Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Pîvanên jiyîn û jiyandinê ji esasên felsefeya Elewî ye. Jin, Jiyan, Azadî jî hinceta têkoşîna jinê ye. Ev herdu pîvanên bingehîn rêya rast nîşanî me dide.
Em, meha Xizir a ku roja herî hêja ya baweriya me ye bi coş û kelecan li pey xwe dihêlin û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş û kelecanê pêşwazî dikin. Bi sedan sal in di rûpelên dîrokê de talankarî li jinan bê ferzkirin jî berxwedana li dijî mejiyê serweriya mêr a bi 8’ê Adarê bi wate bû, navê berxwedan û têkoşîna bi hezaran salan e.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî tecrîd, zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê, ew ê heta pêkanîna jiyana azad, wekhev û demokratîk dest ji têkoşînê bernedin û hate gotin, “Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye. Biryardariya me ya ji bo têkoşîna jinê ye.”