Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de hate ragihandin ku 8’ê Adarê bi fedakarî û berxwedana dîrokî ya jinan bû xwedî wate.
Peyama Fermandariya YPJ’ê bi vî rengî ye:
“8’ê Adarê bi berxwedanî û fedakariya dîrokî ya jinan re bû rojeke watedar. Roja 8’ê Adarê li asîmanan dengê wêrek a jinan olan veda, bi qêrîna azadiya jinan re civakan cardin derfeta jiyanê dîtin. Ev roj serpêhatiyeke dirêj a jinan di nava xwe de dihewîne; beriya karkerên jin yên ku li New Yorkê jî xwe dispêre têkoşîna jinên xwedawend ên li qontara çiyayên Zagros-Toros û axa Mezopotamyayê ya bi bereket. Têkoşîna jinan a li hemberî pergala katîlê kastîk di her dema dîrokê de weke şerê hebûnê xwe didomîne. Îro jî jin ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşîneke bê eman didin meşandin.
Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em roja 8’ê Adarê ya jinên kedkar a cîhanê ku roja bilind kirina dengê azadiyê, li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Ji dilê axa pîroz, ji nava agirê azadiya gelan, ji nava gulên ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em dibêjin; jiyan bê azadiya jinê nabe. Yê ku ji bo me jinan jiyan cardin watedar kir, fikir û ramanê Rêber Apo ye. Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo me bû navê jiyaneke nû û li ser esasê bîrdoziya rizgariya jinê têkoşîn kirin jî, ji bo me rêka serkeftinê teqez kir. Îro bi hezaran şervanên Şoreşa Rojava di çeperên şer de bi baweriya bîrdoziya APO’yî henase digrin. Ew jiyana ku bi destê zilamê serdest dihate tune kirin, bi destê jinên leheng ji nû ve tê ava kirin û çavkaniya hêza me jî Rêber Apo ye. Rûxmî şert û mercên tecrîd û îzolasyona giran jî Rêber Apo tu car jinan tenê nehîşt, em jî bi heman sadaqatê girêdayî Rêbertiya xwe ne. Ji ber wê jî azadiya Rêbertî temînata azadiya hemû jinan û civaka ne.
Herêmên me bi salane ji aliyê pergala katîlê kastîk ve rastî kiryarên herî tarî yên serdemê tên. Carna bi navê DAIŞ û hwd. komên wekî wan şoreşa me tehdît dikin û destkeftiyên me qebûl nakin. Lê me li hemberî tarîtî û terorîzma DAIŞ’ê serî netewand, emê ji vir û şûndatir jî li hemberî terorîzmên ku bi navên cûda jê re rûpoş hatiye peyda kirin jî serî netewînin. Me ji bo parastina welat hebûn û jiyana xwe daniye holê, em ê heta dawî jî, ji bo van nirxên xwe têkoşîn bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, me li hemberî jiyaneke bê wate, mirineke bi rûmet pejirandiye. Bi taybet jî em weke YPJ diyar dikin; em herdem li pey nirxên xwe yên civakî ne.
Ji qada leşkerî heta civakî, ji siyasetê heta çandî, jin di hemû qadên jiyanê de têkoşîn didin meşandin. Jinên Rojava ji bo tevahî jinan çarenûseke nû nivîsandin û xwedî li mîrateya jinên têkoşer yên cîhanê derdikevin. Em di vê roja pîroz de hemû şehîdên doza azadiyê di şexsê Şehîd Denîz, Sîdar, Şîlan, Siyajîn, Arîn û Çiyajînan de bi rêzdarî bibîrtinin. Şehîdên me tovên azadiyê li welatê me çandin, emê jî bi berxwedan û têkoşîna jiyana wekhev û azad, herdem bibin şopdarên wan.
Em bang li hemû jinên cîhanê, jinên ciwan, dayik, hunermend, karker, şoreşger û aktîvîstan dikin ku; bila dengê jinan weke çemeke mezin bi hev re biherike, da ku deryaya azadiyê mezin û bê dawî be. Ji ber dagirker tu car nikarin li pêşiya pêlên azadiyê rawestin. Berxwedana jinan helbesteke ku hêvî û wateye jiyanê ye. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê sloganeke; mifte û formûla rizgariya tevahî civaka ne.”

