În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hasan Kiliç: Ji bo pêvajoya aştiyê dema ‘bendê bimîne û bibîne’ qediya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji jinên Êzidî û Ereb peyama 25’ê Mijdarê: Em ê bi ramanên Rêber Apo bi ser bikevin
Jin

Ji jinên Êzidî û Ereb peyama 25’ê Mijdarê: Em ê bi ramanên Rêber Apo bi ser bikevin

Di meşa ku bi pêşengiya TAJÊ û Înîsiyatîfa Jinên Ereb li Şengalê hate lidarxistin de, bal hate kişandin ser zêdebûna tundiya li ser jinan; jinan destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe bi bîrdoziya Rêber Apo mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gelê Êzidî û Ereb yên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ li dijî tundiya mêr û dewletê meşeke hevpar lidar xistin. Di meşê de hate gotin, her diçe tundiya li ser jinê zêde dibe û li beramber wê jî berxwedana jin jî mezin dibe. Jinên Êzidî û Ereb diyar kirin, li gel zêdebûna tundiya li ser jinê berxwedana jinê jî mezin dibe û gotin: ‘‘Em bi fikrê Rêber Apo li berxwe didin. Emê bi fikrê wî jî serbikevin.’’

Îro di saetên piştî nîvro de jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê roja ‘Têkoşîna bi tundiya li ser jinê re’ bi pêşengiya TAJÊ û Însiyatîfa Jinên Ereb meşek hate lidarxistin.
Meş li ber Şaredariya Gel a Sinûnê ya li nava bazar destpê kir û heya Çerxerêya Mam Zekî dewam kir.

Di meşa ku mêrên Êzidî û Ereb jî tevlîbûn de timî dirûşmeya, ‘Jin jiyan azadî’ hate gotin. Jinên Êzidî û Ereb wêneyên, jinên şehîd û xwîşkên Mîrabel rakirin. Di meşê de posterên Rêber Apo û ala TAJÊ jî hate hilgirtin.

TAJÊ bi  dirûşmeya, ‘Tundiya li ser jinê, qirkirina civakê ye’ meş lidar xist, li ber Çerxerêya Mam Zekî Şengalî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Berdevka TAJÊ Riham Hico û Fatîma Mistefa axivîn.

Destpêkê Riham Hico li ser girîngiya têkoşîna 25’ê Mijdarê kir û wiha axivî: ‘‘Roja 25’ê Mijdarê, roja li beramber zordarî, sextekarî, ne wekhevî û ne dadweriyê deng bilindkirinê ye. Ji ber vêya em îro weke TAJÊ meşiyan û me helwesta xwe nîşan da.’’

Riham Hico dazanîn li beramber tundiya zêde dibe, berxwedana jinan jî zêde dibe û wiha axaftina xwe domand: ‘‘Niha asta têkoşîna jinan li cîhanê gihîştiye asta herî bilind. Lê mixabin hîn jî zilm, zordarî û tundî li ser jinê kêm nebûye. Tundiya ‘qanûnî’, fizîkî û hwd. hem ji aliyê dewlet hem jî ji aliyê mêr ve tê kirin. Roj nîne jin nayên qetilkirin, roj nîne jin di temeneke biçûk de nayên zewicandin û roj nîne ji hev cûdabûn çênabe. Roj nîne serîrakirinên jinan nayên tepisandin. Li beramber zêdebûna tundiya mêr, berxwedana jin jî mezin bûye.’

Berdevka TAJÊ dazanîn, li beramber tundî û êrişa li ser jinê, ancax bi fikrê Rêber Apo bikarin bersivê bidin û got: ‘‘Ji ber êrişeke pir giran li ser jin û civakê heye, ancax bi fikir û îdeolojiyeke gelekî xurt bersiv were dayîn. Ew jî, fikir û îdeolojî jî ya Rêber Apo ye. Ev fikir û felsefeya Rêbertî hemû jinên cîhanê li dora dirûşma, ‘Jin jiyan azadî’ gihandiye hev. Ev jî bixwere têkoşîneke hevpar çêkiriye.  Îro jin ne tele li Şengal an li Rojhilat diqîrin, dema li jin li cihekî din diqîrin, hemû jin bi wan re dengê xwe bilind dikin. Em têkoşîn û pêşveşûna xwe diyarî Rêber Apo dikin. Ev têkoşîna me bi fikir û felsefeya wî ye. Em di serî de li dijî tundiya li ser jinê, li dijî her cûre tundiyê têbikoşin.’’

Berdevka TAJÊ Riham Hico, daxwaza azadiya Rêber Apo kir û got: ‘‘Qutkrina me û Rêber Apo ya ji hev bixwe jî tundiye.Heya Rêbertiya me azad nebe, wê edalet pêk neyê. Emê heya azadiyê têkoşîna xwe dewam bikin.’’

Riham Hico herî dawî pêngava li dijî xwekuştinên jin û ciwanan jî bibîrxist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Me weke TAJÊ pêngavek li dijî xwekuştinê dabû destpêkirin. Xwekuştin ne diyardeyeke şexsiye, êrişeke pergalê ye. Bila ev roj bibe wesîle ji bo em li dijî her cûre tundiyên mêr, dewletê derbikevin, dawî li tundî û qirkirinan bînin. Emê bi fikrê Rêber Apo li berxwe bidin û têbikoşin. Emê bi fikrê Rêbertî jî serbikevin.’’

Piştî Riham Hico, Berdevka Însiyatîfa Jinên Ereb li Şengalê Fatîme Mistefa jî têkildarî rojê daxuyaniyek xwend û meş bi dirûşmeyên; ‘‘Jin Jiyan Azadî’’ û ‘‘Bijî Rêber Apo’’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Komîsyonê ji Îmraliyê vegeriya
Nûçeya Pişt re Li Helebê ji bo 2 şehîdan merasîm hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji gora komî ya li Til Eferê hestiyên 139 kesan hate derxistin

Li Til Eferê ku li rojavayê Mûsilê ye, hestiyên 139 kesan ji goreke komî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên çeteyan ên li ser gundê Sefa hatin têk birin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û çeteyên DAÎŞ’ê xwe yên li ser gundê Safa…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama MAK’ê ya 1’ê Gulanê

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kir û di daxuyaniya xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?