Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Yalçin Kuçuk ê ku jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand. Di daxuyaniyê de işaret bi têkiliya Yalçin Kuçuk a bi Rêber Apo re hate kirin û hate bibîrxistin ku Kuçuk ji Rêber Apo re digot “Birayê min Apo” û bi sempatî nêzî Tevgera Azadiyê bû. Hate ragihandin ku hevpeyvînên ku Kuçuk bi Rêber Apo re kir, tevkariyeke girîng li wê yekê kir ku fikrên PKK’ê bigihêje nava civaka Tirkiyeyê.
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em bi xemgînî pê hesiyan ku rewşenbîr, akademîsyen, demokratê şoreşger ê Tirkiyeyî Yalçin Kuçuk jiyana xwe ji dest daye. Bila serê malbat û xizmên wî, serê hêzên demokrasiyê sax be.
Prof. Yalçin Kuçuk dostekî Rêberê me bû ku jê re digot ‘Birayê min Apo’. Her tim bi sempatî nêzî Tevgera Azadiyê bû. Çû gel Rêber Apo û pê re hevpeyvîn kir. Bi vî rengî tevkarî kir ku fikrên PKK’ê bigihêje nava civaka Tirkiyeyê.
Yalçin Kuçuk baweriya xwe pê anî bû ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de roleke girîng bilîze. Destnîşan kiribû ku têkoşîna Rêber Apo ya ji bo demokratîkkirina komarê ya sala 1923’an ava bû, welatparêziyeke Tirkiyeyê ye. Her cara ku Yalçin Kuçuk çû gel Rêber Apo, Rêber Apo qîmeteke mezin da wî. Têkiliya navbera Rêber Apo û Yalçin Kuçuk têkiliyeke ji dil û cihê baweriyê bû. Rêber Apo û Yalçin Kuçuk her gava ku digihiştin hev, nîqaşên entelektuel dikirin. Yalçin Kuçuk nirxandinên Rêber Apo yên li ser dîroka Tirkiyeyê balkêş û hêja didît.
Yalçin Kuçuk di zanîngeha azad de ku ava kir û di Kovara Rizgariya Civakî de ku amade dikir, bi ciwanên Kurd re jî li ser têkoşîna demokratîk a şoreşgerî ya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş dikir. Kovara Rizgariya Civakî di danasîna Tevgera me ya Azadiyê de rol lîst.
Sosyalîstên hêja yên weke Yalçin Kuçuk, Mîhrî Bellî, Hîkmet Kivilcimli û Vedat Turkalî di navbera gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê de bûn pira xwişk û biratiyê. Tevgera me weke Mîhrî Bellî, Hîkmet Kivilcimli û Vedat Turkalî wê Yalçin Kuçuk jî her tim bi bîr bîne, di têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê de bide jiyîn.
Yalçin Kuçuk rewşenbîr û entelektuelekî gelekî hêja yê Tirkiyeyê bû. Em di wê baweriyê de ne ku berhemên afirandiye wê ji niha û pê ve jî di têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê de rolê bilîze.
Halk TV ku dema nûçeya li ser mirina Yalçin Kuçuk weşand, rûyê Rêber Apo nixumand û em vê yekê weke provokasyonek li ser hêzên demokrasiyê dibînin. Ev yek di heman demê de bêhurmetiyeke mezin e ku li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de hewldaneke bi vî rengî ji bo xweşkirina dilê dijminê Kurdan e û em bi tundî vê yekê şermezar dikin.”

