Sêşem, 30 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê banga beşdarbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!
Çand û Hûner

Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

Li Gimgimê jinên ku di festîvala jinan de hatin ba hev, bi atolyeyan pêvajoya siyasî û sernavên sereke yên di rojevê de nîqaş dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li navçeya Gimgim a Mûşê starta “Festîvala Jin û Xweza, Çandê” hate dayîn ku wê bi şîara “Bi jina azad, xweza û çandê re ber bi civaka demokratîk” du rojan dewam bike. Festîvala ku bi pêşengiya Şaredariya Gimgimê hatî lidarxistin, bi meşeke ku diyarî kesên 10’ê Tebaxa 2015’an di şerê li navçeyê de jiyana xwe ji dest dan û Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku bedena wê hatî teşhîrkirin û jinên hatin qetilkirin hate kirin, destpê kir. Bi hezaran jinên ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” li navenda navçeyê meşiyan, piştre çûn qada festîvalê ya li gundê Alagoz. Ji bo festîvala ku wê du rojan dewam bike, jinan gelek merasîm lidar xistin; aştî, ekoloji û jineolojî nîqaş kirin.

Di festîvala ku li qadeke kesk hatî lidarxistin de, gelek saziyan stand danîn û li qada festîvalê pankarteke mezin a li ser “Jin Jiyan Azadî” hatî nivîsandin û pankartên “şer hilweşîna ekolojik a herî mezin e” hatin daliqandin. Li ber pankartên hatine daliqandin, atolye hatin lidarxistin, jin bi xwarinên ku li konên xwe û malên xwe çêkirine ketin hundirê qada festîvalê. Bi rengê komun nan hate xwarin û jinan bi hev re sohbet kirin û govend gerandin. Li qada ku konê çandê, konê ekolojiye û konên jineolojiyê lê hatîn danîn, roja ewilî ya festîvalê bi atolye û govendê derbas bû. Jin bi coş û samimiyet têkildarî festîvalê diaxivin. Hate ragihandin ku ev demek dirêje pêdivî bi merasîmeke wiha hebû û wiha hate gotin: “Em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi vî rengî ji festîvalê derbikevin.”

FESTÎVALEKE PIR BI WATE Û NIRX

Kevser Akçelîk a ji Amedê tevlî festîvalê bû, ev tişt bilêv kir: “Piştî demek dirêj, ev cara ewilî ye li Gimgimê xebateke wiha tê meşandin. Ev bi tena serê xwe nirxeke û girîng e. Di van du rojan de em ê bi jinan re nîqaşên kûr bikin. Em ê hem têkildarî siyasî hem jî avakirina civaka demokratîk axaftinan bikin. Bi atolyeyan em ê destpêkê vê nîqaşê û jinûve avakirinê, baxivin. Dîsa jî li ser xwezayê êrîşeke cidî heye. Dixwazin van xakan bêmirov bihêlin û ji sermayedaran re bihêlin. Îro vekirina festîvalê bi meşe çêbû. Em ji bo bîranîna Ekîn Wan meşiyan. Me li dijî teşhîrkirina bedena jinê, serî hilda. Bi vê meşê me nîşan da ku em polîtîkayên li hemberî jinê qebûl nakin. Her wiha me nerazîbûn nîşanî kuştin û tundiya li dijî jinan a li Mûşê zêde bûye, da.”

ME QADEK KOLEKTÎF AFIRAND

Kevser Akçelîk piştre ev tişt jî got: “Bi temamî bi rengekî kolektif li vir em hatin ba hev. Qasî du rojan em ê li vir bi sernavên sereke pirsgirêkên qewimîne û çareseriyê biaxivin. Em ê têkildarî pêvajoya siyasî û rojevên sereke yên têkildarî jinê, binirxînin. Ez bawerim ku em ê bi rengekî hîn xurttir û hîn zêdetir hakimê pêvajoyê, ji vê festîvalê derbikevin.”

EM EKOLOJÎ, AŞTÎ Û JINEOLOJIYÊ NÎQAŞ DIKIN

Evîn Taşdemîr a ji Igdirê ji bo tevlî festîvalê bibe hate Gimgimê, nêrînên xwe yên li ser festîvalê bi van gotinan anî ziman: “Li herêma Serhedê îro em jin festîvalekê lidar dixin. Ev festîval ji bo me pir bi qîmet e. Em ê ekolojî û aştiyê nîqaş bikin. Jinan di vê festîvalê de pirsgirêkên xwe û pirsên têkildarî pêvajoyê, nîşan dan. Axaftin û nîqaşkirin, ji bo me hemûyan baş hat. Di vê nuqteyê de divê çalakiyên wiha, hîn zêdetir bên kirin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÛŞ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e
Nûçeya Pişt re Di nava mehekê de 230 hezar Efgan ji Îranê derketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Federasyona Gaziyan nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdên xwe Ferhad Kobanê yê 8’ê Kanûnê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Îranê li Urmiyeyê Kurdek qetil kir

Hat ragihandin ku hêzên dewleta Îranê li herêma Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê welatiyê Kurd ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî

Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqere hatin kirin de hate ragihandin ku rewşa girtiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?