Hilberînerê herî mezin ê wesayitan ê Ewropayê Volkswagen yek ji bernameyên “jinûve birêxistinkirinê” ya herî berfireh a dîroka xwe dixe meriyetê.
Desteya Kontrolê ya Volkswagenê plana bi navê “Plana Paşerojê ya 2030’î” bi yekdengî qebûl kir, li gorî vê yekê wê nêzî 50 hezar pozîsyonên din li seranserê cîhanê ji holê rake.
Komê di sala 2024’an de bernameyek eşkere kiribû ku li Elmanyayê heta sala 2030’î 50 hezar kesî ji kar derxîne.
Bi plana nû re, tê payin ku hejmara giştî ya windahiya qadên kar a tê plankirin bigihêje 100 hezarî. Ev hejmar ji sedî 15 ê xebatkarên Volkswagenê yê li seranserê cîhanê ye.
Volkswagen markayên VW, Audi, Porsche, Seat û Skoda jî di nav de 10 markayan di bin sîwana xwe de vedihewîne.
Tê gotin, kapasîteya hilberînê ya Volkswagenê ya li Ewropayê bi 500 hezar wesayitî ji daxwaza heyî zêdetir e.

