Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KNK’ê peyama sersalê
Kurdistan

Ji KNK’ê peyama sersalê

Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekê sersal li her kesê pîroz kir û got, “Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîstî bi yek dengî, yekîtî û hevkariyê heye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi peyamekê sersal pîroz kir.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Saleke din, sala 2025’an li gel hemû xweşî û nexweşiyên xwe ve encam dide. Ji bo gelê me, bi giştî saleke têkoşînê bû. Li her çar aliyên Kurdistanê sal bi têkoşînek mezin derbaz bû.

Li Bakurê Kurdistanê, temamiya salê bi giştî bi gav û nîqaşên çareseriyê ve derbaz bû. Di nava salê de, derbarê pêvajoyê bangên Birêz Abdullah Ocalan çêbûn û Tevgera Azadiyê jî gavên giring avêtin. Di Meclisa Tirkiyê de, ji bo çareseriya pirsa Kurdî, komîsyonek hate damezrandin. Komîsyonê gelek aliyên peywendîdar û pispor guhdarî kirin û herî dawî 24’ê Mijdarê çû zîndana Îmraliyê û Birêz Abdullah Ocalan guhdar kir. Niha komîsyon wê raporekî pêşkêşê Meclisê bike. Bi vê yekê pêvajo derbasî merheleya hiqîqî dibe. Her çend pir hêdî hêdî be jî, lê pêvajo berdewam e. Di hemû cepheyan de şer sekinî ye. Em bi nîqaşên çareseriyê re dikevin sala nû. Çareseriya Bakur, çareseriya hemû Kurdistanê ye. Lewma jî çavên hemû Kurdan li ser pêvajoya çareseriya Bakur e.

Li Başûrê Kurdistanê, her çend statuyek destûrî ya federal hebe jî, statuya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyar e. Di serî de li Kerkûk û Xaneqînê û hemû deverên dabirayî Kurd têne koçberkirin û demografiya deverê tê guhertin. Piştî êrîşa DAÎŞ’ê û vir ve, Şengal heta niha bi ser xwe ve nehatiye û koçber nezivirîne. Li Başûr 15 meh in hilbijartinên paralmentoyê pêk hatine, lê  heta niha ne sorakatiya parlamentoyê, ne hikumet û ne jî serokatiya herêmê nehatiye hilbijartin. Ev rewş metirsiyek mezin li ser deskeftiyên herêmê çêdike. Her wiha di aliyê aborî de jî li Başûr rewşek giran heye û gelê me ne rehet e. Di dawiya salê de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk hatin, lê rewş bi giştî ne diyar e. Iraq jî di nava aloziyek mezin de derbaz dibe. Paşeroja Iraqê ne diyare. Ev rewş metirsiyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. Li aliyê din dagirkeriya dewleta Tirk a Başûr berdewam e. Ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekrêziyê heye û divê rewş bi baldariyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran têkoşîn bê zêdekirin.

Di nava vê salê de li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi hemû awayî têkoşîna azadiyê berdewam kir. Herçend hinekî lewaz jî bibe, lê şoreşa Jin – Jiyan – Azadî berdewam e. Li rojhilatê Kurdistanê di nava vê salê de, hêzên Kurdistanî nêzî hev bûn û bi navê Navenda Diyalogê platformek ava kirin. Ev gavekî gelek erênî ye û divê bê xurtkirin. Dewleta Îranê di nava vê salê de jî li hember gelê Kurd, êrîşên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrîşî Başûrê Kurdistanê jî kir. Bi rêya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zextek mezin li ser partiyên Rojhilat çêkir û sehaya Başûr li wan tengav kiriye. Êrîşên li dijî kolberan, zext û girtinên li ser gel berdewam in. Siyaseta sêdaredana muxalîfan berdewam e. Li aliyê din rejîma Îranê, li hundir û derve di nava alozî û pirsgirêkan de derbaz dibe. Şerê Îsraîl û Îranê di meha Hezîranê de bû şereke germ. Niha şerê germ rawestaye, lê her gav dikare careke din despê bike. Hêzên hevalbendên dewleta Îranê yên li herêmê gelek derbên giran xwarine û lewaz ketine. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li Rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştiyê.

Li Rojava, ev 14 sal in statuyek fiîlî heye. Ev deskeftinekî mezin e û divê bi hemû awayî bê parastin û bê fermîkirin. Li Sûriyê ev ji salekî zêdetire rejîma Baes têk çûye û hêzên Islamiyên tundrew li ser hikûm in. Bi giştî rewşa Sûriyê ne diyar e. Rejîma nû êrîşî pêkhateyan dike. Di nava salê da li hember Elewî û Durziyan qetlîamên mezin çêbûn. Zextên li ser Mesîhî û Êzidiyan jî berdewam in. Êrîşên mezin li hember Kurdan jî pêk hatin û heta niha jî li hinek deveran berdewam in. Bi rêveberiya Şamê re 10’ê Adarê peymanek hate îmzekirin. Niha jî diyalog hene, lê heta niha bi temamî negiştîne encamê. Ji ber wê jî rewş hesas e û divê bi hemû awayî bi baldarî were şopandin. Rêveberiya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh ên dîplomasiyê de ne. Rojava, di asta navneteweyî de hingî diçe zêdetir tê qebûlkirin. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Divê hemû hêz û hemû gelê Kurdistanê û hemû dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemû Kurdistanê ye.

Li Rojhilata Navîn, ji du salan zêdetire şereke dijwar heye. Şer pêşiyê li Fîlîstînê bû, piştre derbazî Lubnan û Sûriyê bû. Li van deveran ranewesta û dem dem derbazê Îran, Iraq û Yemenê dibe. Ev şer bi hêzên herêmê ve sînordar nîne û li herêmê şereke cîhanî heye. Ji xwe weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê navkirin. Dewletên dagirkerên Kurdistanê, rasterast nebe jî bi awayekî terefê vî şerî ne. Vî şerî rewşeke nû bi xwe re aniye herêmê. Ji bo gel û welatê me xetere hene, dikare derfetan jî bi xwe re bîne. Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîstî bi yek dengî, yekîtî û hevkariyê heye. Weke KNK, em ê bi hemû awayî hewl bidin ku hêzên Kurdistanî bêne ba hev û li hember vê rewşa hesas stratejiyek hevbeş a Kurdistanî derxin holê.

Rewşa girtiyên siyasî yên Kurdistanî yên ku di zîndanên Turkiyê û Îranê de ne, xirab e. Li zîndanên Îranê êşkence û îdam berdewam in. Li zîndanên Tirkiyê jî êşkence û zext li ser girtiyan kêm nebûne. Her çend bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin hebin û tecrîda li ser Birêz Ocalan sist bibe jî, lê hîna tecrîd xilas nebûye. Di heman demê de Birêz Ocalan li ser navê tevgerê, bi dewletê re muzakereyan dimeşîne. Ji bo bikare vê mîsyona xwe pêk bîne divê were azadkirin. Ji ber vê rewşê bi pêşengiya dostên gelê Kurd, ev ji du salan zêdetire kampanyayek a bi navê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî – Ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin û ev kampanya berdewam e. Divê dengê girtiyan were bihîstin, divê her kes xwedî li girtiyan derkeve. Em weke KNK bi hemû hêza xwe ve, tevlî vê kampanyayê dibin û xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin.

Niha li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek gelek giring heye. Heta niha weke em dixwazin nemeşiyabe jî, lê dîsa jî berdewam e. Hêza li hemberî me jî xwe mecbûr dibîne ku vê pêvajoyê bimeşîne. Weke gelê Kurd armanca me ew e ku em bikarin encamekî baş jê bigrin û pirsê bi rêya diyalogê çareser bikin. Encamekî din a vê pêvajoyê heye ku hêzên Kurdistanî nêzî hev dike. Ev jî bingeha xebata yekîtiya neteweyî xurt dike. Em bi vê pêvajoyê derbazê sala nû dibin. Em hêvî dikin ev lêgerîn ev bang bibin bingeha çareseriyek aştiyane û mayînde.

Di dawiya sala 2025’an de eger muhasebeya navxweyî were kirin, li gel hemê êş û berdêlan û her wiha şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê de çêbûne, dîsa jî têkoşîna azadiyê serketî ye. Êrîşên dijminan vale hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewldanên dijmin û dagîrkeran têk bikin. Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgiriya banga Birêz Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê bikin û ji bo serketina vê pêvajoyê têbikoşin.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2026’an bibe sala serketinê, bibe dema xewn û xeyalên geş ên gelê me.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cîhanê pîroz dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nîdal Hawarî: Çareserî piştevaniya gelan û Sûriyeyeke federal e
Nûçeya Pişt re Rêber Apo: Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdana Belgîn Kanat 3 mehan hat paşxistin

Berdana Belgîn Kanat a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê rehîn tê girtin, ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkeriyê, li Dirbêsiyê meş…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên Elewî: Divê QSD Sûriyeyê bi rê ve bibe

Koçberên Elewî yên ku berê xwe dane qadên Rêveberiya Xweser xwestin, berpirsyarên komkujiyên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?