Jinên Amedê bi şîara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dikin. Jinên ku tevlî çalakiyan û merasîman dibin, anîn ziman ku ew ê 8’ê Adarê tevlî mîtînga fînal a li qada stasyonê bibin û gotin, “Em ê li qadê daxwaza aştiyê bikin.”
Ji jinan Ozlem Yildiz diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinên berxwedêr xwedî wate ye û got, “Ez 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikim. Îro şer, xizanî û tundî bi her rengî jinan dibîne. Em jin li dijî vê yekê dibêjin, ‘em hene, em li her derê ne û mafên me li her derê ne’. Jin li her qadê dikarin şer bikin û mafên xwe biparêzin.”
Mayişe Arslan jî bal kişand ser tundî û newekheviya li hemberî jinan û got, “Em ê vê 8’ê Adarê bi îrade û rengên xwe li qadan bin. Ev têkoşîna me bi yekîtî û azadiyê dikare bi ser bikeve. Îsal em ê 8’ê Adarê li qadan bin û daxwaza aştî û azadiyê bikin.”
‘DIVÊ EM BÊDENGIYÊ XIRA BIKIN’
Ozlem Yavûz destnîşan kir ku divê ti kes li hemberî êrîşên li ser jinan bêdeng nemîne û ev tişt bilêv kir, “Îro li tevahî cîhanê komkujî li hemberî jinan diqewimin. Li dijî vê yekê divê em jin rabin û bêjin, ‘êdî bes e’. Em jin wê ti carî li hemberî van êrîşan serî netewînin, em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin. Em bi ruhê têkoşînê îsal 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em aştiyê dixwazin û em ê bi reng û dengê xwe li qadan bin. Ji bo me jinan tişta herî girîng yekîtî û xwe rêxistinkirin e.”
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI MAFÊN XWE DERBIKEVIN’
Nalîn Sevîm jî daxwaza azadiyê ya jinan bi van gotinan anî ziman: “Em naxwazin jin bên qetilkirin. Jin divê li her qadê azad bibin. Divê li qadan bin û li malên xwe nerûnin. Divê em xwedî li mafên xwe derbikevin.”

