Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek an jî pîrozbahiyek e. Gelê Kurd Newrozê weke rojeke ku nasname û hebûna xwe bi rengekî şênber vebibêje, pîroz dike. Ji roja ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ava bûye û pê ve Newroz di hişê gelê Kurd de weke rojeke berxwedanê cih girtiye.
Li Stenbolê ku metropolê herî mezin ê Tirkiyeyê, pîrozbahiyên Newrozê di salên 1990’î de destpê kir û veguherî nîşaneya berxwedanê ya mezin. Kazliçeşme ku li Stenbolê weke qada Newrozê hate hilbijartin, bi saya biryardarî û berxwedana gel bû qada pîrozbahiyên Newrozê yên herî mezin ên bajêr.
Îsal jî DEM Partî ji xwe re dike armanc ku li Stenbolê bi beşdariya çar milyon kesî Newrozê pîroz bike. Lewma divê mirov careke din pîrozbahiyên Newrozê yên 15 salên dawî bînin bîra xwe. Me arşîvek ji wêne û dîmenên Newrozên Stenbolê yên piştî sala 2010’an amade kir.

