Di encama serdegirtinên malan ên di 13’ê gulanê li Wanê hatin kirin de 55 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên 15 binçavkiriyan duh di saetên şevê de xelas bûn û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 15 kesan 8 jê bi îdiayên “Muqawemeta li dijî polîsan”, “endamtiya rêxistinê” û “zirardayîna malê cemaweriyê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê ji bo her 8 kesan bi heman îdiayan biryara girtinê da. 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Tê payîn ku îro komeke din a îfadeyên wan ên li emniyetê xelas bûyîn sewqî dozgeriyê bên kirin.