Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Newroz 2026’an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji MSD’ê li Hesekê civîna berfireh: Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne
Rojava

Ji MSD’ê li Hesekê civîna berfireh: Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne

Civîna berfireh a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hesekê destpê kir. Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman anî ziman ku firsendeke dîrokî bi destê wan ketiye û got, armanca wan avakirina Sûriyeyeke nenavendî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Civîna berfireh a MSD`ê li bajarê Hesekê dest pê kir, hevserokatiya meclisê, endamên wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD`ê de tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê  dest pê kir, piştre hevseroka MSD`ê, Leyla Qereman axivî û got, civîna wan a berfireh, di kêliyek dîrokî ya girîng de ne tenê ji bo MSD`ê, lê di heman demê de ji bo Sûriyeyê û tevahiya herêmê tê lidarxistin.

Leyla Qereman da zanîn ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê berpirsyariyeke ducar dixe ser milê wan û wiha dom da nirxandinên xwe “ji wan berpirsyariyan avakirina polîtîkayên hevseng a dûrî destwerdanên derve, avakirina projeyek nîştimanî ya berfireh ku hêviyê bide gelê Sûriyeyê ku baweriya xwe bi desthilata veguhêz nemaye. Vê desthilatê nekarî erkên xwe yên siyasî, ewlehî, leşkerî, îdarî û destûrî pêk bîne, her wiha  şaştiyên giran ên di asta komkujiyên li peravê, Şamê û Siwêdayê pêk anîne.”

Leyla Qereman destnîşan kir ku di ezmûna dema derbasbûyî de, eşkerebû ku desthilata veguhêz lawaz û qels e, ji pirsgirêk û pêkanîna armancên şoreşa Sûriyeyê ti  çareserî pêşkêş nekir û got: “Desthilata veguhêz nekariye kongreyeke nîştimanî ya berfireh li dar bixe. Danezaneke Destûrî derxistiye ku serdestiyê dide serokomar, lê îrade û mafên gel tê de tune ye. Her wiha hikûmetek veguhêz ava kiriye ku ji daxwazên gel dûr e û bêhêvîbûna gel zêde kiriye.”

Her wiha destnîşan kir ku vê hikûmeta veguhêz bi vê yekê, ezmûnên berê dubare kirine û nîşan daye ku ger dewleta nû li ser rêbazê dewam bike, ew ê ji nirxên edalet û demokrasiyê dûr bimîne û dê nekaribe dewletek hemwelatîbûnê ava bike.

Hevseroka MSD’ê diyar kir ku civîna wan a îro gaveke girîng e ku qonaxek nû ava dike û wiha pê de çû: “Qurbaniyên mezin ên ku gelê me dane, berpirsiyariyeke exlaqî li ser me ferz dike, berpirsiyariyeke ji bo destnîşankirina rêyekê ji bo Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku cihêrengiya xwe ya neteweyî, olî û çandî biparêze û wê veguherîne dewletek aram ku hemû gelê xwe hembêz bike.”

Leyla Qereman da zanîn ku  armancên wan di qonaxa veguhêz û piştî qonaxa veguhêz de zelal in û wiha rêz kirin “Xurtkirina aramiya navxweyî û pêşîgirtina li kaoseke nû ya Sûriyeyê, ji nû ve avakirina baweriya gel û neteweyî bi rêya diyaloga navxweyî û pêkanîna projeyên pratîkî yên ku xizmeta jiyana gel dikin.”

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em pêşberî derfeteke dîrokî ne ku gelê Sûriyeyê siberoja welatê xwe bi destên xwe binivîse. Dibe ku rê dirêj û dijwar be, lê em bawer in ku bi îrade, yekitî û xebata hevbeş, em ê ewlehiya Sûriyeyê bi dest bixin. Armanca me Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk, piralî û nenavendî ye, li ser bingeha edalet û wekheviyê ye. Sûriyeyeke ku bêyî cudahî, rêzê li mafên hemû welatiyên xwe digire.”

Biryar e civîna berfireh a MSD’ê bi encamnameykê bi dawî bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistinên mafên zarokan ji bo Şerîfe Mûhammedî bang kirin
Nûçeya Pişt re Jinên Koreya Başûr li dijî DYE’yê doz vekirin: Bi zorê fihûş hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 11 kes hatin girtin

Serdozgeriya Stenbolê derbarê HDK’ê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çaroveya lêpirsînê de 11 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Volkanê Semeru teqiya: Di asta herî bilind de alarm hate dayin

Volkanê Semeru yê li Endonezyayê teqiya, bi qasî 5.6 kîlometreyî xwelî bi ser volkan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gundê Geçêneyê bi awayê xwe yê siruştî maye’

Kesên ku serdana gundê Geçêneyê dikin, dibêjin qey ev gund bi awayê xwe yê siruştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

MSD: Çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawî dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrik û Dirbêsiyê şehîd hatin spartina axê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konferansa jinê: Divê hikumet xwe biguherîne, jin bê parastin nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?