Konferansa bi navê “Em ê bişkivîn Ji ber ku Şer Nikare Kokên Me Tune Bike”, ku ji aliyê tora “Jin Pêşerojê Dihûnin” û tevgerên jinan ên Amerîkaya Latîn ve hatiye birêxistinkirin, li paytexta Kolombiyayê, Bogotayê dest pê kir.
Ev civîn wekî berdewamiya Konferansên Jinan ên Cîhanê yên Frankfurt (2018) û Berlînê (2022) tê dîtin. Ji bilî parzemîna Abya Yala, nûnerên gelên xwecihî û tevgerên li seranserê parzemînê jî beşdar dibin. Di konferansê de nûnerên kolektîf, tevger û konfederasyonên rêxistinkirî yên ji welatên wekî Meksîka, Honduras, Guatemala, Haîtî, Nîkaragua, Kosta Rîka, Panama, Venezuela, Kolombiya, Ekvador, Brezîlya, Bolîvya, Perû, Şîlî, Arjentîn û Ûrûguayê; her wiha delegeyên ji Kurdistan, Ewropa, Tirkiye, Kanada û Awustralyayê, bi giştî zêdetirî 400 delege cih digirin.
Piştî amadekariyeke nêzî salekê, daxwazên beşdariyê pir zêde bûn; lê organîzasyonê pêşî cih da gelên xwecihî, tevgerên femînîst, tevgerên civakî, sendîka, tevgerên ekolojîk û kolektîfên çapemeniya alternatîf.
Di konferansa ku dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike de, jin dê polîtîkayên wêranker ên mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê nîqaş bikin û li ser wê yekê bisekînin ku berxwedana civakî ya li ser bingeha azadiya jinê çawa dikare were rêxistinkirin. Bername dê bi sê rûniştinên giştî û rojek atolyeyan berdewam bike.
Konferans diyarî Alîna Sanchez, Berta Caceres, Rosa Luxemburg û Sakine Cansiz hat kirin.
Konferans êvara 11’ê Sibatê bi rîtueleke ku ji aliyê rêberên manewî yên gelên Mapuche, Quechua, Lenka, Aymara û gelên din ên resen ve hatî kirin, destpê kir. Di civînê de her gelek bi reng û cilên xwe yên netewî amade bû; delegasyona Kurdistanê jî bi cilên xwe yên netewî di rîtuelê de cih girtin.
Vebûna fermî ya konferansê dê di 12’ê Sibatê de, saet 08:30’an (bi dema herêmî) bi performanseke çandî were kirin. Piştî vebûnê, dê nirxandineke li ser rewşa heyî ya êrîşên baviksalarî û dewletê were xwendin. Piştî analîza ku dê ji aliyê nûnerên Meksîka, Honduras, Kurdistan û Feministas Abya Yala ve were pêşkêşkirin, dê rûniştina yekem dest pê bike.
RÛNIŞTINA YEKEM: POLÎTÎKAYÊN MÊTINGERÎ Û TÊKOŞÎNA PARASTINÊ
Di rûniştina yekem a bi sernavê “Li Abya Yalayê polîtîkayên mêtingerî, êrîş û têkoşîna parastina axê” de; polîtîkayên ekstraktîvîzmê (talankirina çavkaniyên xwezayî yên wekî maden û petrolê, her wiha mêtingeriya zihnî û bedenî), kiryarên dewletan, şîrketên pirnetewî û hêzên paramîlîter dê werin destgirtin.
Di panela ku di bin moderatoriya nûnera MAT (Tevgera Têkoşîna ji bo Av û Axê) de pêk tê; nûnera tevgera Congreso de los Pueblos-Colombia Nadia Umaña, ji tevgera “Un Salto de Vida” ya Meksîkayê Jalisco û nûnerên Unión Comunera ya Venezuelayê dê encamên êrîşên li welatên xwe binirxînin.
Di bin sernavê “Berxwedanên li dijî van êrîşan, girêdanên di navbera wan de, şêwaz, rêbaz û xalên hevpar ên van têkoşînan” de; li ser navê OFRANEH (Honduras) Carmen Alvarez û li ser navê CONAIE (Ekvador) Aveline Rochel dê biaxivin.
Di mijara “Li dijî van êrîşan, bêyî ku mirov bikeve xefikên dewletê, pergaleke alternatîf çawa tê avakirin?” de jî, ji Kongra Star Bêrîvan Xalid û ji CRIC -Konseya Gelên Resen a Caucayê (Kolombiya) Roseli Finscue dê axaftinên xwe bikin.
ÊRÎŞÊN LI SER JIN Û AXÊ Û BERXWEDAN
Rûniştina bi sernavê “Corpo territorio de las mujeres” dê di saet 14:00’an de destpê bike û tê de êrîşên li ser jin û axê û berxwedanên li dijî wan werin nîqaşkirin. Di panela di bin moderatoriya Adriana Guzmán a ji Bolîvyayê de; nûnera Feministas del Abya Yala, keça Berta Caceres a hatî qetilkirin Bertita Zuniga Caceres ji COPINH (Honduras) û Meryem Fatihî ji KJAR’ê (Kurdistan) dê biaxivin.
Di panelê de dê krîmînalîzekirina têkoşîna jinan û polîtîkayên dewletê werin nirxandin; li ser kuştinên jinan û tundiya di malbat, civak, qada siyasî û cihê kar de rapor werin pêşkêşkirin. Di heman demê de dê li ser pratîkên berxwedanê yên jinan jî were sekinandin.
‘RENGÊ JINAN TEVLÎ BERXWEDANÊ KIRIN’
Rûniştina sêyem bi sernavê “Rengê jinan tevlî berxwedanê kirin” di forma maseya girover de pêk tê. Di vê beşê de dê gavên ji bo xurtkirina rêxistiniya jinan, astengî, fersend û hewcedarî werin nîqaşkirin. Armanca hunandina tora konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha hevparî û cudahiyên têkoşînan dê derkeve pêş.
Di bin sernavê “Hevpeymaniya di navbera baviksalarî, dewlet, mêtingerî û kapîtalîzmê de”; Vanesa Mendoça (Brezîlya), Vidalina Morales (El Salvador), Vanesa Jeudi (Haîtî) û li ser navê Tevgera Jinên Kurdistanê Dengîr Guneş dê biaxivin.
Di mijara “Zanist û kevneşopiya jinê çawa dibe bingehek xurt ji bo berxwedanê” de; Machi Betiana (Mapuche), Lolita Chávez (Guatemala), Sleydo (Kanada), Aveline Rogel (Ekvador) û li ser navê Jineolojiyê (Kurdistan) Dîrok dê pêşkêşiyên xwe bikin.
Li ser mijara “Rêxistiniya xweser wekî rêgêzeke bingehîn”; Julia Rodríguez (Kolombiya), Claudia Torres (Meksîka), Lourdes (Perû), ji TJA’yê (Kurdistan) Jiyan Dogan û Claudia (Kolombiya) dê binirxînin.
ATOLYEYÊN BI 8 TEMAYÊN CUDA
Di 13’ê Sibatê de bi sernavê “Ber bi Konferansa Jinan a Demokratîk a Cîhanê ve”, dê rêya ber bi konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê ve were nîqaşkirin. Piştre atolyeyên bi 8 sernavên cuda werin lidarxistin: Parastina Cewherî, Konfederalîzma Demokratîk, Aboriya Komunal, Tenduristî, Kultûr û Huner, Perwerde, Komunîkasyon û Medyaya Alternatîf, Jineolojî.
Di 14’ê Sibatê de dê encamên atolyeyan werin nirxandin û nûnerên atolyeyan dê pêşniyarên xwe ji bo çareseriyê pêşkêş bikin. Di 15’ê Sibatê de jî dê deklarasyona encamê ya konferansê ji bo erêkirina delegeyan were xwendin. Konferans dê bi bazara gelan û çalakiyên çandî bi dawî bibe.
Hûn dikarin konferansê di kanala youtube ya @womenweavingfuture de zindî bişopînin an jî ji lînka stream.radios.red:8000/radio8.mp3 lê guhdarî bikin.


