Dermansaz Aram Elî bal kişand ser dorpêça li Kobanê û bandora wê ji ajansa me re axivî.
Aram Elî diyar kir ku rewş di hemû aliyan de zehmet bûye û got: “Berî dorpêçê nexweşxaneya Kobanê nêzî 800 nexweş pêşwazî dikirin, lê niha e tenê nexweşiyên rewşa wan giran be pêşwaz dikin. Ji ber ku Kobanê ji her çar aliyan ve dorpêçkirî ye, derman û şîrên zarokan pir kêm bûne.”
Aram Elî da zanîn ku dermanên tensyonê, penceşêrê, şekir û rijênê gelekî kêm in û beşa şûştina gurçikan hatiye sekinandin.
Aram Elî destnîşan kr ku çeteyên ji çar aliyan ve Kobanê dorpêç kirine û car caran êrişan pêk tînin, di heman demê de rê nadin alîkarî derbasî bajar bibin.
Aram Elî diyar kir ku eger rewş wisa berdewam bike dê karaseteke mezin çêbibe û wiha got: “Şer berdewam e, birîndarên me pir in, derfetên me yên emeliyatê tune ne û dermanê me kêm e. Hin birîndar ji ber kêmbûna derfetan şehîd dibin.”
Dermansaz Aram Elî banga lezgîn a rakirina dorpêç û êrişên li ser li ser Kobanê kir û xwest di zûtirîn dem dem de alîkariyên mirovî werin şandin.

