Yekşem, 18 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Cizîrê heta bi Kantona Firatê gel li qadan e: Em hemû QSD ne
Rojava

Ji Cizîrê heta bi Kantona Firatê gel li qadan e: Em hemû QSD ne

Banga seferberiya giştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ragihand, li seranserê herêmê deng veda.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser bang li gel kir ku li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bicive. Di serî de kantonên Cizîr û Firatê li gelek bajaran gel daket qadan û peyamên piştgiriyê da.

TIL TEMIR

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bersiva vê bangê dan û daketin kolanan.

Xwepêşandan bi tevlêbûna bi sedan kesan li Qada Qendîlê li deriyê başûr ê bajêr dest pê kir. Girseya gel pankartên bi nivîsên piştgiriya ji bo QSD’ê û şermezaarkirina êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî herêmê, hildan.

Girseya gel di kolanên sereke yên Til Temirê de meşiya, û dirûşmên li dijî sûc û binpêkirinên çeteyên hikûmeta demkî qîriyan. Xwepêşandêran daxwaza rawestandina êrişan kir.

Dema ku girseya gel gihîştin rêya navneteweyî ya M4, xwepêşandan veguherî mîtinga girseyî.

Ji rêveberên Kongra Star, Nûhat Şîndî, axivî û banga yekîtiya gel di vê qonaxa krîtîk de,  kir. Nûhat her wha banga berxwedana ji bo parastina herêmê kir.

Nûat diyar kir ku ew li gel QSD`ê ne heta ku aramî û aştî pêk were.

Xwepêşandan bi bangên ji bo yekitiyê û piştgiriya QSD`ê bi dawî bû.

KOBANÊ: EM Ê TÊK BIBIN

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi boneya salvegra êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û ji bo şermezarkirina êrişên hikumeta demkî yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya QSD`ê meş hat li darxist.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyê Şehîd Ziyad Heleb û Avista Xabûr û ên birîndaran, alên QSD û YPJ`ê hatin hildan û şêniyan bê navber dirûşmên “Berxwedan jiyane”,”Bêjî berxwedana QSD û YPJ`ê”,”Na ji îxanetê re” berz kirin.

Meş li qada Aşitî rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Mislim êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: “Dîrok her tim xwe dûbare dike. Çawa ku me di 2014`an de me çeteyên DAIŞ`ê têk bir, em her tim wê dijmin têk bibin. Em ê her tim ji bo parastina gelê xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin. Em ji hêza xwe bawin ku her tim li pişta şervanên xwe bin û bi hev re djimin têk bibin. Tişta ku ji me tê westin, divê em biratiya xwe ya gelan xurtin bikin.”

Enwer Mislim destnîşan kir ku divê dewletên Navdewletî li gorî hevpemnanên ku hetî îmzekirin êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin rawestandin.

AMÛDÊ: EM HEMÛ QSD NE

Xelkê bajarê Amûdê jî ji bo piştgiriya QSD’ê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker meşek  li dar xist.

Meş ji çerxerêya Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de alên QSD’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re QSD’ê”, “Em hemû QSD’ê ne” hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, ev meş ji bo piştgiriya QSD’ê li hemberî êriş û planên li ser herêmê hate lidarxistin. Bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku li hemberî sûcên li herêmê têne kirin erkên xwe bi cih bînin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku di dîrokê de gelek caran Kurd rastî xiyanetê hatin lê îradeya wan bi ser dikeve. Hate gotin, ew bi hêzên xwe yên parastinê bawer in û dê îradeya wê neşkê.

ÇILAXA: ÎRO ROJA BERXWEDANÊ YE

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya QSD’ê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker ji pêşya çerxerêya Jinê ber qada Şehîd Mahsum ve meşiyan. Di meşê de alên QSD’ê hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD û YPJ’ê hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Mahsum veguherî mîtîngê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, îro roja berxwedanê û roja parastina hebûn û rûmeta gel e. Bang li her kesî hat kirin ku li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî tev li seferberiya giştî bibin.

Kesên axivîne bang li civaka navneteweyî û aliyên sponserên lihevkirinan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li binpêkirinann bînin.

Di axaftinan de peyamên piştgiriya bi QSD’ê re hatin dayîn.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Girse ji sûka navendî dest pê kir û li pêşiya navenda Kongra Star veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin bi plana dewleta Tirk a dagirker bi rêve diçin.

Her wiha hate gotin, qonaxa heyî qonaxeke hestiyar e û banga berxwedanê û piştgiriya bi QSD’ê re hat kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Rimêlanê, tevî koçberên Efrîn û Şehbayê meşek li dar xist. Girse ji qada Şehîd  Xebat heya sûka navendî meşiya û bê navber dirûşme berz kirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de peyamên piştgiriya bi QSD’ê re hatin dayîn.

Li Tirbespiyê meş li ber navenda Kongra Star dest pê kir û li navenda bajêr vegherî mîtinga girseyî.

Endamê Insyatîfa Gerlêrî Silêman Ereb axivî êrişên hikûmeta demkî li ser herêmê şermezar kir.

Meş bi dirûşmên “Bijî QSD`ê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê meş li ber navenda Kongra Star dest pê kir û li navenda bajêr vegherî mîtinga girseyî.

Endamê Insyatîfa Gerlêrî Silêman Ereb axivî êrişên hikûmeta demkî li ser herêmê şermezar kir.

Meş bi dirûşmên “Bijî QSD`ê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çete sivîlên birîndar direvînin
Nûçeya Pişt re Li Tişrînê berxwedana mezin: 4 êrişên çeteyan hate şikandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk di nava mehekî de, herî kêm 28 kes revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Sirînê şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn

Gelê bajarê Sirînê bi pêxistina Findan şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şehba veguheriye qada binpêkirina mafên mirovan’

Komîteya Koçberan a Şehbayê girtinên li herêmên Şehba, Til Eran û Til Hasilê şermezar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSD: Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Reqayê hate têkbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûspiyan li dijî fitneyê hişyarî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Macron bi Şara re hevdîtin kir: Pêwîstî bi agirbesteke mayinde heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TKP-ML: Parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke enternasyonal e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?