Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk
Kurdistan

Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk

Li welatekî kapîtalîst mezin bû, azadî li çiyê dît. Li çiyayê dijwar ê Xakurkê bi hevrêyên xwe re berxwedaneke destanî nîşan da. Jiyan û têkoşîna Azad Şerger (Thomas Johan Spies) banga ji bo piştevaniya enternasyonal bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li kûrahiya çiyayên Kurdistanê dengê govenda azadiyê bilind dibe. Agirê azadiyê yê li vî warî gur dibe, hemû rengan di nava xwe de vedihewîne. Yên ku li dora wî agirî kom bûne meşvanên heman dozê ne, rêwiyên heman rê ne. Ev govenda azadiyê ya li çiyayên Kurdistanê tê gerandin sînoran derbas dike û digihêje hemû dilxwazên azadiyê. Ji gelek deverên cîhanê jin û mêr ên ciwan tevlî vê govenda azadiyê dibin. Ewladê sosyalîst û esîl ê gelê Elman Thomas Johann Spiess jî li gel hevalên xwe li dora vî agirê azadiyê kom dibe. Govenda ku Thomas bi coş tevlî bû ji çiyayên Xakurkê li tevahiya cîhanê belav dibe.

Thomas Johann Spiess sala 1996’an li bajarê Mainburg ê Elmanyayê li nava malbateke lîberal ji dayik bû. Li welatekî ku kapîtalîzm lê serwer e mezin bû, lê belê ev jiyan weke jiyaneke rasteqîn qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî di temenê xwe yê ciwan de berê xwe da sosyalîzmê. Bi meraqa xwe ya ciwantiyê timî lêkolîn kir, li bersiva pirsên xwe geriya. Ji ber vê yekê Thomas di nava koma xwendekaran de bala her kesî kişand. Ji ber têkiliyên xwe yên civakî di nava koma xwendekaran de bû yek ji wan kesan ku herî zêde tê hezkirin û lê tê guhdarîkirin. Thomas dest bi lêkolînkirina lîderên şoreşger kir ku mohra xwe li dîrokê xistin û yekemcar wê demê bala xwe çû ser Tevgera Azadiyê. Gava ku pirtûkên Rêber Apo xwend, PKK’ê hîn bêhtir bala wî kişand û ji Tevgerê bi bandor bû. Li ser vê yekê biryar da ku dest bi rêwîtiyeke nû bike.

Thomas destpêkê tevlî çalakî û mîtîngan bû û dest bi têkoşînê kir. Piştre her ku fikir û nêrînên Rêber Apo nas kir, baweriya wî hîn xurt bû û biryar da ku meşa xwe ya şoreşgerî li çiyayên azad dewam bike. Li gel ku li Elmanyayê di nava komên sosyalîst jî de bû, armanca xwe ya jiyana wekhev û azad a gelan di nava van koman de nedît. Ji ber vê yekê felsefeya Rêber Apo bala wî kişand. Bi taybetî gotina ‘Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye’ ya Rêber Apo gelekî bandor li wî kir. Thomas ji bo jiyaneke azad û wekhev di sala 2016’an de beşdarî nava refên gerîla bû û destpêkê çû herêma Qendîlê. Thomas li nava refên gerîla navê Azad Şerger li xwe kir û bû milîtanekî çalak ê têkoşîna sosyalîst.

RÊWÎSTIYA JI ELMANYAYÊ BER BI QENDÎLÊ VE

Azad Şerger li çiyayên Qendîlê beşdarî nava perwerdeya bingehîn bû û li vir tevlî pratîka gerîla bû. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û jiyaneke sosyalîst ji xwe re kir esas. Lewma li gelek qadan xwe bi pêş ve bir. Dest bi hînbûna zaravayên Kurdî kir û bi vî rengî bi hevrêyên xwe re diyalogên hîn dewlemend danî.

Ji bo têkoşîna çekdarî tecrûbe bike xwest biçe çeperên berxwedanê û piştî ku li Akademiya Mazlûm Dogan dema perwerdeyê qedand, derbasî qada şer a li Xakurkê bû. Bi tevlîbûna xwe ya çalak li Xakurkê beşdarî nava tîma bi tevger bû. Di sala 2021’ê de piştî ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir Azad jî beşdarî çeperên şer bû û derbên giran li dagirkeran xist. Gerîla Azad Şerger ku beşdarî gelek çalakiyan bû ji aliyê serweriya li qadê ve jêhatî bû.

Gerîlayê enternasyonalîst Azad Şerger xwedî kesayetiyeke demokrat û sosyalîst bû. Paradîgmaya Rêber Apo ji xwe re kir bingeha jiyanê. Hemû pirtûkên Rêber Apo xwend û ji xwe re kir esas ku bibe xwedî kesayetiyeke milîtan a pêşeng. Di demeke kurt de li nava tevgerê bi gelek wezîfe û berpirsyariyan rabû û xwe ji pratîkên herî zehmet re amade kir. Ji dîsîplîna leşkerî ti carî tawîz neda; lewma bû pêşengekî rast ê têkoşîna azadiyê.

Li herêma Xakurkê bi hişmendiya berpirsyariyek emezin beşdarî nava kar û wezîfyan bû. Di kar de hesas bû, di pîvanên rêxistinî de cidî bû û bi vî rengî milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Êrîşên dagirkeriyê û bombardûmana li ser çiyayên Kurdistanê ji bo şoreşgerê enternasyonal Azad Şerger bû sedema hêrseke mezin. Di demekê de ku dewleta Tirk êrîşên xwe giran kiribû, şoreşgerê mezin Azad Şerger ji bo karibe derbên giran li dijmin bixe hewl da çalakiyên bi bandor pêk bîne.

BÛ SEMBOLA SOSYALÎZMA DEMOKRATÎK

Gerîla Azad Şerger ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi biryardarî têkoşiya, ji bo tola hevrêyên xwe yên li tunelan hilîne amadekariya çalakiyeke mezin kir. Di 15’ê Hezîrana 2023’an de li gel hevrêyên xwe Asya Kanîreş û Koçer Medya li Xakurkê çalakiyeke bi bandor kir. Li nuqteyeke li Qada Şehîd Heqî û Şehîd Kamûran ku dagirker lê bi cih bûbûn, bi biryardariyeke mezin çalakî kirin. Di dema çalakiyê de dagirker şaş bûn ku çi bikin, di nava toz û dûmanê de man. Di vê çalakiyê de 18 leşkerên dagirker hatin kuştin û çeperên wan hatin îmhakirin. Sê gerîlayên leheng, sê lehengên mezin ên doza azadiyê tirs berdan nava dilê dijmin. Şoreşgerê enternasyonal Azad Şerger li gel hevrêyên xwe mîna birûskê ketin nava dijmin û çalakî bi ser xistin. Piştî çalakiya van sê gerîlayên leheng, artêşa Tirk bi hemû derfetên teknîkî yên li ber destê xwe êrîş bir ser çeperên gerîla. Weke ku dîn bû be bombe li her qadê barandin.

Gerîla Azad Şerger dema ku li gel du hevrêyên xwe vedikişiyan, bûn hedefa artêşa Tirk. Di encama bomabrdûmanê de şervanê enternasyonalîst Azad Şerger li gel hevrêyên xwe Asya Kanîreş û Koçer Medya şehîd bû. Şehadeta van lehengan çiqasî giran jî be çalakiya ku wan kir mohra xwe li demê xist. Hevrêyên wan hem ji çalakiya wan hem jî ji fedakariya wan hêz û tecrûbeyeke mezin wergirtin. Ew bûn dilê hevrêyên xwe, bûn sembola sosyalîzma demokratîk. Şehîd Azad Şerger da ser şopa gelek şoreşgerên enternasyonalîst ên weke Ronahî Sara, Nûdem, Şiyar, Bager, Elefterya û herî dawî Tîjda Zagros.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Em ji têkoşîna xwe poşman nînin, em aştiyeke bi rûmet dixwazin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tişrînê malbatek li ser şopa şehîdan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Bendava Tişrînê bûne yek û…

Ji aliyê Stêrk TV

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Tê payîn ku Rêber Apo di nava meha Tîrmehê de bangekî dîrokî bike. Tê ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

HRW: Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di dadweriyê de şefafî û berfirehî nîşan nade

HRW raporek weşand û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê di dadweriya pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?