Jinên Kobanê ji ANF’ê re axivîn û gotin, ew ê heta dawiyê xwedî li van destkeftiyên xwe derbikevin.
Rêveberiya Meclîsa Jin a Kantona Firatê Macîde Hesûn anî ziman ku bi destê jinê terora DAÎŞ têk çû, divê êdî hemû jin rabin ser piyan û careke din destkeftiyên xwe biparêzin û wiha got: “Şoreşa Rojava çirûska xwe ya ewil ji Kobanê da destpêkirin, lê bi berxwedaniya Kobanê jî dest pê kir û destkeftî di paxila xwe de parast. Li Kobanê bi destê jinê DAÎŞ têk çû. Ji lewra jî divê hemû jinên cîhanê li hemberî vê zihniyetê serî hilde. Niha zihniyeta li ser desthilatê jinê napejirîne. Lê em weke jin bi moral, hêz û îrade ne. Em ê li hemberî wê yekê rabin. Ruxmî ku dixwazin îradeya jinê têk bibin jî. Jin radibe ser piyan û wan hêviyên wan têk dibin.

Helwestên desthilatê em dibînin ku li ser jinê çawa ye. Lê em weke jinên Kobanê em ê heta dawiyê xwedî li her derê derkevin û em ê bi şoreşa jinê bi ser bikevin. Niha êdî dixwazin di şexsê jin de netewa Kurdî tune bikin. Ev jî ne tenê xeteriya xwe li ser Kurdan heye, lê di heman demê de li ser tevahî cîhanê ye jî. Divê hemû cîhan xwedî li şoreşa Rojava derbikeve.”

Jina bi navê Yazê Xelef jî wiha got, “Şoreşa me ye û em ê bi ser bikevin. Em weke jinên Kobanê em ê rabin ser piyan û li hemberî her destdirêjiyê serî hildin. Şoreşa me ji vir dest pê kir û wê li vir jî bi ser bikeve û em ê bi wê yekê re şoreşa Kurdistanê jî bi ser bixin. Em weke jin em ê şoreşa xwe bi ser bixin.”

