Rohilat Muslim 24 salî ye. Nîvê temenê xwe di nava sîstema rejîma Baasê de, nîvê din jî bi Şoreşa Rojava re derbas dike. Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê, neçar ma ku ji Kobanê ya lê ji dayik bû û mezin bû di 14 salî de koç bike. Rohilat Muslim demekê li Bakur ma, piştre jî li Serêkaniyê bi cih bû. Li vê derê jî careke din êrişên dagirkeriyê hate kirin û neçar ma koçî Girkê Legê bike.
Rohilat Muslim ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker du caran koçber bû, ji ANF’ê re qala jiyana xwe û girîngiya xweparastinê kir.
Rohilat Muslim têkildarî bandora neyînî ya dagirkeriyê ya li ser kesayetiya wê got, “Weke jineke ciwan di nava temenekî 24 salan de ku demeke dirêj nîne, li nava civakê cuda jiyam ku vê yekê jij gelek aliyan ve bandor li kesayetiya min kir. Dema li Kobanê bûm jiyana me cuda bû, dema li Bakurê Kurdistanê bûm cuda bû, li Serêkaniyê bûm cuda bû û herî dawî li Girkê Legê jiyan gelekî cuda ye. Welat, bajar, bajarok û gundê tu lê dimîne, encam çi dibe bila bibe bandorê li kesayetiya te dike. Li her bajarê ku lê mam, bandora wê derê li kesayetiya min bû. Ji zimanê axivîm heta bi kincê li xwe kir, guhertin çêbû. Jiyana li nava malbateke ji ber dagirkeriyê koçberbûyî bivê nevê dibe sedem ku tu bibe xwedî kesayetiyeke bi heman rengî. Bajarek nîne ku demdirêj lê mam. Bîranînên min, jiyana min timî qut bûn. Di sala 2017’an de tevlî Akademiya Mezopotamyayê bûm ku bi vî rengî min nakokî û kaosên di kesayetiya xwe de ji holê rakir, ji ber ku min dijmin, rastiya dagigrkeriyê û kesayetiya xwe nirxand û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir.”
BAASÊ FIKRÊN ME JÎ DÎL GIRTIBÛ
Rohilat Muslim anî ziman ku ber bi ciwantiyê ve êdî şoreşê destpê kir û bi vî rengî qala dema Baasê kir: “Em li dibistanê bûn. 12 salên temenê min cuda bûn. 12 salên din jî gelekî cuda bû. Rejîma Baasê di her mijarê de pêşkêşî xizmeta xwe dikir. Hewl dida civaka xwe ava bike. Serê sibehê bi qîrîna dirûşmên rejîmê, bi stranên rejîmê me dest bi rojê dikir. Dema ku digotin wêneyekî xêz bikin, ya ku destpêkê dihat bîra mirovan xêzkirina ala rejîma Baasê bû. Xistibûn mejiyê me, fikrên me dîl girtibûn. Em bi mejiyê dewletê mezin dibûn. Civakîbûn ji xwe tine bû. Çûn û hatina me qet nedibû. Yên ku ji malê derdikevin mêr bûn, ew jî ji bo dewamkirina debara aboriyê bû. Min fêhm nekiribû bê çima jin li malê hatin asêkirin. Ez gelekî biçûk bûm, jinên temendirêj hebûn. Ew jî nikarîbûn derkevin derve. Jiyanek di nava qaliban de asê hatibû hiştin. Nedihat bîra min ku rojekê bi rengekî azad jiyana xwe dewam bikim.”
STRANÊN ŞOREŞÊ BANDOR LÊ KIR
Rohilat Muslim diyar kir kku di nava Şoreşa Rojava de destpêkê stranan bandor lê kir û got, “Gelekî fikirîbûm bê çima ev stran têne gotin, stran qala çi dikin. Piştî demekê min fêhm kir ku qala me dikin. Ew stran bûn sedem ku ruhê şoreşê fêhm bikim. Bêguman destpêkirina perwerdeya bi zimanê dayikê, avabûna enstîtu û akademiyan jî bala min dikişand.”
YÊN KU BI DÎROKA XWE NIZANIBIN NIKARIN PAŞEROJA XWE AVA BIKIN
Xwendekara Fakulteya Dîrokê ya Zanîngeha Rojava Rohilat Muslim got, “Mirovek bi dîroka xwe nizanibe nikare xwe nas bike, nikare paşerojê ava bike. Armanca min ew e ku dîrokê di heqîqetê de kûr bikim. Bûyerên ku di dîrokê de qewimîn yekser bandor li roja me kir. Bi armanca avakirina paşerojeke xurt min beşa dîrokê tercîh kir.”
JI BO XWEPARASTINÊ TÊGIHIŞTIN ŞERT E
Rohilat Muslim ku li Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ji sala 2018’an û vir ve kar dike got, “Du salan li Serêkaniyê, salekê li Girkê Legê û çar salan jî li Qamişloyê bi giştî nêzî 7 sal in di nava karê perwerdeyê de me. Karê perwerdeyê gelekî bala min dikişîne, hez dikim ku di nava vî karî de bim. Ji bo perwerdekirina jinê û civakê dilxwazî divê. Perwerde ku mirov dikare weke hezkirin, xweparastin û mezinkirinê binirxînin, ji bo jiyanê nebe nabe. Bi perwerdeyê mirov dikare xwe biparêze, xwe bi pêş ve bibe. Ya rast bingeha xweparastinê bi misogerkirina azadiya fikrî dibe. Jin û civaka ku ji aliyê fikrî ve ne azad be nikare xwe biparêze. Rastiay dijmin û polîtîkayên şerê taybet her roj jinê ber bi fûhûş, sîxurtiyê û narkotîkê ve dehf dide. Di polîtîkayên dijmin de bi armanca xistina jinê gelek rêbazên şerê taybet têne meşandin. Bi polîtîkayên li dijî jinê re êriş li civakan tê kirin. Ji bo jin nekevin vê xefikê şert e ku tevlî perwerdeyê bibe û xwe zane bike.”