Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen bi wesîleya salvegera 10’emîn a Qirkirinê daxuyanî dan.
CÎK’ê diyar kir ku beriya 10 salan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên tarî yên ku piştgirî didinê, sûcekî mirovahiyê yê mezin hate kirin û destnîşan kir ku ew di salvegera 10’an a komkujiyê de, car din vê komkujiyê lanet dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di Quranê de hovîtiyeke bi vî rengî nayê erêkirin û ev tişt hatin gotin: “Em li dijî vê zilmê bêdeng nemane, namînin û em ê ti carî jî bêdeng nemînin. Divê em hesabê vê hovîtiya li Şengalê qewimî bipirsin, ji bo ev sûcê mirovahiyê neyê jibîrkirin, em têbikoşin. Ev yek hem berpirsyariya me ya olî û hem jî mirovî ye. Wê teqez edaleta Xwedayê Mezin pêk were û zalim wê hem li vê cîhanê hem jî li axiretê hesabê vê komkujiyê bidin.”
JI BO HOVÎTÎ CAR DIN NEQEWIMIN, BANGA YEKÎTIYÊ HATE KIRIN
Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen jî di peyama xwe de ev tişt got: “Hem rayedarên fermî yên Iraqê hem jî hêzên xwecihî yên li herêmê heta îro daxwaz û pirsgirêkên xelkê me yê Êzidî ji nedîtî ve hatine. Ev yek nayê qebûlkirin/divê neyê qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrîşên dewleta Tirk ên roja îro û hat bilêvkirin ku dewleta Tirk piştgirî da DAÎŞ’ê. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Beriya 10 salan xelkê me yê Êzidî ku nûneriya koka gelê Kurd dike, rû bi rûyê komkujiyê ma. DAÎŞ’ê ev hovîtiya mezin li ser daxwaz û plana dewleta Tirk pêk anî. Bi deh hezaran mirovên bêguneh û mazlûm bi destê van kujeran bi hovîtî hatin kuştin û li gorên komî hatin binaxkirin. Bi deh hezaran ciwanên qehreman ên gelê Kurd, bedena xwe kirin sîper û xewn û xeyalê van hovan û hêzên herêmî û navneteweyî yên ku axayê van çeteyan bûn, pûç kirin. Ev hov û plan û projeyên piştevanên wan, tune kirin. Ji bo ku hovîtiyeke bi vî rengî car din neqewime, em bang li gelê xwe dikin ku li dijî dijminên xwe yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.”