  ku ev pirtûk jî yek ji pirtûkên çîrokên gelêrî ye. Ev pirtûka min a duyem a bi navê ‘’Bi Şev Tên Gotin’’ jî  weke berdewamiya pirtûka min a yekem e” Zîlan Hemoyê di berdewamiya axaftina de got: “Cara yekem min di sala 2014’an de piştî ku min dest bi xwendina zimanê kurdî kir, min dest bi xwendina pirtûkan jî kir, piştre jî min dest bi nivîsandinê kir. Dema ku em di dersên folklorê de li ser mijara girîngî û berhevkirina berhemên gelêrî rawestiyan,  min ew yek hîs kir ku divê em xwedî li folklora xwe derkevin.”

BI ROJÊ NAYÊN GOTIN BI ŞEVÊ TÊN GOTIN

Zîlan Hemo diyar kir ku wê berhemên xwe bi giştî ji dapîra xwe girtine û ev yek wiha anî ziman: “Me şer, komkujî û êrîşên gelekî dijwar dîtin, heya ku em neçar man em koç bikin. Van karesatan jî bandoreke mezin li derûniya min kir ku min nekarî ez nivîsandinê berdewam bikim lê belê piştî demekê min dîsa dest bi nivîsandina çîrokan kir. Li rastî gelek astengiyan hatim lê belê dîsa jî min nivîsandina pirtûka xwe berdewam kir û gihand xwendekaran.”

Zîlanê got ku dema me dersên folklorê digirt di dersê de qala çîrokên ku dapîra min di zarokatiya min de ji min re digot, dihat kirin. Vê yekê gelekî bandor li min kir û min nivîsandina wan çîrokan ji bo xwe weke erkekê dît û Zîlan Hemoyê axaftina xwe wiha domand: “Di dersên folklorê de hemû caran heman tişt dihat bîra min, ew jî zarokatiya min bû ku di sarmaya zivistanan de dapîr û bapîrê min bi şevê li ber çirayê û sobeyê ji me re çîrok digotin. Gava ez zarok bapîrê min wefat kir lê belê dapîra min ji min re her tim çîrok digotin.Ez bi wê yekê gelekî kêfxweş dibûm. Dapîra min piştî hemû çîrokên xwe jî weke pendekê şîret li me dikir. Carna me bi roj jê dixwest ku ji me re çîrokan vebêje, wê jî digot; ‘Bi roj nayê gotin, bi şevê tên gotin.’

Zîlanê anî ziman ku divê ew xwedî li wan kesên temenmezin derkevin ku li gel wan bi hezaran çîrok, gotinên pêşiyan û pend hene û divê wan pirtûkan jî ji xwendekaran û nifşê nû re diyar bikin û ev yek anîn ziman: “Em roj bi roj ew kesên ku weke pirekê di navbera dîrok û roja me ya îroyîn de ne ji dest didin. Ew zanist û gotin, pend, çîrok jî bi wan re dimirin. Divê em ji bo vê yekê zêdetir hewl bidin da ku em bikaribin çîrokên xwe yên gelêrî û folklora xwe zêdetir pêş bixin. Hewce ye beriya wefata wan em ew tiştên ku ew dizanin em tomar bikin û wan weke pirtûk binivîsînin. Ez bi xwe xwe gelekî bi şans hîs dikim ku min karî ez ji dapîra xwe wan çîrokên gelêrî tomar bikin û wan weke pirtûk biweşînim.”

Zîlanê got ku ew ne tenê çîrokan dinivîse di heman demê de ew roman û helbestan jî dinivîse lê belê ew  nivîsandina çîrokan li ser xwe weke erkekê dibîne ku divê ew wê yekê pêk bîne û wiha axivî: “Her tim metirsiya wefata kesên ku çîrokan, mamikan, dengbêjî û destanan dibêjin, li gel min heye. Ez jî nivîsaninda wan li ser xwe weke erkekê dibînim. Tu kes heta hetayê najî lê belê divê em li wêje û dîroka xwedî derkevin. Ez dizanim ku em nikarin hemûyan tomar bikin, berhev bikin û binivîsin lê belê bi qasî ji destê me tê em dê ji bo vê yekê hewl bidin da ku em bikaribin wêjeya xwe pêş bixin.”

Zîlan Hemo di dawiyê de got ku divê her kes ku dengê ew kesên temenmezin tomar bike û piştre jî wan binivîse û  Zîlanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kêfxweşiyeke mezin e ku nifşê nû bi zimanê xwe hebûna xwe îfade bike. Ji vî nifşî jî wê gelek nivîskar jê derkevin. Bi vî awayî wê zimanê kurdî û wêjeya wê jî pêş bikeve. Min  heya niha bi tenê 52 çîrok ji dapîra xwe wergirtine. Lê belê dema ez kesên temenmezin dibînim,  hema kurtejiyana wan, serpêhatî û zanînên wan ên gelêrî berhev dikim û wan dinivîsim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wêneyên 8 salên dawî yên li Kampa Lavrîo: Kurdistana biçûk afirandin
Nûçeya Pişt re Ji Koma Rocyar klîba ‘Apo roja welatê min e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

Jinên Kurd ên ji beşên cuda yên ol, sazî û beşên cuda yên civakê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

DFG'ê bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û ragihand ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Zexta li ser rojnamevan Rabîa Onver hat protestokirin

Zexta li ser nûçegîhanê JINNEWS’ê Rabîa Onver ku çeteyên fihûş û hişbirê yên li Colemêrgê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên Kobanê dibistanên xwe girtin: Em dixwazin tenê Kurdî bixwînin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê li dijî astengkirina zimanê Kurdî bertek: Perwerdehiya bi zimanş dayikê mafekî gerdûnî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?