Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşekê bi meşaleyan hat li dar xistin. Meşa ku li Cadeya Dagdîbiyê ya Taxa Cûdiyê hat kirin, gelek jinên ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Beriya meşê, jin li qada şahiyê civiyan û bi stranên Kurdî govend gerandin.
Jinan ji bo temenê 77’emîn ê Rêber Apo 77 meşale vêxistin û ber bi qada şahiyvê ve meşiyan. Jin li qadê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û bi fîşekên hewayî hatin pêşwazîkirin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Jinan li dora êzingên Newrozê bi meşaleyên di destên xwe de xelekek çêkirin û agirê Newrozê bi wan meşaleyan geş kirin.
Jinan dema meşaleyên xwe danîn ser êzingan, gotin: “Newroz berxwedan e, têkoşîn e, serhildan e, mizgînî ye, azadî ye, şoreşa Bêrîvan û Bîşengê ye. Bi ruhê Rehşan û Zekiyeyan Newroz pîroz be! Dem dema azadiya jinê ye, dem dema Kurdan e! Dem dema azadiya Rêber Apo ye! Newroza te pîroz be ey Serok Apo!”
Şahî li dora agirê Newrozê bi govenda li ber stranên Kurdî bi dawî bû.

