Yekşem, 8 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 222 Kurdan hatin piştrastkirin ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Li Îran û Rojhilat nêzî 7 hezar kes hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em li hemberî weşanên dijminê jinan nerazîbûna xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji PJAK’ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî
Kurdistan

Ji PJAK’ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî

Meclîsa PJAK'ê têkildarî hewldanên fitneyê ku dixwazin bixin navbera gelên Kurd û Tirk ên Azerî hişyarî da û destnîşan kir ku wê ji bo xurtkirina girêdana hêja ya navbera Kurd û Azeriyan hêza xwe heta dawiyê bi kar bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo gelê Tirk ê Azerî û hewldanên ku dixwazin fitneyê bixin navbera Kurdan û Tirk ên Azerî daxuyaniyek da.

PJAK’ê diyar kir ku di rojên dawî de bi destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, nakokî û gengeşeyên li Rojhilata Navîn gihîştine astek nû û got, “Bê guman, şerekî bi rehendin ewqas mezin wê bandorek dîrokî û demdirêj li ser çarenûs û paşeroja neteweyên Îranî bike. Ev yek ji bo herdu neteweyê Kurd û Tirkê Azerî derbas dibe. Ji ber nêzîkbûna erdnîgarî ya Kurd û Tirkên Azerî û hebûna wan a hevbeş li deverên wekî Ûrmiyeyê, ev şer û bûyerên pê re têkildar wê ji bo herdu neteweyan encamên cidî bi xwe re bîne.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di her qonaxên dîrokê de Kurd û Azerî mil bi mil li ber zor û zehmetiyan rabûne, encamên hêja û berçav bi dest xistine û hate gotin, “Her gava ku xêrnexwaz û destên biyanî ketine jiyana siyasî ya van her du neteweyan û agirê nakokiyan gur kirine, her du netewe jî di bûyerên nexweş û tal de asê mane. Hem bîranîna rojên dijwar ên ku bi hev re ku bi dostî û xebata hevbeş a her du neteweyan re derbas bûne, hem jî bîranîna rojên tal ên dabeşbûn û aloziyê yên ku ji hêla xêrnexwaz û dijminan ve hatine çêkirin, di bîra dîrokî ya Kurd û Tirkên Azerî de hatine tomarkirin. Di vê demê de ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de siya xwe avêtiye ser jiyana herdu neteweyan, guncaw e ku em li ser ezmûnên xwe yên dîrokî binêrin da ku em bikaribin mil bi mil di vê qonaxa dîrokî ya xeternak de bimeşin û bi ewlehî jê derbas bibin.”

‘JI BO XURTKIRINA GIRÊDANA HÊJA YA KURD Û AZERIYAN EM Ê HÊZA XWE HETA DAWIYÊ BI KAR BÎNIN’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di qonaxên cûda de, hem ji hêla raman û projeyan ve ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkan û hem jî di warê pratîkî de, hewl dane ku hevpariyên dîrokî yên di navbera Kurd û Tirkên Azerî de veguherînin derfetek hêja ji bo bilindkirin a têkoşînên azadîxwaz û avakirina pergalek demokratîk. Niha em ji her demê bêtir bi vê yekê re eleqedar in. Ji ber ku di germahiya vî şerê ku tevahiya Îranê girtiye nav xwe, hem saziyên ewlehiyê yên hikûmetê û hem jî xêrnexwazên ku ji bo afirandina aloziyê di navbera Kurd û Tirkên Azerî de kemîn kirine, hewl didin ku di navbera van her du neteweyên bira û hevçarenus de atmosferek Tirkofobiyê û Kurdofobiyê biafirînin. Em bi eşkereyî radigihînin ku PJAK hemî hêza xwe bi kar bîne da ku girêdana hêja ya di navbera her du neteweyan de ji her demê xurttir bike û bi vî rengî, zirara ku ji ber şerê heyî çêdibe bigihîje asta herî kêm. Em xwe ji her du neteweyan re berpirsiyar dibînin û wê hemî kapasiteyê xwe bikar bînin da ku planên xerab ên hikûmeta Îranê û xêrnexwazên din ên li herêmê pûç bikin.”

‘BILA RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN KURD Û TIRKÊN AZERÎ SAZIYÊN HEVBEŞ AVA BIKIN’

PJAK’ê di vê çarçoveyê de pêşniyar kir ku rêxistin û saziyên civaki û sivîl ên Kurd û Tirkên Azerî saziyên hevbeş ava bikin da, karibin mil bi mil bixebitin da ku li bajar û herêmên ku wekî welatê hevpar ê her du neteweyan têne hesibandin, li dijî xetere û zirarên muhtemel ên vî şerî re, têkoşîn bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, amade ne ku bi hemû sazî û rêxistinên azadîxwaz û demokratîk ên Azerî re hevkariyê bikin da ku ruhê hevgirtina demokratîk di navbera her du neteweyan de pêş bixin. Bi vî rengî, em dikarin erkê xwe yê dîrokî bi cîh bînin da ku bi bandorên wêranker ên şer li ser jiyana gelên me re têkoşîn bikin û rejîm û hikûmetên din ên firsendperest ên li herêmê ji derfeta çandina nakokî û dabeşbûnê di navbera Kurdan û Tirkên Azerî de bêpar bikin.

BANGA LI HIKUMETA TIRK Û KOMARA AZERBAYCANÊ

Em bawer dikin ku neteweya Kurd û neteweya Tirk a Azerî xwedî hêza birêvebirina karûbarên xwe ne û bêyî hewcedariya destwerdana derve piştgirî û alîkariya hev dikin. Di vî warî de, peyama me ji bo hikûmeta Tirkiyeyê û Komara Azerbaycanê ev e ku heke ew bi rastî li berjewendiyên Tirkên Azerî dinêrin, divê ew ji her siyasetek ku Kurdan wekî gefek li ser Tirkên Azerî nîşan dide dûr bisekinin. Ji ber ku her hewldanek ji bo afirandina atmosferek ji Kurdfobiyê û xternak nîşandana Kurdan, rêya têkoşînên demokrasixwazi ên neteweya Tirk a Azerî li Îranê şaş bike û wan ji armancên wan ên rastîn dûr bixe, û ev kar tenê dê sûdê bide rejîma Komara Îslamî.”

Daxuyaniya Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi vî rengî bi dawî bû:

“Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, ji Tirkên Azerî re radigihînin ku hûn xwişk û birayên Kurdan in, piştrast bin ku ti xeterek ji aliyê me ve tehdîtek nake, her wiha di vê serdema xeternak de ku agirê şer li her derê belav bûye, em ê bi hemû hêza xwe erkê xwe yê şoreşgerî bicîh bînin da ku ti zerarek negihe we. Ji ber ku bi raya me, bidestxistina azadî û mafên gelê Kurd û tirkê Azerî bi awayekî kûr bi têkiliya her du neteweyan re hatiye girêdan. Bi destxistina azadî û mafên ku hatine tepeserkirin, ku di heman demê bi dehsalan xwestek û daxwaza siyasî ya her du gelên Kurd û Tirk ê Azerî ye, tenê bi destdayîna bi dostaniyê û hevkariya pir ali ji bo derbaskirina serdema aloz a heyî û avakirina pêşeroja me ya azad û demokratîk a hevpar mimkun e. Di vî warî de çi berpirsiyar be, em ê bi hesasiyet û hişyariyê de pêk bînin û li hember wê jî, em hêvî dikin ku rêxistin û saziyên din ên siyasî û sivîl jî di vê rêyê de bi me re bibin û hevkariyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe
Nûçeya Pişt re Îranê bi çar pêlan fuze avêt Îsraîlê, teqînên mezin rû dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê 5 şehîd bi bîr anî: Em ê li ser rêya wan bimeşin û bi ser bikevin

YPJ'ê ji fermandarên YPJ'ê Jînda Botan, şervana YPJ'ê Dîlan Şoreş û şervanên QSD'ê Weten Dêrazor,…

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Îmret têkildarî hevdîtinên li Elmanyayê axivî

Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret da zanîn ku rayedarên Elmanî ku hefteya borî…

Ji aliyê Stêrk TV

Noker emrê dagirkeran dirêj dike, gerîla jî bênavber derbê lê dide

Şer ne tenê di navbera gerîla û dagirkeran de ye; hêzên noker temenê dewlweta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêxmeqsûdê li dijî malbatên Kurd şelandina bi çek zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tabûra Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ava bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?