Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya, ragihandin ku wan bi wesîleya 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanî û 22’yemîn salvegera şehadeta şanogerê şoreşger Yekta Herekol şanoyeke taybet amade kirine.
Di daxuyaniya hevpar a Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya de kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hatin bibîr anîn û ev tişt hat gotin:
“Em di serî de bi rihê têkoşîn û berxwedaniya azadiyê bejna xwe li beramberî hemû şehîdan ditewînin û dibêjin şehîdên me pêşeng û roniya rêya me ne.
Di nava tevgera azadiyê de serkeftinên me bi xebat, tevger û têkoşîna şehîdan bi wate bûye. Pêşengên heqîqetê û rêpêşanên me şehîdên me yên nemir in. Di her kêliyekê de hevalên şehîd ji me re bûne rê û navnîşana serketinê.
‘ŞANOYA XWE YA DAWÎ PÊŞKÊŞÎ CÎHANÊ KIR’
Îro 22’yemîn salvegera şehadeta hunermend û şanogerê çiya şehîd Yekta Herekol e. Beriya 22 salan heval Yekta li hember komploya navneteweyî li Qada Sadila Cabri ya li Helebê roja şanoya cîhanê bedena xwe da ber agir û ji hêzên kompluger re got ‘hûn nikarin me dîl bigrin’, ‘hûn nikarin Rêbertiyame roja me bi destên xwe yên qirêj tarî bikin.’ Li ser vê bingehê çalakiya xwe pêk anî.
Weke şanogerek şoreşger di roja şanogeriya cîhanê de bi çalakiya xwe ya fedayane li saha sadila cabrî bi agirê bedana xwe şanoya xwe ya dawiyê pêşkêşî cîhanê kir û ev roj bi çalakiya xwe bi wate kir. Bi vê boneyê em roja şanogerên cîhanê pîroz dikin bi yek dengî şanogerê mezin û şoreşger bi bîr tînin.
‘LÎSTIKÊN WÎ XWE DISPÊRIN RIHÊ AZADIYÊ’
Heval Yekta beriya tevlî şoreşa azadiyê bibe di nava pergalê de dest bi şanogerî dike û lîstikên ku pêşkêş dike xwe dispêre rihê azadiyê. Bi naskirina fikrên Rêbertiyê re beşdarî nava tevgera azadiyê dibe û xebatên xwe yên şanogarî bi awakî azad li çiyayên Kurdistanê dimeşîne.
‘MAMOSTE Û PÊŞENG BÛ’
Bi dehan şanoger perwerde dike û bi dehan şano pêşkêşî hêzên gerîla dike. Di demek kin de tevgera şano û xebatên şano bi heskirinek mezin di nava dilên hevalên xwe de bicih dike. Heval Yekta di nava tevgera azadiyê de bi şano hate naskirin, di heman demê de weke mamoste û fêrkerê şano jî pêşengtiyek girîng kir. Bi hevalê Yekta û hevlên şehîd ên şanoger re carek din şano zindî bû.
‘HUNERMEND Û ŞERVANÊ GEL BÛ’
Heval Yekta ne tenê weke şanoger di nava têkoşîn û berxwedaniya azadiyê de xebat meşand, di heman demê de di aliyê hişmendî û sekin de jî xwedî cihekî bi taybet bû. Di hemû kêliyên jiyanê de pêşeng bû, gotina ku Rêber Apo ya ji bo hunermenda ‘’hunermendê gel şervanê gele, şervanê gel hunermendê gel e’’ heval Yekta ev ya di piratîk û çalakiya xwe de pêkanî.
XEBATA NÛ DIYARÎ ŞEHÎDAN HAT KIRIN
Em weke akademiya Şehîd Seqan û Komîna Şanoya çiya bi vê kurte şanoyê di salvegera şehîd heval Yektade diyarî hunermendê mezin Rêber Apo şehîdên azadiyê hemû gelê welatparêz û hemû şanogerên şoreşger, demokratîk , azadîxwaz dikin. Giyanê Şehîd Yekta zindiye,wê her dem zindî bimîne.
Em bextewar in ku en şagirtên şanoger Şehîd Yekta Herekol in.”

