Li Sûriyeyê beriya salekê, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, çeteyên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê li Şamê desthilatdarî bi dest xistin. Di nava salekê de komkujiyên li dijî civaka Elewî û Durzî derketin pêş. Di pêvajoya salekê ya derbasbûyî de, binpêkirinên mafên mirovan pir zêde bûn, bi taybetî di aliyê jinan de tabloyeke giran derket holê.
Di meha Adara borî de li herêmên peravê, di êrîşên sîstematîk ên li dijî Elewiyan de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Di meha Tîrmehê de jî vê carê li Siwêdayê êrîşî Durziyan kirin û nêzî 2 hezar kes qetil kirin. Rejîma ku beriya salekê bi sozên demokrasiyê rêveberî bi dest xist, ji dervey hilweşînê tişteke din neanî.
Di pêvajoya komkujiyan de jineke Elewî ya ji Humsê Buşra derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Buşra têkildarî tiştên ku piştî pêvajoya ku weke ‘azadkirina Sûriyeyê’ dihat binavkirin qewimîne, herêma beravê û polîtîkaya qirkirinê ya ku bi rengekî sîstematîk li Humsê li dijî civaka Elewî tê meşandin, axivî.
Buşra ya ku ji ANF’ê re axivî, destnîşan kir ku tiştên ku piştî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) desthilatdarî bi dest xist qewimîne, rizgariyek nîne; pêvajoyeke dagirkeriyê ya nû ya li ser esasê rejîmeke terorê ya mezhebparêz e.
Buşra diyar kir ku 36 salan li Humsê jiya û anî ziman ku tevî şaştî û sûcên giran ên rejîma Baasê jî di dema berê de ewlehiyeke civakî hebû. Buşra diyar kir ku di wan salan de têkiliyên navbera mezheban xwe dispart hevsengiyeke zextkar û got, “Tevî hemû şaştiyên rejîmê jî hedefgirtina mezhebî ya rasterast nebû. Sunnî Sunnî bû, Durzî Durzî bû, Elewî Elewî bû.”
Buşra destnîşan kir ku lê belê ev rewş sûcên rejîma Baas rewa nake û got, divê şaştiyên rejîmê nebe hinceta cezakirina bi komî ya civaka Elewî.
QAŞO ROJA AZADIYÊ BÛ, JI BO ME KARESAT BÛ
Buşra got, dîroka ku weke “roja azadiyê” dihat pênasekirin, ji bo wan destpêka karesatê bû û ragihand ku piştî ku HTŞ’ê li Humsê kontrol bi dest xist, bajêr di rêjeyeke mezin de hate valekirin, tirs û koçkirina bi zorê bi lez belav bû. Buşra got, komên ku kontrol pêk dianîn, bang li gel kirin ku vegerin malên xwe û sozên ewlehiyê û vegera li jiyana normal dan.
Buşra bilêv kir ku ev bang piştî demek kurt veguherîn xefikê û got, “Li dijî civaka Elewî talan, kuştin û revandin destpê kir. Bi eşkere mezheba mirovan jê dihat pirsîn û Elewî hatin înfazkirin.”
PROVOKASYONA MEZHEBÎ Û BÊCEZATÎ
Ev serdem li gorî Buşra, xaleke şikestinê bû ku li Sûriyeyê zexta siyasî veguherî hedefgirtina mezhebî ya bi awayekî eşkere. Buşra diyar kir ku heqaret, gef û provokasyonên rasterast ên li dijî Elewiyan hatin normalîzekirin û anî ziman ku dorpêçkirin û komkujiyên li herêmên peravê veguherîne rewşeke sîstematîk.
Busrayê nerazîbûnên xwe nîşanî pênasekirina van sûcan a weke ‘’sûcên şexsî’’ da û got: ‘’Ev ne şexsî ne, pênasekirina bi vî rengî rê li ver komkujiyan û tunekirina mezhebên li Sûriyeyê vedike’’ û destnîşan kir ku tu fail nehatine darizandin, hesab ji wan nehatiye pirsîn û bêcezatiyê rê li ber sûcên nû vekiriye.
NE LÊGERÎN E, TALAN Û REVANDIN E
Buşra bal kişand ser operasyonên lêgerîn-sekilînê yên ji aliyê hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve tên kirin jî û da zanîn ku ev operasyon bes civaka Elewiyan hedef digirin. Buşra diyar kir ku li holê çek tune ne û got: ‘’Ya rû daye ne berhevkirina çekan e, kuştin, revandin û talankirina xaniyan e.’’
Buşra diyar kir ku li taxa wan a Humsê li pêş çavên wan ciwan hatine revandin û pirsa; ‘’Ger di destê dewletê de biryareke têkildarî berhevkirina çekan hebe, çima bes civaka Elewî hate hedefgirtin?’’ kir. Buşra da zanîn ku hê jî gelek eşîr xwedan çek in, êrîşên li ser Siwêdayê û Humsê weke mînak nîşan dan û anî ziman ku ev kom çekên xwe diparêzin û dîmena êrîşên xwe digirin û wan parve dikin. Buşra diyar kir ku nabe ku tiştên rû dane weke azadiyê werin binavkirin û got: ‘’Ev ne azadî ye, ev dagirkerî ye.’’
Buşra anî ziman ku binpêkirinên rojane êdî veguherîne perçeyekî jiyanê û trajediyên xwe parve kirin. Buşra da zanîn ku beriya mehan pismamê wê hatiye qetilkirin, wesayîta wê hatiye xespkirin û hevjînê xwişka wê jî hatiye qetilkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Ez ji bo xwîna pismamê xwe û hevjînê xwişka xwe daxwaza edaletê dikim. Wê kî van sûcdaran bidarizîne?’’
JINÊN HATINE REVANDIN Û DEREWA ‘NAMÛSÊ’
Buşra bal kişand ser gotegotên têkildarî jinên hatine revandin jî û got ku gotegotên têkildarî ku jin bi daxwaza xwe çûne ji bo veşartina sûcên failan hatine çêkirin.
Buşra nerazîbûnên xwe nîşanî pîrozbahiyên salvegera ‘rizgariya Sûriyeyê’ jî dan, diyar kir ku xwendekarên dibistanê bi darê zorê birine wan çalakiyan û got: ‘’Wan bes xwe azad kirin. Em tiştên ku rû dane weke azadiyê binav nakin.’’
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR Û PIŞTEVANIYÊ
Jina Elewî û ji bajarê Humsê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû mezhebên li Sûriyeyê û pêkhateyên civakî kir û anî ziman ku geşedanên rû dane bes ne ji bo Elewiyan di heman demê de ji bo Kurd, Ereb, Durzî û hemû gelan jî weke gefekê ne. Buşra diyar kir ku divê li hemberî binpêkirinan sekneke hevpar were nîşandan.
Her wiha jina Elewî spasiyên xwe li gelê Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û da zanîn ku wan deriyên xwe ji civaka Elewiyan re vekirine û ji bo wan qadên ewle dabîn kirine. Bûşrayê banga hatine herêmên di bin kontrola QSD’ê de kir û got: ‘’Me li vir bawerî û aramî dît. Em li vir dikarin jin û zarokên xwe biparêzin û bi awayekî ewle bijîn.’’

