Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê hatin gel hev û bi daxuyaniyekê destdirêjiya li Pakrewangeha Taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya endamên sazî, meclis û dayikên şehîdan ji aliyê endama yekitiyê Fatima Şêxo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de destdirêjiya li pakrewangehan û êrişa li ser wêneyên şehîdan hatin şermezarkirin. Hate gotin ev kiryar li dijî nirxên mirovî û exlaqî ye.
Di dewama daaxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina mîrateya şehîdan erkeke dikeve ser milê her kesî.
Di daxuyaniyê de banga hesbpirsînê ji berpirsên destdirêjiyê hate kirin û hate gotin, divê ev kiryar bê hesabpirsîn derbas nebe.

