Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Turk: Gava şênber nîne, ji bo baweriyê divê gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo aştiya mayinde divê statuya Ocalan bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji KJK’ê deklarasyona ‘rêxistinî, xweparastin û seferberiyê’
Jin

Ji KJK’ê deklarasyona ‘rêxistinî, xweparastin û seferberiyê’

KJK’ê got, tundiya li ser jinan bi rêya polîtîkayên dewletê bi rêk û pêk tê birêxistinkirin û ev peyam da: "Tişta ku jinan li ser piyan bigire hêza jina birêxistinkirî û jiyana wan a komun e." KJK'ê ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer û êrişan bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li ser malpera xwe ya înternetê 

https://www.kjkonline.net/

deklarasyoneke berfireh weşand.

Naveroka deklarasyona bi sernavê; “Werin em li dijî şer, tundî, komkujî û destdirêjiyan xwe birêxistin bikin û komunên xwe ava bikin” bi vî rengî ye:

“Em ji xwişkên Mirabel ên ku bi berxwedana xwe bûne wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê heya Roza Luxemburg, Sakîne Cansiz, Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Asya Yuksel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Denîz Poyraz, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Zelal Hesekê, Pelîn Zozan, Salîha Viyan, Nesrîn Amed û dîsa Narîn Guran û heya Rojîn Kabaîşê hemû jinên ku ji aliyê ji aliyê tundiya mêrên serdest ve hatine qetilkirin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ê heza jiyanê, têkoşîn û mîrateya wan ji me re hiştine; girêdayî bingeha demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan soza tacîdarkirina li gel cîhaneke ku aştî lê serdest e, didin.

Tundî; rastiyek e ku serdestiya mêran li dijî jinan bi rê xistin kiriye, li gelek qadên jiyanê û di demên cuda de lê rast tên û bi awayekî psîkolojîk û fîzîkî dibe sedema birînên mezin. Jin di hemû kêliyên jiyana xwe de bi awayên herî dijwar ên vê tundiyê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî tundiya psîkolojîk û ruhî ya di nava hemû jiyana rojane de xwe nîşan dide, her ku diçe normalîze dibe û gihîştiye asteke ku nayê ferqkirin.

Jin; di gel ku temen, pîşe, netew, reng û pozîsyona wê ya civakî ferq nake, bi berdewamî dibin mexdûrê vê tundiyê. Dibe em weke Silayê pitikek, weke Narînê zarokek, weke Rojînê ciwanek, weke Taybet Înanê dayikek, weke Salîha Akkaşê jineke ku li Meclîsê kar dike, weke Arevalo Lomasa 89 salî ya Perûyî ekolojîsteke ku dixwaze daristana xwe biparêze, weke Fevziye El Şeraniya Durzî ya ku li Sûriyeyê dixwaze li dijî çeteyên HTŞ’ê gundê xwe biparêze yan jî jinên li mekanên cuda û xwedî statuyên cuda bin. Lê belê tu ji van nasnameyan têrê nake ku me li hemberî tundiya birêxistinkirî, taciz û destdirêjiya serweriya mêran biparêze.

Li erdnigariya ku em lê ne, tundî her roj her ku diçe zêde dibe û sala 2025’an di rastiyê de bû saleke wisa ku di bin wêrankirina hemû şerên li seranserê cîhanê de, tundiyê xwe gihand astên herî bilind.

Komkujiyên li ser Durzî û Elewiyan ên li Sûriyeyê û şerê li Xezeyê berdewam dike, xeleka tundiyê ya ku cîhan ketiye nava wê kûrtir kir. Bêyî ku em bigihîjin dawiya salê bîlançoya tundî û komkujiyên îsal, gelekî ji yên salên borî derbas bûye.

Li seranserê cîhanê nêzîkî 86 jin û zarokên keç hatine qetilkirin û ji van nêzîkî 52 hezar ji aliyê endamên malbatên xwe û derdora xwe ya nêz ve hatin qetilkirin. Li gel van hejmaran, mal û malbata ku weke ‘pîroz’ hatiye îlankirin, li asta cîhanî de ji bo jinan veguherîne cihên herî bi talûke.

Ji bo ku were fêmkirin bê ka tundiya li ser jinan çi qasî bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin, têrê dike ku mirov li polîtîkayên hemû welatan ên têkildarî jinan binêre.

Li Iraqê, di destpêka salê de li gel ‘yasaya statuya takekesî’ hate xwestin ku destkeftiyên jinan ji destê wan werin standin, piştî Tirkiyeyê Letonyayê jî da zanîn ku ew ji Peymana Stenbolê vekişiyaye, li Efxanistanê mîmariya xaniyan bê şibake weke ku heya jin derve jî nebînin, hate dîzaynkirin, li Tirkiyeyê xutbeyên weke ‘jinên ku mil û singên xwe vedikin bê îman in û divê jin ji mîrasê ji niviya bahra mêran razî bin’ hatin xwendin û li Îranê zêdetirî 800 jin hatin darvekirin.

Mêr-dewleta ku dixwaze biryara ku wê jin çi li xwe bike, çawa bikene, çi bixwe, çawa û bi kê re bijî û heya wê çend zarokan çêke bide û her tiştî bixe bin kontrola xwe, jinên ku van sînoran derbas dikin qetil dike. Jin ji şaneşînan û şibakan nakevin xwarê, di nava avê de naxeniqin, xwe naşewitînin û bi destê xwe xwe nakujin.Em dizanin ku li pişt van derewan tundiya mêran a hatî veşartin heye.

Li gelek welatan hê jî zelalnebûna têgehên tundî û destdirêjiyê jî zêdetir cesaretê dide tundiya mêrên serdest. Her çend were nîşandan ku qetilkirin ji aliyê mêrekî ve hatiye kirin jî divê were zanîn ku li piştperdeyê aqil û polîtîkayeke dewletê heye.

Em dizanin ku tundiya li ser jinan, bi aqilê mêr-dewletê ve tê kirin û cewhera 25’ê Mijdarêjî sekinîna li hemberî vê tundiya dewletê ye.

WERIN EM LI GEL ‘JIN JIYAN AZADÎ’ LI HEBERÎ POLÎTÎKA Û ÊRÎŞÊN ŞER BISEKININ

Dîtina rastiya li pişt profîlê, wê bibe destpêkirina çareseriyê ya li cihê rast. Divê were dîtin ku li pişt krîzên weke aborî, ekolojî, tenduristî û yên li hemû qadên jiyanê, tundiya li ser jinan heye.

Rêber Apo, di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de îfade dike ku yekem pirsgirêka civakî li gel kolekirina jinan a ji aliyê kujerê kastîk ve destpê kiriye û nîşan dide ku divê em ji ku dest bi çareseriya pirsgirêkên civakî yên roja îroyîn bikin. Kujerê kastîk, di serdemên yekem de bi obsîdyenê, di Serdema Navîn de bi şûrî û di roja me ya îroyîn de jî bi endustriyalîzmê ji bo qezencê diziyan dike.

Yanî di hemû serdeman de ji bo xwe maskeyeke din peydadike lê belê weke heman kujerî di nava me de dijî. Carna rîberdayî û di destê wî de şûr, carna jî bedil li xwe kiriye û bi qerewat e; carna serokê çeteyekê ye û carna jî serokê dewletekê ye.

Ji ber vê yekê bêyî kujin ji dewleta ku aktorê sereke yê tundiyê ye bendawariya strîn û parastinê bikin, civakîbûna ku wê bijinan re pêş bixin wê bibe xweparastina herî mezin. Tişta ku jinan li ser piyan bigire hêza jina birêxistinkirî û jiyana wan a komun e.

Girêdayî vê yekê divê em li hemberî vê pergala ku tundiya li ser jinan gihandiye asta şerî, komkujî û koletiyê li gel ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe birêxistin bikin û vê tundiyê li qadan û kolanan protesto bikin.

EV ŞER, NE ŞERÊ ME YE!

Şerên ku rewşa tundiyê ya herî dijwar îfade dikin jî her roj ji aliyê nûnerên vê pergala kapîtalîst û netewe dewletan ve tê kûrkirin û berdewam dike. Di gel ku li Tirkiyeyê ji her çar zarokan, zarokek bi zikêbirçî diçe dibistanê, dayîk ji bo ku zikê zarokên xwe têr bikin li ser gilêşan bermayiyan kom dikin û Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde ev qasî hewl dide jî budceya ku hikûmeta AKP’ê ji bo şerî vediqetîne, gelekî ji budceya ku ji bo jin, zarok, perwerde û tenduristiyê zêdetir e.

Di şerê li Xezeyê yê berdewam dike de bihezaran jin û zarok bi awayekî fîzîkî jiyana xwe ji dest didin û di heman demê de ji aliyê mêrên ku di saziyên alîkariyê de dixebitin ve bi tundiya zayendî, psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû tên hiştin.

Dîsa Li Kenyayê dema ku jin pêdiviyên xwe yên herî sereke yên weke av û xwarinê dibînin jî bi êrîşa zayendî re rû bi rûdibînim.

Li Abya Yalayê her çend jê re nebêjin şer jî, jin di asta şerî de bi êrîşan re rû bi rû dimînin. 

Yanî li seranserê cîhanê armanc û mexdûrên şerê ku serweriya mêran ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve dibin, hebûna jinan, keda wan û nanê wan e. Ev hemû bobelatên ku tên serê kedkar, bindest, jin û zarokan û berdewam dikin, karê vê pergala serweriya mêran e.

Ji ber vê yekê sekinîna li hemberî şeran tê wateya xwedîlêderketin û parastina ked, nan, zarok, xweza, hewa, av û pêşeroja me.

Weke gelê Sûdanê yê ku ji niha ve bi hezaran însan ji cih û warên xwe bûne û dîsa bi hezaran tên qetilkirin, dibêje ‘kîjan alî serbikeve jî bila ser bikeve, me winda kir. Ev şer ne şerê me ye’.

Girêdayî vê yekê beşdarbûn, bihêzkirin û birêxistinkirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, di serî de Kurdistan û Tirkiye wê ji gelek krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe çareserî. Wê hincetên rantparêz, çete û mafyayên ku xwe dispêrin şer û tundiyê jî ji holê rabin. Çareseriya van krîzan bi avakirina paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan pêkan e.

DIVÊ EM PÊŞIYÊ LI QETIKIRINA RUH Û FÎZÎKA JINAN YA LI SER NAVÊ EVÎNÊ BIGIRIN

Hemû dane û bîlanço nîşan didin ku jin herî zêde ji aliyê mêrên ku ji wan re dibêjin ku ez 
evîndarê te me ve tên xapandin, îstîsmarkirin, biçûkxistin, lêdan û qetilkirin. Divê jin, vê rastiya mêran, vê derewa ku li ser navê evînê di nava xwe de dihewîne û tundiyê bi awayekî cidî bigire dest û li hemberî vê yekê têbikoşin.

Gelekî girîng e ku em li ser pirsa ku divê em çawa rê li ber hem tundiya fîzîkî hem jî ya hestiyarî bigirin, polîtîkayan diyar bikin û dîsa pîvana têkiliyê derxînin holê. Ji ber vê yekê bi wesîleya 25’ê Mijdarê weke jinan divê em xweparastinê ji çarçoveyeke berfirehtir binirxîne, em bizanibin ku mêrên ku dixwazin me têk bibin silaveke herî biçûk jî heq nakin, em pîvanên xwe diyar bikin û van pîvanan di hemû qad û kêliyên jiyanê de li pergala serweriya mêran ferz bikin. 

Rastiya mêrê ku nizane wê çawa bi jinekê re biaxive, nikare bibe kesekî sosyalîst, destnîşan dike ku pîvana mirovbûnê jî girêdayî nêzîkatiya li hemberî jinan e. Wê demê divê li gel pirsên weke divê bi kîjan mêran re hevaltî were kirin, bibin hevrê, silavê bidin û ji kîjan mêran dûr bikevin pîvanek were bidestxistin û berê mêran jî bidin wê yekê ku rêzê li van pîvanan bigire û wan qebûl bikin. Bi taybetî jî divê em pêşiyê li qetilkirina ruhî û fîzîkî ya jinan a li ser navê evînê bigirin.

LI DIJÎ TUNDIYA PERGALA SERWERIYA MÊRAN BI ŞÎARA ‘KOMUN DIDE JIYÎN’ DERKEVIN QADAN

Rastiya birêxistinbûn û avakirina komunan ya ku pergala serweriya mêran herî zêde êrîşî wê dike, xweparastina herî sereke ye. Ji ber vê yekê divê tu jin bêyî birêxistinbûn û bi tenê nemînin. Divê tu jin li kampus, kargeh, zevî, tax û gundan xwe bi tenê hîs nekin. Divê di nava komunên ku bikaribe xwe lê îfade bike û biparêze de cih bigire.

Komun; terzê hebûna civakan e, şaneya bingehîn e, azadî û wekheviya rastîn di nava xwe de dihewînin û xwedî wesfeke demokratîk in. Girêdayî vê yekê divê jin; di gelek qadên weke xwendin-nivîsandin, sohbet, huner, aborî, çand, ekolojî, parastin û gelekên din de girêdayî hewcehiyên xwe werin ba hev û bikaribin hemû malan veguherînin komunan.

Jin dikarin di van komunan de nîqaş bikin ku bê ka daxwaza mêr, bav, bira yan jî hevalekî çawa dikin û pîvanên nêzîkatiya mêran a li hemberî wan diyar bikin.

Pergala serweriya mêran, ji bo ku têkiliya dîrokî ya bi hêz a di navbera jinan de ji hev qut bike, li ser derewan nabe ku du jin werin ba hevûdu jinan bi tenê dihêle û li hemû qadan jî êrîşî jina ku bi tenê maye, dike û wan qetil dike.

Em dikarin van yekan bes bi rêya birêxistinkirina komunan derbas bikin û jiyanên alternatîf pêş bixin.

Girêdayî vê yekê di 25’ê Mijdarê de em; Xebatên têkildarî hişyarkirin û perwerdekirinê di asta seferberiyê de pêş bixin!

Kolanan û qadan bi têkoşîna xwe ya li hemberî tundiyê tije bikin! Li gel vê yekê xwe bigihînin jin û ciwanên ku tundiyê bes di çarçoveya fîzîkî de dibînin lê belê nikarin tundiya aborî, psîkolojîk û ekolojîk pênase bikin!

Ji bo vê yekê em xwe bigihînin taxan, dibistanan, kampusan, kargehan û gundan! Di serî de jin em hemû ciwan û hemû ferdên civakê di vê mijarê de zanedar bikin, hişyar bikin û birêxistin bikin!

Divê em bi taybetî ji mêran re bibêjin ku pirsgirêka tundiyê di rastiyê de pirsgirêka mêraniya serwer e, vê yekê zêdetir nîqaş bikin û girêdayî vê yekê mêran perwerde bikin, biguherînin û veguherînin.

Dikare di çalakiyên weke semîner û panel ên wê werin lidarxistin de mijarên weke jina sosyalîst, mêrê sosyalîst, malbata sosyalîst û jiyana azad a wekhev werin nîqaşkirin û dikarin li ser zemînên nîqaşên bi vî rengî pîvanên jiyana azad pêş bixin.

Girêdayî vê yekê weke KJK’ê di serî de jinên Kurdistanî û li Rojhilata Navîn em bang li hemû jinên li seranserê cîhanê dikin ku di vê pêvajoya 25’ê Mijdarê de tundiya mêr-dewletê eşkere bikin û xebatên birêxistinbûn, perwerdekirin û zanedarkirinê bi ruhê seferberiyê mezin bikin.

Weke ku jinên Efxanistanî anîne ziman ‘ev serdema tarî, di heman demê de ronahiya jinan jî geştir dike. Berxwedana jinan bes ne li Rojava li Efxanistanê jî nîşan da ku dikare dijmin were têkbirin’.

Dubare tê dîtin ku dema jin milên xwe didin hevûdu li pêşiya wan tu astengî û zehmetiyên ku neyên têkbirin, tunene. Wê demê em ê milên xwe bidin hevûdu û jiyanan azad û birûmet ava bikin! Bibêjin ku ‘Komun dide jiyîn’ û li her derê li dijî tundiyê xwe birêxistin bikin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Volkanê Semeru teqiya: Di asta herî bilind de alarm hate dayin
Nûçeya Pişt re Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl: Qonaxa destpêkê temam bû

Îsraîlê ragihand ku qonaxa destpêkê ya êrîşa li ser Îranê temam bûye.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî teqez bi ser bikevin’

Malbatên şehîdan ên Kobanê, diyar kirin ku li hemberî her cûre êrîş ên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şenyaşar: Ji bo aştiyê em deyndarê Sirri Sureyya Onder in

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar diyar kir ku Sirri Sureyya Onder têkoşîneke mezin meşand û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Fransayê têkiliya rasterast a Sefîrê Bilind ê DYE’yê birî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Moskowa: Armancên li Ûkranyayê hê nehatine bidest xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Saziya YE’yê: Jinên penaber ên Ûkraynayî gelekî tundiyê dibînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?