Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji pênûsa rojnamevan Cîhan Bîlgîn
Rojava

Ji pênûsa rojnamevan Cîhan Bîlgîn

Dema te rêyek da ber xwe, divê tu berdêlê jî bide ber çavên xwe û bimeşe. Ez rê ne, rê jî em in! Em ê bimeşin, yên bidin pey me jî wê her tim hebin. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me, dibe ku em negihêjin, lê eger rê hebe, meşvan jî wê hebe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn bi hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan re berxwedana şervanên QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê dişopandin. Roja 19’ê Kanûnê di encama êrîşa SÎHA’yê dewleta Tirk a dagirker de her du rojnamevan şehîd bûn. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn bûyerên li herêmê di lênûska xwe de jî dinivîsand. Em nîşeyên ku bi saetan beriya êrîşa SÎHA’yê nivîsandîbû, bi we re parve dikin.

“Îro medyayê dewleta Tirk dîsa bi armanca şerê derûnî nûçeyên derew çêdike û agahiya bendava Tişrînê di destê wan de ye parve dike. Ez û Nazim jî niha li Qereqozaxê ne. Niha li herêmê tevgera balafirên keşfê zêde ye. Şervanên vê derê dibêjin dema tevgera balafirên keşfê hebin tevgerîn zêde ne bi ewle ye. ‘Rast e, hûn rojnamevan in, lê di encamê de nûçeyên ku hûn çêdikin rûpoşê wan dixîne. Ji ber vê jî tevnegerin. Hîn beriya sê rojan ên ku li Eyn Îsayê 12 jin û zarok kuştin çima li we nedin?’ Bi vî şeklî me şiyar dikin. Ez jî hevalê min Nazim jî gelo dikarin li cihekî bisekinin û li hemberî berovajîkirina rastiyan çavên xwe bigirin? Ez bawerin na! Nazim, ji şervan re her çendî gotibe, ‘rast dibêjî, pêwîste em baldar bin,’ jî ew kena xwe ya mehçûb û şermokî ku xemzeyê wî derdixe pêş belav kir û wekî ku bêje, ’em cihê xwe nikarin bisekinin’ hin tişt gotin û xwe xilas kir. Jixwe ez çawa nêz dibim li holê ye. Ji ber tiştê ku çavên min dibînin wijdanê min qebûl nake ez niha li vir im û rojnamevaniyê dikim. Nexwe min dikarîbû zanîngeha Dîcleyê xilas kiriba û bibûma parezêr. Derfetên ku anîba re jî jiyana xwe dikarîbûm ava bikim û jiyanekê ji rêze qebûl kiribam. Lê min ev qebûl nekir. Ji ber ku min ji bo ronîkirina civakê berdêldayînê li ber çav girtiye ez li vir im. Ji ber vê keşîf jî hebe, lê jî bidin pêwîst bû ez biçim nûçeya xwe çêkim. Ev milekî de wek wateya jiyana min bû.

MADEM AZADÎ BERDÊLDAYÎN DIXWAZE…

Jixwe hevalên min ên ajansê ji ber difikirîn xetere ye, nexwestibûn ku ez werim Minbicê. Lê ez nûçegihaneek şer im. Û pêwîst bû bûyeran kêlî bi kêlî di cihê wê de bişopanda. Nexwe tu ferqa min bi yên li ber maseyê rûniştî nûçe çêdikin re an jî bi dehan seyareyên ewlehiyê re ji bo nûçe binivîse, nûçegihanên sexte yên ku çîrokan çêdike nedima. Yek jî ez ereziyê Minbic, Qereqozax, Tişrîn, Eyn Îsa û mirovê wan dizanim. Dema ew der azad bû min dilşadiya jinên wê derê parve kir. Heyecanê xwegihandina azadiyê ya ku di çavên wan de min ji kûr ve hîs kir. Bi bîranînên wan ên zilmê ku DAÎŞ li wan kiribû min wek xwîsk dîtibûn û vegotibûn re tijî bûm. Min çay û qehweyê mirovên ku nas nedikir vexwar û bûm perçeyekê çîrokê wan. Bi vî awayî min çîrokên mezin tevlî çîroka xwe kir. Dev ji van berde, ji bo qehweyê ku 40 sal xatirê wê heye jî be, min li gorî pêwîstiyê, ez li wir bim û ez hatim vir. 

Yek jî li vir hewesa şervanên ciwan ên qezenckirinê dibînim. Hundirê çavê wan dibiriqê. Dibe ku saetek şûnde hemû tune jî bin, dibe ku tiştek li wan nebe jî, nizanim. Lê di wê kêliyê de tiştê ku li çavên wan diteyise; ji bo jiyana ku dixwazin ava bikin, kelecan, coş û biryardariya mirin berçavgirtina qehremanan e. Sekna van mirovan hîn duh bi şev ji min re nivîsa, ‘azadî bê berdêl nabe’ nedabû nivîsandin? Madem azadî berdêl dayîn dixwaze, pêwîste ez jî vê li ber çav bigirim û karê xwe bikim. Ji ber vê min got, pêwîste ez biçim Tişrînê û derketim rê. 

Li Tişrînê me û niha çavê herkesî li Tişrînê ye. Ewqas nûçeyên derew çêdikin ku hema hema wê her kesî pê bidin bawerkirin. Niha ez ê ji vir weşana zindî bikim û ew min bibînin. Ez ê li ser bendê ava sar birjînim ser dil dayîkan. Tam li wir, li ser seddê ku dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wî çîrokên derew ên qehremantiyê nivîsandibûn weşana zindî bikim û rastiyê yek bi yek rêz bikim. Ez bawerim dema ez ji vir biaxivim wê ronahiya çavê şervanên ku min bibînin hîn zêdetir bibe. Wê dayîka wan şervanan jî ji ber şîrê helal dane wan şervanan wê serbilind bin. Pêwîste ez vê bidim jiyîn.

EZ JI RÊYA XWE VENAGERIM

Difikirim ku gelo dema ez weşana zindî bikim wê dayîka min jî temaşe bike? Nizanim çima îro her dayîka min tê bîra min. Dema herî dawî em axivîn pir xemgîn bû. MÎT’a Tirk dîsa çûbû wan tehdît kiribû û ew tirsandibû. Ji wan çi dixwazin. Bavê min girtibûn û biribûn cihê ku nizane. Her çendî ji wan re, ‘hûn dizanin Cîhan li ku ye, rojnamevanî dike, çima li ser me zext dikin’ gotibe jî, para xwe ji zilma zaliman girtibû. Pey re gefan lê xwaribûn, tirsandibûn û wisa berdabûn. Kurt û kurmancî min got, ‘çi dikin bila bikin ez ê ji rêya xwe venegerim!’

Ji bo jinekê porê wê her tiştê wê ye. Ji ber bêderfetiyê min porê xwe jî neşûşt û şeh nekir. Ji hatina min a vir ve zêde derfet çênebû. Lê dayîka min porê min çi xweş şeh dikir. Digot, ‘Cîhana min, nûra çavê min, perçeyê kezeba min û jiyana min’ û porê min bi behna gulê şeh dikir. Digot, ‘ez ê îro ji keça xwe ya xweşik re xwarina herî zêde jê hez dike, kutilkan çêkim.’ Bi rastî jî dayîka min kutilk çi xweş çêdikir. Ji 2017’an vir ve min xwarinên dayîka xwe yên ku dumana wan li ser diçû nexwariyê. Dema ez ji dibistanê vedigeriyam, min hîn serê kolanê fêm dikir çi xwarin çêkiriye. Min çiqas bêriya wê û xwarinên wê kiriye. Nîvro ji ber kar min xwarin jî nexwar. Herhal ji ber vê ez van difikirim.

Jixwe me ji Tişrînê weşana zindî kir û karê xwe yê vir xilas kir. Ji bo êvarê jî min soz da televîzyonê, ez ê tevlî weşana zindî bibim. Hevalên vê derê ji ber keşfê dibêjin, ’em ê destûr nedin hûn biçin.’ Lê pêwîste em biçin. Em rojnamevan in. ligel her cure xetereyê em ê karê xwe bikin. Ji bo em xwe bigihînin pêwîst nake em rê dirêj bikin. Dibe ku xeter be, lê em ê ji riya kurt hîn zûtir bigihîjin Qereqozaxê.

Ku tiştek bibe wê çi bibe ku? Tiştekî ku min her tim bawer dikir û dizanî hebû û ev her tim min dilşad kir. Ez di cewherê de bi rastî jî mirovek baş im. Û min vê başiyê di her kêliyê jiyana xwe de nîşan da. Min tu carî başî û xweşikî ji kesî/ê dûr negirt. Ji ber ku wiha me, her tim bi rûyê ken min hezkirin da herkesî. Lewre min başbûnê û başîkirinê hezkir, yek jî kenînê!

Di van rojan de tiştekî din jî heye yê min dilşad dike. Bi Rêbertî re çêbûna hevdîtînan. Dibêjin wê ev hevdîtîn bidomin. Rêbertî bi şeklekî wê hemû xitimandinan derbas bike û ji bo gelê Kurd riya tiştê başkirinê peyda bike. Ji ber vê dema ez hatim hevalan dema pirsîn min got, ‘hîs dikim ku ji bo gelê Kurd wê tiştên pir xweş çêbibin.’ Min bi kurahiya dilê xwe vê bawer kir. Belê, niha êrîş hene, lê Rêbertî bi daneheva xwe ya siyasî û entellektûelî ve xwedî hêza çareserkirina hemû pirsgirêkan e. 

Saet piştî nîvro sisê ye… Heger em hinekî din li vir bimînin em ê dereng bimînin. Nazim jî karên xwe xilas kir. Ligel astengiyan pêwîste em riyekî bibînin û biçin. Dema te rê hilbijart pêwîste berdêldayînê li barçavan bigirî û bimeşî. Rê em in, em jî rê ne. Em ê biçin, wê yên ji pey me werin jî çêbibin. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me, dibe ku em negihîjin jî lê dema rê hebe, wê yên dimeşin jî yên xwe digihînin jî hene. Wekî helbestvan jî gotiye, siberojên xweş û ronî bi me re jî bêyî me jî wê çêbibin!

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN - QEREQOZAX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk bi balafirên şer derdora pira Qereqozaxê bombe kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî

Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo: Ji têkoşînê ber bi diyalogê ve

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo di navbera 4-10’ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin

Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanê QSD’ê Ceger Hesekê di qezaya perwerdeyê de şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?