Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan
Rojane

Jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan

Jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl daketin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di 4’ê Cotmehê de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl ji aliyê Semîh Çelîk ve hatin qetilkirin. Jinan li dijî vê daketin qadan û li gelek bajaran çalakî pêk anîn.

RIHA

Li navçeya Haliliye ya Rihayê ji aliyê Platforma Jinan a Rihayê ve li qada Topçu daxuyanî hat dayîn. Pêkhateyên platformê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Jinan pankarta “Peymana Stenbolê didin jiyîn û em dest ji jiyana xwe bernadin” vekirin û dowîzên “Heta jin azad nebin civak azad nabin”, “Em naxwazin bimrin” hildan.

Li ser navê platformê endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Mizgîn Kurtoglu axivî û diyar kir ku wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin.

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

WAN

Platforma Jinan a Wanê der barê zêdebûna qetilkirina jinan û ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş ku 11 roj in agahî jê nayê girtin, meş li dar xist û daxuyanî da. Bi sedan jin bi hilgirtina pankarta “Qetilkirina jinan polîtîk e” û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” heta Kolana Hunerê meşiyan. Di meşê nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tevlî meşê bûn.

Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt metna daxuyaniyê xwend. Demîr anî ziman ku jin bi hêrs û îsyan li kolanan in û got ku wan li kolanên vî welatî ku nikarin bi azadî tê de tevbigerin û ji bo jinan ne ewle ne, serhildan mezin kirine. Demîr destnîşan kir ku êş, hêrs û serhildana wan her ku diçe mezin dibe û wiha got: “Di 4’ê Cotmehê de 2 jin bi awayekî hovane li ber çavan hatin qetilkirin. Mêrê bi navê Semîh Çelîk li Stenbolê di nava saetekê de bi awayekî hovane 2 jin qetil kir. Jineke din jî dema li kolanê dimeşiya ji aliyê du zilaman ve rastî êrîşa zayendî hat. Li Mezîtliyê Sonay Ozturk Aslan ji aliyê Ûgûr Araç û li Amedê Bedriye Işik jî ji aliyê Muhammed Recaî Işik ve hat qetilkirin. Fatma Ozdemîr ji aliyê zilamekî ve hat qetilkirin û pitika Sîla ya ku tenê 2 salî bû û rastî îstîsmar û şîdeta zayendî hatibû, bi rojan ji bo jiyanê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna mirina Narînê bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.”

Demîr bal kişand ser windabûna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê Îlonê ve agahî jê nayên girtin û da zanîn ku çawa dibe tevî hemû îmkanên teknîkî yên pêşketî tu xeber ji Rojînê nayê? Demîr, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Tenê li ser îhtîmala xwekuştinê dirawestin û li ser vê yekê lêkolîn dikin. Lêgerîn û lêpirsînek bi bandor nakin û raya giştî bi rengekî şefaf nayê agahdarkirin. Ji ber vê yekê fikarên me yên der barê Rojînê de her ku diçe zêdetir dibin.”

Bi domdarî Demîr destnîşan kir ku ev bûyer nîşaneyên nefreta rêxistinkirî û polîtîkayên tundiyê yên li dijî jin û zarokan in. Demîr, bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û wiha got: “Ayşegul, Îkbal, Sonay, Bedriye, Narîn, Sîla û hemû jin û zarok ji aliyê daraza mêr a ku sûcdaran bêceza dihêle, hatin qetilkirin. Em jin, her çend sûcdarên ku bi qanûnên nehatine pêkanîn û polîtîkayên bêcezakirinê hatine cesaretkirin, berevaniya jiyana xwe ya li dijî hikûmet û hevkarên wê didomînin. Welat bûye cihê komkujiya jinan. Destên me dê ji bo jiyan, azadî û mafên me di qiriqa we de bin. Ji ber zagonên ku hûn pêk naynin, ji ber pergala we ya ku îstîsmarê sipî dike û pesnê qatilan dide, em ê bibin dengê her jin û zarokê ku jiyana xwe ji dest dane. Ji bo ji nû ve tetbîqkirina Peymana Stenbolê, pêkanîna bi bandor a Qanûna 6284’an û bidawîkirina kuştina jinan em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û tilîliyan bi dawî bû.

DÎLOK

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li Parka Balikli daxuyanî da. Li ser navê platformê Nazîfe Kulekçî daxuyanî xwend û bal kişand ser du jinên li Stenbolê hatine qetilkirin. Nazîfeyê Kulekçî diyar kir ku di 6 mehên ewil yên salê de 205 jin hatine qetikirin û di meha Îlonê de jî 34 jin hatine qetilkirin. Nazîfeyê her wiha anî ziman ku wê li kolanan bin û hesab bipirsin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Li Amed, Dersim, Denîzlî û Îzmîrê jî jin daketin qadan qetilkirina du jinên li Stenbolê protesto kirin. Di çalakiyan de jinan peyama, “Wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin” dan.

Di çalakiyan de bêyî navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 11 endamên KESK’ê hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Cotkarên Kurd li dijî dagirkirina erdên xwe civînek li dar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

PKK'ê encama danezana kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK'ê fesix…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji QSD’ê daxuyaniya li ser salvegera rizgarkirina Baxozê

QSD'ê têkildarî salvegera 6'emîn a rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da. QSD'ê diyar kir ku DAÎŞ hewl…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Samsûnê êrîşî karkerên Kurd ên çandiniyê hat kirin

Bi çekê êrîşî mala karkerên çandiniyê yên ji Rihayê çûn Samsûnê hat kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?