Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Şarederên Hackney, Haringey û Enfieldê ji bo Rojava ji hikûmetê re bangawazî
Rojava

Ji Şarederên Hackney, Haringey û Enfieldê ji bo Rojava ji hikûmetê re bangawazî

Li Brîtanyayê, sê şaredarên cuda yên ji Partiya Karker (Labour Party), bang li hikûmeta Londonê kirin ku tundiya li ser Kurdên li Rojava bi awayekî eşkere şermezar bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di demekê de ku Kurdên li Brîtanyayê û dostên wan ji bo parastina statuya Rojava û rakirina dorpêça li ser Kobanê hewildanên xwe yên dîplomatîk û zexta rayagiştî didomînin, ji rêveberiyên herêmî jî pêngaveke balkêş hat. Şaredarê Hackneyê Caroline Woodley, Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl û Şarederê Haringeyê Peray Ahmet, ji hikûmeta Partiya Karker re ku endamên wê ne, nameyeke hevpar nivîsandin.

“BERPIRSYARIYA ME LI HEMBERÎ GELÊ KURD HEYE”

Şaredaran destnîşan kirin ku li hemberî civaka Kurd a ku li herêmên wan dijîn berpirsyar in û tundiya li Sûriyeyê û êrîşên ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hedef, bi tundî şermezar kirin.

Di nameyê de hat diyarkirin ku ji ber operasyonên leşkerî yên dawî yên li Rojava û Sûriyeyê zêdetirî 155 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûne. Her wiha hat gotin ku tevî peymana agirbestê jî şer dîsa dest pê kiriye û binpêkirinên giran ên mafên mirovan berdewam dikin.

Şaredaran bal kişandin ser wê yekê ku gelê Kurd ê ku di eniyên herî pêş ên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de cih girt û berdêlên giran da, îro dîsa di bin metirsiyê de ye û bang li hikûmeta Îngîlîstanê kirin ku helwesteke zelal nîşan bide.

JI BO HIKÛMETÊ BANGAWAZIYA ÇAR XALAN

Daxwazên Woodley, Erbîl û Ahmet ên ku gihandin hikûmetê wiha ne:

*Piştgiriyê bidin parastina nasnameya Kurd û hemû civakên kêmnetewe yên li Sûriyeyê.

*Binpêkirinên mafên mirovan li ber çavê rayagiştî bi eşkere şermezar bikin û soz bidin ku hûn ê piştgiriyê bidin aştiyê.

*Ji bo dawî hatina tundiyê piştgiriyê bidin muzakereyan û daxwaz bikin ku ji bo sivîlan mekanîzmayên parastinê yên berbiçav werin avakirin.

*Piştgiriyê bidin mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe ku binpêkirinên mafên mirovan belge dikin û çavdêriya rêziknameyên agirbestê dikin.

BAMBOS: DIVÊ EM LONDON Û MANCHESTERÊ JI BÎR NEKIN

Li aliyê din, Parlamenterê Partiya Karker (Labour Party) Bambos Charalambous jî bi armanca parastina Rojava û mîsogerkirina statuya wê, bi Wezîrê Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê Hamish Falconer re hevdîtinek pêk anî.

Charalambous der barê hevdîtinê de daxuyanî da û diyar kir ku wî rewşa li Rojava û bi taybetî ya li Kobanê ji Wezîr Falconer re ragihandiye û destnîşan kir ku divê ji bo parastina gelê Kurd gavên lezgîn werin avêtin.

Charalambous êrîşên ku DAIŞ û pêkhateyên cîhadî yên mîna wê li London û Manchesterê pêk anîbûn bi bîr xist û ev hişyarî da: “Valahiyeke hêzê çêdibe ku dikare rê bide hêzên radîkal ên mîna DAIŞ’ê careke din derkevin holê. Me dît ku dema tundrewî li Manchester û Londonê bi awayekî bêkontrol mezin dibe, dibe sedema çi. Ji ber vê yekê parastin, berpirsyarî û rêveberiyeke berfireh ne vebijarkek e, pêwîstiyek e. Min ev fikarên xwe rasterast bi birêz Falconer re parve kirin û ez ê parvekirina wan bidomînim. Di parlamentoyê de dostên gelê Kurd hene û em ê xebatên xwe yên lobiyê bidomînin.”

BI WEZÎRÊ TENDURUSTIYÊ RE HEVDÎTINA ‘ROJAVA’

Nûnerê MSD’ê (Meclisa Sûriyeya Demokratîk) ê Brîtanyayê Dr. Mohamed Moustafa jî bi Wezîrê Tendurustî û Karûbarên Civakî Wes Streeting, parlamenter û endamên House of Lords (Civata Lordan) re hat cem hev û der barê êrîşên li ser Rojava û dorpêça Kobanê de agahî dan wan.

Dr. Moustafa bi taybetî bal kişand ser rewşa mirovî ya li Kobanê û daxwaz kir ku hikûmet ji bo li dijî çeteyên cîhadî korîdoreke mirovî were vekirin, bikeve tevgerê. Di hevdîtinan de hat destnîşan kirin ku divê hikûmeta Brîtanyayê nêzîkatiyekê nîşan bide ku tevî gelê Kurd hemû nasnameyên cuda biparêze û li dijî pêkhateyên cîhadî gavên berbiçav biavêje.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN LONDRA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo Konfederalîzma Jinên Cîhanê gaveke mezin’
Nûçeya Pişt re Kuran: Ji bo mirovên mîna me, jiyan Tevgera Azadiyê bixwe ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredariya Fabriano hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe, Pexşan û Şerîfe

Şaredariya Fabriano hemwelatîbûna rûmetê da girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Kamerayeke mobesse hate îmhakirin

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di çalakiya sûîqestê de kamerayeke mobesse ya artêşa Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji lûtkeya Trump-Putîn ‘peyman’ çênebû

Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn li Alaskayê hatin ba hev.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şam peymanê bi cih nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê 2 malbat li hev hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Egîd Efrîn: Gelê Kurd bi hevgirtinê dikare hemû êrîş û komployan pûç bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrîna dagirkirî birîna daran dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?