Ax bi ziman neaxive; lê belê dema ku zêmarekê dibihîze diheje. Û carna awazek dibe dengvedana gelekî; ew deng li wan çiyayan vedide, tevlî bîranîna miriyan dibe; şînê digire û di heman demê de li ber xwe dide. Deng û awazê Hozan Serhad dengekî bi vî rengî bû; zimanê xaka bêdengkirî, dengvedana strana tepisandî.
Muzîka Serhad ne tenê bi awazê, her wiha bi bîr, hesret û nîvcomayinê hûnandî ye. Wî dengê xwe ji êşa gelê xwe wergirtî, gotinên xwe jî ji nava zêmarên jibîrkirî de peyda kiriye. Her berhema ku wî got, ne tenê stranek bû; jinûve vegotina jiyaneke jidestdayî bû. Di strana ‘Çûka Serê Darê’ de ew çûk ne metaforeke ji rêzê ye; hiş ê belavbûnî yê gelekî ye. Lê belê mebest ji wê çûkê ne tenê gel e. Ew bêdengiya ji nava dilê Serhad e. Wê çûkê xwe bi birînê girtiye ne bi xakê. Rabirdûyeke ku cihekî xwe lê dîne nîne, paşerojeke ku hêlîn lê nikare bê çêkirin. Her hewldana xwe ya firînê raperînek, her xwedanîna bi bêdengî jî qebûlkirin e. Û Serhad di baskên vê çûkê de n tenê gelê xwe, her wiha dengvedana cîhana xwe ya navxweyî ya parçebûyî hildigire.
Ew zarokê gundên şewitandî yê Kurdistanê, zarokê gelekî sirgûnkirî û dayikên şîngirtî bû. Huner ji bo wî ne tercîhek bû, lê mecbûriyetek bû. Ji ber ku hebûn di heman demê de vegotin bû. Ji ber ku vegotin, şêweyê herî bilind ê jiyanê bû. Li korîdorên konservatûarê yên Zanîngeha Egeyê ew dengê li lênûska wî hate neqişandin çirûska destpêkê ya zêmarekê bû ku wê rojekê li quntara çiyayekî deng vedabûya. Ev awaza bi teoriyê ava bû bû wê di demeke nêz de li rastiyê biketa. Û êdî her strana hate nivîsandin, li ser zimanê dayikekê bû ku li ber gorekê bi bêdengî disekinî.
Di salên sirgûniyê de her notayeke li Ewropayê dihate danîn ne tenê awazek bû, di heman demê de eynikek li ber hişê birîndar bû. Lê belê êşa herî giran a ku bandora herî mezin lê kir, ew xençer bû ku yên weke bira didît li piştê dihate xistin. Bûyerên sala 1997’an li Hewlêrê rû dan, di dilê wî de bû kêliyeke diyarker.
Hozan Serhad ne tenê şahidî ji vê xiyanetê re kir. Bi tembûra xwe li ber rabû, bi dengê xwe hesab pirsî. Ev hêrs ew hêrsa diqîre nebû. Strana bi navê ‘Hewlêr’ qîrînek bû ku nediqîriya, lê di nava xwe de xwîn jê dihat. Ew stran ne tenê dengvedana bûyerekê bû, her wiha şikestiya xeyalên gelekî ya di nava dengê xwe de bû, zêmareke bêdeng bû, rûbirûbûna ya hatî ji bîrkirin bû. ‘Hewlêr’ ne tenê stranek bû, ew hawara gelekî ya li ber gora bi xwe kolandibû. Û êdî di wê gorê de baweriya bi biratiyê ya di dilê Serhad veşartî bû.
Dîsa bêdeng nebû. Ji ber ku muzîka wî ne tenê zêmara rabirdûyê bû, di heman demê de hişyariyek ji bo paşerojê bû. Bi bîr xist bê jibîrkirin wê encama xwe çi be. ‘Payiz e’ di nava vê hişyariyê de deng veda.
‘Payiz e’ qala bêdengiya li pişt yên venagerin nebû, ew berxwedana li nava bêdengiyê bû. Strana baweriyeke westiyayî lê ne çoktewandî bû. Serhad di vir de dev jê bernade; qebûl dike lê belê di nava vê qebûlkirinê de serî natewîne. Carna serhildana herî mezin di nava bêdengiyê de veşartî ye. Û Hozan Serhad ozanê vê serhildana veşartî bû.
Carna muzîk her tim nikare têrê bike. Ji ber ku li hin waran dengê têla kemanê ji dengvedana mayinekê bêhtir sivik e. Nota, neçar in ku bala xwe li ser cihê ku pê lê dike be. Her qada ku stran lê tê gotin di heman demê de bêdengkirineke ku dikare bibe hedef. Carna kewana kemanekê û lerza çekekê xwedî heman lerizînê ye. Dengê Hozan Serhad ew dengvedan bû ku di nava wê lerizînê de li ser piyan ma. Di bêçekbûyîna hunerê de jî berxwedanek hebû, lê belê wî biryar da ku vê bexwedanê ne tenê bi gotinan, lê bi gel re hilgire.
Carna tembûrê jî têrê nekir. Ji ber ku gelekî welê ye ku yên ku xwedî strana wê ye tenê bi gotinê nikare jê xilas bibe. Nîvê stranê zêmar bû, nîvê din jî berxwedan. Yekkirina herduyan tenê bi hunerê nedibû, bi têkoşînê dibû. Ji ber vê yekê Hozan Serhad ne tenê hunermendek bû; rojekê rahişt çekê, rojekê jî rahişt tembûra xwe. Roja ku meşiya nota û fîşek li ser pişta wî xwedî heman giraniyê bûn. Û wî rahişt herduyan. Ne dest ji tembûrê berda ne jî ji vê rêyê. Ji ber ku muzîka wî ne tenê awazek bû; qîrîna navxweyî ya gelekî, zarokên ji cih û warê xwe bûyî û bê gor maye, bû.
Ew qîrîn piştî demekê guherî. Weke her awazeke li çiyê ava bû, tevlî dengê lingê gerîla bû. Hozan Serhad dema li çiyê stran got, ne tenê dibû awaz; ew dibû hilgirê wî dengî. Di her hevokê de bîranîneke bêdengkirî hebû; di her dîsgotinê dengvedana navekî bû qurbanê kuştinên kiryarnediyar. Stran êdî vegotin nebû, ew beyana hebûnê bû. Ji ber vê yekê Hozan Serhad ne tenê gerîla bû; bi wî re gerîla bû huner.
Ji ber ku gerîlabûyîn ji bo wî ne tenê hilgirtina çekê bû; wî awazek hilgirtibû ser pişta xwe, weke zêmareke bêdeng a li dilê çiyê neqişandî. Carna ber bi sibehê ve li ser tehtekî, carna jî heman piştî şer ew stranên xwe digot ku kesî nedibihîst, lê xakê dibihîst. Di navbera çek û tembûra wî de hevsengiyek nebû; ew êdî di nava hev de bûn. Li ber mirinê jî nota diaxivîn. Ji ber ku mirinê ji bêdengiyê hez dikir, lê belê dengê Hozan Serhad li hemberî wê bi ser diket.
Û Elkê… 22’ê Tîrmeha 1999, li quntara çiyayekî ku tenê ji bo kişandina klîbekê çûbû, hate bêdengkirin. Di kemînekê de, li ber devê tivingekê tembûra wî li bêdengiyê hate veşartin. Lê belê ew deng neket nava axê, lê bilind bû ber bi ezmanan ve. Ji ber ku hin deng ne li gorê, lê li quntara çiyê vedidin.
Niha ew dengvedan bûye zimanê destpêkê yê zarokekî; ew hesta şikestî ya li sirgûnê zarokek ji lorîna dayika xwe bihîstî… Di duaya şevê ya dayikekê de deng vedide; weke duayeek bi axê re diaxive, navê ewladên bê gor bilêv dike. Di hişê koçeriyê yê gelekî de di wê xeta zirav a bibîranîn û jibîrkirinê de bû navek.
Vegotina wî ne tenê bîranîna hunermendekî ye; bîranîna awazê gelekî bêdengkirî, zimanê erdnîgariyeke windakirî û dilê demeke tepisandî ye. Ji ber ku hin nav nayên gotin, têne hilgirtin. Hin deng nayên bihîstin, têne jiyîn. Dengê Hozan Serhad jî dengekî bi vî rengî ye; ne li gorê lê li çiyê, ji çiyê jî ber bi hiş û bîr a mirovan veşartî ye.
Û hin deng hene, her ku li nava axê tê veşartin mezin dibe. Dengê Hozan Serhad jî yek ji wan e. Bi mirinê nayê bêdengkirin, bi bêdengiyê zêde dibe.
Ji ber ku ew deng ne tenê stiriya. Rahişt gelekî. Rahişt şîn, berxwedan û xeyalekê.
Û niha ew deng li ku derê zimanek hatibe qedexekirin, li ku derê awazek nîvco ma be li wir ji nû ve geş dibe.
Jİ ber ku dengê Hozan Serhad ne ew dengê binaxkirî ye. Eger bê jibîrkirin ne tenê strana gelekî; wê hişê gelekî, zimanê çiyayekî, dilê dîrokekê bêdeng bibe.