Hêz û mirovên ku rewşê dişopînin, pirsa ‘Çawa’ dibe dikin. Çawa dibe serokê rêxistinekê di “Lîsteya Terorê” ya DYE’yê de ye ku ji bo serî wî xelata 10 mîlyon dolar hatiye dayîn, hevpeyvînan dide televîzyonên herî navdar ên cîhanê û dibe navekî ku nûnerên hemû dewletan serdana wî dikin?
Ebû Mûhammed El Colanî an jî Ahmed Huseyîn El Şara, serokê HTŞ’ê ye ku Şam jê re hat dayîn. Ew di lîsteya DYE’yê de ku herî zêde lê dihat gerîn.
Serkêşê eşkere yê êrîşa 27’ê Mijdarê. Di sala 2016’an de HTŞ’ê careke din di kanalê CNN’ê de xwe nîşan dabû. Navê HTŞ’ê wê demê El Nûsra bû. Vêca ev zilamê 42 salî yê ku serokkomariya xwe li Sûriyeyê îlan kir û di rojeva hemû cîhanê de ye, kî ye û çi dixwaze?
Bêhtirî 20 sal in di nava refên El Kaîde, El Nûsra, DAÎŞ û HTŞ’ê de di astên cuda de wezîfe girtiye û tevlî qadên şer bûye. Yê ku berê xwe ji ber siyan vedişart, îro li ber ronahiyên mezin xwe nîşan dide. Û îcar bi ser de jî her carê bi îmajekê xwe nîşan dide. Şêwaza wî ya guhertinê ne tenê xebateke îmajê ye, di heman demê de peyameke ji bo raya giştî ya cîhanê ye. Lê pirs esasî ev e: Gelo bedlek, ji bo ku cîhadîstekî berê bike “serokek herêmî yê nerm” bes e?
Colanî li bajarê Riyadê ya Erebîstana Siûdî jidayik bûye. Golanî yê 42 salî li herêma Golan di nava malbateke dewlemend de mezin bû. Zarokatiya xwe li Mezzê ku taxeke dewlemend a paytext Şamê ye derbas kir. Colanî yê ku di malbateke dewlemend de ji dayik bûye, perwerdeyeke baş dîtiye. Piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê, destpêkê Colanî bû sempatîzanê îdeolojiya cîhadîst. Di temenê biçûk de tevlî El Qaîdeyê bûye û di sala 2003’yan de çûye Iraqê. Li Iraqê di nava refên El Qaîdê de hem di pêkanîna gelek êrîşên bombeyi de cih girt û hem jî di koordînekirina wê de. Di encama êrîşên bombeyî ku wî bi xwe pêk anî û ferman da de, bi sedan sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Colanî çend car ji aliyê hêzên DYE’yê ve tê binçavkirin û herî dawî di sala 2005’an de li Mûsilê tê girtin. 5 sal li girtîgehê dimîne û piştre serbest tê berdan.
Dema aloziya li Sûriyeyê di sala 2011’an de destpê kir, ji aliyê serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî ve ber bi Sûriyeyê ve hat şandin û li vir Eniya El Nûsra ava kir. DYE’yê Cebhet El-Nûsra weke rêxistineke terorîst bi nav kir û 10 mîlyon dolar ji bo serê Colanî xelat danî. El Nûsra ku di destpêkê de weke şaxê El Qaîdeyê yê Sûriyeyê tevdigeriya, di bin serkêşiya Colanî de bi lez hêz bi dest xist. Di nava kêmtirî salekê de zêdeyî 500 êrîşên bombeyi kirin û pêleke tirsnak a tundiyê ava kir.
Têkiliya Colanî û serokê DAÎŞ’ê Bagdadî di sala 2013’yan de xirab bû. Bingeha vê nelihevkirinê ew bû ku DAÎŞ’ê doza cîhadê dikir lê El Nûsrayê stratejiyeke Sûriye-navendî bi rê ve dibir. Colanî ji DAÎŞ’ê veqetiya û dilsoziya xwe ya ji bo El Qaîdeyê anî ziman û li Sûriyeyê avakirina El Nûsreyek serbixwe domand.
Roportaja xwe ya ewil di sala 2015’an de bi Al Jazeera re ku navenda wê Qetere da. Di vê reportajê de rûyê xwe bi şalekî pêça û pişta xwe da kamerayê û got ku divê Sûriye li gorî qanûnên Şerîetê were birêvebirin. Her wiha gotibû ku cihê Elewî, Şîa, Durzî û Xiristiyanan li welêt nîne.
Di sala 2016’an de Colanî ragihand ku El Nûsra têkiliyên xwe yên bi El Qaîdeyê re qut kiriye û bi vê pêngavê re teşekeye din da rêxistinê.
Piştre ragihandin ku ew ji El Qaîdeyê jî veqetiyane û Eniya Nûsre fesxkirine, dê di bin navê Eniya Fetîh a Şamê (HTŞ) de li Şamê ku ne girêdayî ti rêxistineke biyanî ye, dewam bikin. Ev pêngav di çarçoveya stratejiya Colanî de bû ku xwe ji tawanbariyên terorê yên cîhanî rizgar bike. Di şekil de HTŞ’ê têkiliyên xwe yên bi serokê El Qaîdeyê ya li Efganîstanê re bi temamî qut kiriye û şerê li bakurê rojavayê Sûriyeyê yê li dijî rejîmê kir hedefa sereke.
Colanî di sala 2021’an bi bedl cara ewil roportaj da BBC’yê û qala têkiliyên xwe yên bi welatên rojavayî re kir û diyar kir ku HTŞ’ê ji bo welatên rojavayî tehdîdekê çênake û got, “Belê, me polîtîkayên Rojava rexne kir, lê em naxwazin ji Sûriyeyê heta DYE’yê yan jî Ewropayê şer bidin meşandin.
Colanî yê ku berê hewl dida veşartî bimîne, bi demê re navbera wî û kamerayan baş bû. Di merasîmên mezûniyetê de, konferans û çalakiyên bi zarokan re hate dîtin. Kum û cilên leşkerî ji xwe kirin û dest bi liberkirina çakêtê çermîn kir. Lê li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê û Colanî de qaîdeyên şerîatê dihatin sepandin. HTŞ’ê û serokê wê Colanî, bi gelek sûcên li dijî mirovahiyê tên sûcdarkirin.
Herî dawî di 27’ê Mijdara 2024’an de HTŞ’ê bi serkêşiya Colanî bi erêkirin û piştgiriya hêzên navneteweyî û bi taybetî Îsraîl û Birîtanyayê, di demeke kurt de piştî artêşa Sûriyeyê xwe vekişand, dora Îdlîb, Heleb, Hema, Humis, Şam, Laziqiye û Tartûsê bi temamî girtin bin kontrola xwe. Ev pêvajoya ku bi têkçûna rejîma Baasê ya 61 salî ya li Sûriyeyê bi dawî bû, hişt ku Colanî ji her demê bêhtir populer be.
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esad, serokê rêxistina Îslamî ya radîkal Hayat Tahrîr El Şam (HTŞ) li Sûriyeyê derbasî Şamê bû, weke serokê serdema derbasbûnê hate ragihandin. Daxuyanî di 29’ê Çileyê roja Çarşemê de di “Konferansa Serketinê” ya li Şamê de li pişt deriyên girtî hat dayîn.
Di konferansa hatî lidarxistin de hêzên girêdayî HTŞ’ê û SMO yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin, beşdar nebûn. Derket holê ku piraniya navên tevlî konferansê bûne, li nav eniyên El Qaîde, El Nûsra, DAÎŞ, HTŞ û SMO de wezîfe girtine û ji komkujiya hovane ya bi hezaran sivîlan berpirsyar in.
Di konferansa ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Ereb, Kurd, Durzî, Elewî, Şîa, Tirkmen, gelên din û nûnerên baweriyên din têde cih negirt de, îradeyek derket holê. Îrade bi daxuyaniyan hate deklarekirin ku li Sûriyeyê bersiveke wê nîne. Konferansa ku bi hevkariya HTŞ û çeteyên SMO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê hatî kirin, nîşan dide ku wê pirsgirêkên li Sûriyeyê hîn kûrtir bikin.
Gelo, cîhan wê milîtanê cîhadîst ê berê, weke lîderekî rewa yê xwedî îdîaya avakirina dewletê qebûl bike? Û Colanî, wê civaka Sûriyeyê ya bi bandora şerê navxweyî hatî parçekirin, jinûve bîna ba hev? Dem dê vê nîşan bide.