Pêncşem, 19 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî serdana girtiyan kir: Ji bo aştiyê derfetek dîrokî ye, divê em bi hev re xwedî lê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Cemîl Bayik jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    NAV-YEK’ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş divê bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeşayiyên Cîlo di bin gefa ‘Cîlo Festê’ de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina ked û pîşeyî li dijî qanûna ku zeytûnan dixe nava xeteriyê nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li nêzî Mexmûrê droneyeke xwekuj ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê Armanc Azadî bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûînî: Di vê pêvajoya dîrokî de divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salek derbas bû: Ne birîn hatin pêçandin ne jî edalet bi cih hat!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bombebarana dewleta Tirk de 65 donim zevî şewîtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan li Amedê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê ji bo rojnamevana girtî banga piştevaniyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ‘Tora Têkoşîna bi Tundiyê re’ hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye
Rojava

Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye

Tişrîn û Qereqozax du nuqteyên krîtîk in ku li rojhilat û rojavayê Firatê ne. Dewleta Tirk bi kontrolkirina wan dixwaze dagirkeriya xwe ber bi rojhilatê Firatê ve bibe. Parastina Qişrîn û Qereqozaxê parastina Kobanê, Reqa, Cizîr, Dêrazor û Hesekê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser bendava Tirşînê û Qereqozaxê zêde kirine. Zêdekirina êrîşan radixe pêş çavan bê ev herêm ji aliyê jeostratejîk ve xwedî girîngiyeke çawa ye. Lewma pêwîstî pê heye ku girîngiya aborî, siyasî, leşkerî û cografîk a van herêman bê lêkolîn.

Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê li ser Çemê Firatê du nuqteyên krîtîk in ku rojhilat û rojavayê Firatê kontrol dikin û derfetên derbasbûnê pêşkêş dikin. Pira Qereqozaxê li ser rêya M4 e ku rêya bazirganiya navneteweyî ye. Li hemberî êrîşên li ser Kobanê, Eyn îsa, Reqa, Tebqa û tevahiya herêma Cizîrê, ji bo avakirina xetên parastinê, weke baregeheke stratejîk e.

Qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, ji aliyê sînor ve seranserî bi dîwarên ji beton ên bi bilindahiya çar metreyî dorpêçkirî ne. Yanî, dewleta Tirk ya dikare ji bakur bi rakirina van dîwaran bikeve nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dest bi êrîşên dagirkeriyê bike, yan jî ji rojhilat ve ji xeta Qereqozax û Tişrînê ku bi 20 km’yî li aliyê başûr e, dest bi êrîşa dagirkeriyê bike. Lewma herêmên Tişrîn û Qereqozaxê li ser Çemê Firatê nuqteyên herî krîtîk ên kontrolkirina derbasbûnê ya rojhilat-rojava ya çemê Firatê ye. Bi saya vê yekê derfetê dide ku qada derbasbûnê ya rojhilat û rojavayê Firatê kontrol bike. Cihên diyarker ên xeta parastina herêmî ne. Li hemberî êrîşên gengaz ên li ser Kobanê, Reqa û Cizîrê weke baregeheke stratejîk e.

Li seranserê rêya M4, rêya ji herêma Cizîrê piştî Eyn Îsa û Çelebiyê bi 5 kîlometreyan digihêje Qereqozaxê. Eger rê dewam bike piştî 20 km’yan digihêje Minbicê. Ji çarrêyan ber bi bakur biçe jî piştî 25 km’yî digihêje Kobanê, piştî 6 km’yî li başûr jî digihêje Sirînê. Piştre ji başûr ber bi rojhilat ve digihêje Tişrîn, Tebqa û Reqayê.

Bêguman rêyên  hîn kurt ên ber bi Reqayê hene. Ev jî xetên Girê Spî, Serêkaniyê û Tirwaziyê ne ku li pêşberî Eyn Îsayê ne. Dewleta Tirk difikire ku piştî pira Qereqozax û derdora wê bi dest xist, wê berxwedaneke cidî li hemberî xwe nebîne. Lewma dixwaze hakimiyeta xwe ya vir, yan bi rengekî nerm yan jî bi rêya zexta tund çêbike. Bi vî rengî potansiyela dorpêçkirina Kobanê, ji bo êrîşên li ser Reqayê avantaj çêkirin, avakirina korîdora xwe gihandina herêmên Ereb û kapasîteya çêkirina zextê ya li ser Rêveberiya Xweser xurt dike.

BI HÎLEYÊN DÎPLOMATÎK DAGIRKERÎ

Ji bo pêkanîna vê yekê, wê ev rê ceribandiban: Weke hûn dizanin, hefteya borî bê navber dihat behskirin ku wê di navbera dewleta Tirk û QSD’ê de agirbest çêbibe. Yek ji madeyên herî esas a di vê agirbestê de li ser nehatî lihevkirin, Turbeya Suleyman Şah bû. Nêzîkatiya hêzên QSD’ê di çarçoveya maqul û mirovî de bû ku turbe dikare li wir bê bicihkirin, qasî 10 personelên nobetdar jî dikarin li wir bên bicihkirin. Lê belê dewleta Tirk qebûl nedikir ku vê turbeyê bi vî rengî bînin wir. Şertê dida pêş jî ew bû ku qada 2,5 kîlometre ya li rex Qereqozaxê wê radestî dewleta Tirk bê kirin, wê ti cihên konrolê li serê pirê nebin, ew jî wê di bin kontrola wan de be û weke giştî wê araziya di destê xwe de bi çekên giran tejî bike û hêzeke leşkerî ya mezin, bi cih bike.

Bi rengekî xwezayî rewşeke lihevnekirinê derkete holê. Ji ber ku eger di çarçoveya hate diayrkirin de qad bi dest xistibûna, bêyî ku zehmetiyê bikişînin wê bi hîleyên dîplomatîk pir bi dest xistibûna û Kobanê heta xeta Eyn Îsayê qut bikira û bixista nava dorpêçê. Wê demê jî dibe ku pêwîstî pê nedîtibûna ku yekser êrîşî Kobanê bikin. Ji ber ku Kobanê wê hatibûya dorpêçkirin û ji her alî ve hatibûya îzolekirin. Eger yekser êrîş kiribûya dibe ku ji qada navneteweyî, ji raya giştî ya navneteweyî nerazîbûneke cidî werbigirta. Ji ber vê jî îzolekirina Kobanê bi dorpêçkirinê, tevlîhevkirina xetên Tebqa, Reqa û Dêrazorê û bidestxistina wan deveran, piştre jî êrîşa li ser Hesekê û herî dawî jî êrîşa li ser Kobanê dibe ku taktîka wan a bingehîn bû.

Eger bi rêbaza nerm cihên ku hatin diyarkirin karîbûna bi dest bixistina, wê hêzeke gelekî mezin a leşkerî lê bi cih bikira, bi êrîşeke ji Girê Spî bida destpêkirin wê karîbûya bi hêsanî encam bi dest bixista. Bi vî rengî wê li seranserê rêya M4 bi pêş ve biçûya, bi êrîşa ji Girê Spî re eger baskek li Çelebiyê bi baskê Qereqozaxê re bigihişta hev, wê bi baskê din re yekser berê xwe bidan Reqayê. Gavên ji vir û pê ve jî mîna kevirên domîno wê li pey hev bihata. Qad wê parçe parçe qut bikira û bifetisandibûya. Dawiya dawî jî wê Kurdên lawazkirî li gel hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê asê bikira û li gel çekên kîmyewî bi her rê û rêbazên leşkerî qir bikira.

BI ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ HEWLDANA ENCAMWERGIRTINÊ

Weke rêya duyemîn jî xwestin bi êrîşên leşkerî pirê û qada piştî wê bi dest bixin û heman senaryoyê ji destpêkê ve bi rêbaza zextê bixin meriyetê. Ji xwe piştî ku dîtin bi rêbaza destpêkê nikarin encamê bi dest bixin, rêya duyemîn tercîh kirin û 13 roj in ji bo vê armancê pêk bînin bê navber êrîşî wan qadan dikin. Qada ku li ezmanê wê herî kêm 5 SÎHA digerin, timî bi tank û obusan tê bombekirin. Li ser girikên li qada Qereqozaxê baregehên TSK hatine avakirin û tank hatine bicihkirin. Bi rengekî şênber ev dever dagir kiriye. Bêyî ku maskeya çeteyan dîne ser rûyê xwe, artêşa Tirk êrîş dike. Lê belê li gel her tiştî jî nekarî encamê bi dest bixe.

Girîngiyeke din a pira Qereqozaxê ku ji aliyê leşkerî ve ev rola xwe heye, pireke ku li ser rêya M4 a bazirganiya navneteweyî ye. Li wê derê jî eger kontrola M4 bi temamî bi dest bixe, wê herikîna bazirganiya herêmî kontrol bike, ji aliyê leşkerî û lojîstîkî ve wê nuqteyeke krîtîk a derbasbûnê ava bike, ji aliyê aborî û stratejîk ve wê mifteya kontrola herêmê bixe destê xwe.

Dema ku dagirkerî pêk hat, hingî wê gotina rojava û rojhilatê Firatê ji holê rabe ku dewleta Tirk wê kontrola herêmê bi temamî bixe destê xwe.

ARMANCA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Bendava Tişrînê jî xwedî girîngiyeke bi heman rengî ye. Ji bo peydakirina pêwîstiya elektrîkê ya ji bo tevahiay Sûriyeyê xwedî roleke krîtîk e. Bendava Tişrînê li gel Bendava Tebqayê ji aliyê tedarikkirina pêwîstiya elektrîkê ya herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk e. Bi vî rengî wê kontrola çavkaniyên enerjiyê yên girîng bixista destê xwe. Li gel vê yekê di serî de Heleb, Minbic, Kobanê, Dêrazorê wê li ser çavkaniyên avê yên tevahiya herêmê bibûya xwedî kontrol û zexteke stratejîk bikira. Dewleta Tirk dixwaze bi kontrolkirina avê re van deveran hemûyan kontrol bike. Çawa ku bi dagirkirina Serêkaniyê re av li ser bajarê Hesekê birî ku nifûsa xwe milyonek mirov e, wê bibûya xwedî wê serweriyê ku vê gefê li ser hemû herêmên din bi kar bîne. Weke ku tê zanîn, milyonek mirovên li Hesekê ji ber ku dewleta Tirk ava Elokê birî, di nava zor û zehmetiyê de ne. Li tejaneya Firatê, bi xaka dewlemend re wê xwe bigihanda qadên hilberîna çandiniyê yên girîng û kontrol bikira.

Herêmên Tişrîn û Qereqozaxê ne tenê ji aliyê leşkerî ve her wiha ji aliyê siyasî, aborî û avaniyî jî nuqteyên herî stratejîk ên Bakurê Sûriyeyê ne. Kontrola van herêman ji bo şekildayina li paşeroja cografyayeke berfireh, xwedî potansiyelê ye. Parastina vê herêmê xwedî wê girîngiyê ye ku dikare bandorê li tevahiya hevsengiyên herêmê bike.

Girîngiya jeostratejîk a van herêman nîşan dide ku ji hedefeke leşkerî wêdetir, xwedî potansiyela jinûve şekildayina hevsengiyên hêzê yên herêmî ye.

Hêzên parastinê yên di bin sîwana QSD’ê de ne, bi vê rastiyê zanin û bi berxwedaneke bêhempa heta niha ev êrîş şikandine. Ji ber ku eger herêm ji kontrolê derkeve wê ev yek bandoreke yekser li dînamîkên parastinê yên cografyayeke berfireh bike. Ewlehiya Kobanê, ewlehiya parastina Reqayê, herêma Cizîrê, korîdora ewlekariyê ya ji Dêrazorê heta Hesekê bi parastina van deverên stratejîk dibe. Ji ber vê yekê jî berxwedana tê kirin di rastiyê de berxwedana parastina Kobanê, Reqa û Cizîrê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
Nûçeya Pişt re Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê bi dawî bû

Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê, qasî saetek û 50 deqe dewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin

Birayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan peyamek ji bîranîna li…

Ji aliyê Stêrk TV

PAJK: Hevrê Nujiyan mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt

Koordînasyona PAJK’ê: Hevrêya me Nujiyan a ku di êrîşa namerdane ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

NAV-YEK’ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakiya ji bo ciwanê ku li Efrînê hate qetilkirin: Li gorî peymanê tevbigerin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Latîfe Dag jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?