Nameya ku ji bo Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio hate nivîsandin bi sernavê “Sûcên şer ên dewleta Tİrk ên li dijî gelê Kurd rawestînin” hate amadekirin.
Komeleya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî, Yekîtiya Berxwedêrên Şer, Xwişk û Biratiya Lİhevkirinê, Forûma Gelan ên di bin dagirkeriyê de ne û Înîsiyatîfa Karên Berxwedêr name amade kirin.
Di nameyê de ji rêveberiya nû ya DYE’yê hate xwestin ku piştgiriyê bide vê banga ‘berpirsyarane’.
TIRKIYE ARAMIYA HERÊMÊ TEHDÎT DIKE
Name bi vî rengî ye: “Piştî li Sûriyeyê rejîma Beşar Esad hilweşiya, dewleta Tirk êrîşên dijwar li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava da destpêkirin. Ev pêvajoya ku diviyabû veguhere pêvajoyeke diyaloga aştiyane û demokratîk, ji bo berjewendiyên hêzên derve veguheriye qada şer û gef aramiya herêmê hat xwarin-bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve.
Êrîşên hêzên Tirkiyeyê li ser du xalên krîtîk dimeşin: Ev jî Pira Qereqozax û Bendava Tişrîn e ku li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava ye. Ev herdu cih ji bo girêdana di navbera Minbic û Kobanê de xwedî cihên stratejîk in. Ji bo ku dewleta Tirk dagirkeriya ku dixwaze pêk bîne, hewl dide ev van herdu cihan kontrol bike. Zirara binesaziya bendavê rê li ber encamên karesatê yên milyonek mirov vedike, gefê li jiyan û debara jiyanê li navendên bajarên mîna Reqa û derdorê dixwe.
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov, balafirên şer ên F-16 û topan li dijî sivîlên li bendavê kom dibin û sivîlên dora herêmê zêde kiriye û ev êrîş bûne sedem ku gelek windahiyên can çêbibin.
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN TENDURISTÎ, EWLEKARÎ Û XEBATÊ YÊN OCALAN BÊN EWLEKIRIN’
Niha hê jî derfeteke baş heye ku êrîşkariya Tirk a li dijî gelê Kurd were sekinandin. Sedema politikaya Tirkiyeyê ya dij-Kurd, israra Enqerê ya berê di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. Wekî din hin aliyên dewleta Tirk bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku ev 26 sal in girtî ye hevdîtinan dikin. Ocalan beriya niha gelek caran daxwaza xwe ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd anîbû ziman û di hevdîtina xwe ya li gel parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re ev daxwaza xwe dubare kir. Ev hevdîtin di 28’ê Çileyê de pêk hat.
Ocalan, diyar kir ku divê bi awayekî lezgîn pirsgirêka Kurd bi diyalogên avaker û hewldanên parlamenteran bê çareserkirin. Ocalan dilsoziya xwe ya bi pêşvebirina yekîtiya Tirk-Kurdan re careke din destnîşan kir û rêyên çareseriya demokratîk a ji bo şerên dewam dikin, pêşkêş kir. Eger şert û mercên ewlekarî, tenduristî û xebatê yên Abdullah Ocalan bên ewlekirin, wê karibe lihevkirin û têkiliyeke ji bo çareseriya siyasî baştir pêş bixe. Ligel êrîşên dewleta Tirk jî, em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajoy firsendeke mezin e.
DIVÊ TAVILÊ ÊRÎŞ BÊN SEKINANDIN
Dibe ku ev fersend bi zextên siyasî yên Washingot DC’yê pêk were, ji ber ku Tirkiye hevalbendek stratejîk ê DYE’ê û hevkarê NATO’yê ye. Ji ber vê yekê ji bo tavilê êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên seknandin, daxwaza me ji we ew e ku çi ji destê we bê hûn bikin. Em li benda paşerojeke welê ne ku hûn bikaribin dewleta Tirk bi rêya diyaloga li tevahiya herêmê ber bi aştiyeke mayînde ve bikişînin.”
Navê kesên name îmze kirine bi vî rengî ne:
International Peace Research Association
War Resisters League
Fellowship of Reconciliation
Occupied Peoples Forum
Resistance Studies Initiative