Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Jinên Kurd bi şoreşê re azad bûn’
Jin

‘Jinên Kurd bi şoreşê re azad bûn’

Zubeyde Îsmaîl got, "Jinên Kurd bi şoreşê re xwe perwerde kir, zincîra koletiyê qetand, azad bû, şer kir û bû fermandar, di nava civakê de bû xwedî mîsyon û mafê gotinê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji endamên Kongra Star Cîhan Xalid û dayika şehîd Zubeyde Îsmaîl bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re qala guherîna bi şoreşê re kirin.

 

Cîhan Xalid anî ziman ku bi tevgera azadiyê ya Kurd re jinan xwe nas kirin û got, “Bi saya felsefeya Rêber Apo ku digot ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’, me 8’ê Adarê jî nas kir. Berxwedan ji bo jinan tê wateya têkoşîn û xwe naskirinê. Jin têne qetilkirin, têne eciqandin, mafên wan têne desteserkirin. Jin hîn jî li tundiyê rast tên. Lewma divê em li dora felsefeya Rêbertî bicivin û têbikoşin.”

DI JIYANA JINAN DE DESTPÊKEKE NÛ

Cîhan Xalid destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di jiyana jinan de destpêkeke nû ye û got, “Bi şoreşê re di jiyana jinê de gelek tişt guherîn. Eger tu jin be, fikir û nêrîna te ne girîng e. Weke jin eger te serî hilda be, her wiha eger tu carekê hatibe girtin, weke guneh û sûcekî mezin dihate dîtin. Bi tevgera azadiyê re, bi saya bi dehan pêşeng ên jin em gihîştin vê astê. Hevala Sakîne Cansiz bi berxwedana li dijî dewleta Tirk, bi sedan jinên têkoşer afirand. Weke şopdarên wê bi hezaran jinan xwe feda kirin. Armanca wan hemûyan azadiya jinan û bi vê yekê re azadkirina civakê bû.”

ME BARÊ ŞOREŞÊ HILDAN

 

Dayika şehîd Zubeyde Îsmaîl jî got, “Bi naskirina Tevgera Azadiyê re me gelek tişt fêhm kir û nas kir. Her mirovek divê xwedî sînor û pîvanên jiyanê be. Çawa em hîn kiribûn em bi wî rengî dijiyan. Piştî ku me partî nas kir, em tevlî kar bûn. Dewlet wê demê xurt bû, zêde derfet nedida me ku em tevbigerin. Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir em jî tevlî bûn. Weke jin me bi berpirsyariya xwe zanîbûn û heta ji me hat me hewl da barê şoreşê hildin. Em tevlî nava saziyan bûn. Ez tevlî nava Saziya Malbatên Şehîdan bûm. 6-7 salan li wir xebitîm. Giranî û manewiyata xwe gelekî cuda bû. Di jiyana xwe de em bêrawestan bixebitin jî em ê nikaribin bersivê bidin mafê şehîdên xwe. Şoreş roj bi roj mezin bû, komun hatin avakirin, heta meclîs û kantonan rêxistinî belav bû. Ked û berdêlên mezin hatin dayin. Şerekî giran qewimî, şervanên YPG û YPJ’ê qet nesekinîn. Weke dayik me jî ew bi tenê nehişt. Ev şoreş bi keda şervanên YPG û YPJ’ê gihîşt vê astê. Ji ber vê yekê divê em bersivê bidin wan.

JIN DI NAVA CIVAKÊ DE BÛN XWEDÎ MÎSYON

Jin bi şoreşê re azad bûn, di nava civakê de bûn xwedî mîsyonekê û mafê axaftinê. Bi şoreşê re jinê xwe perwerde kir, gavên hîn mezin avêt. Jinan li çiyê şer kir, bûn fermandar. Jinên Kurd zincîra koletiyê qetandin ku li wan dihate ferzkirin. Ji xwe gava destpêkê ya 8’ê Adarê têkoşîn, serhildan û berxwedan e. Serhildana li dijî talankirina beden, ked û hebûnê ye. Lewma 8’ê Adarê ji bo me tê wateya nûbûn, azadî û xwe jinûve afirandinê. Di 8’ê Adarê de rengên jin û xwezayê dibin yek. 8’ê Adarê mizgîniya destpêkê ya têkoşîn, berxwedan û azadiyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran 2 gundên din ên Şehbayê bombebaran kirin
Nûçeya Pişt re Odeya Bijîşkan a Amedê xelat dan Dayikên Şemiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê siyasî Şefîk Esen li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Girtiyê siyasî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Abolvadîn a Afyonê dihate…

Ji aliyê Stêrk TV

SÎHA’yê bombe li nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn barand

Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yê êrîş bir ser nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtî Halîl Arslan ê piştî 30 salan hat berdan bi coş hat pêşwazîkirin

Halîl Arslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtin, piştî 30 salan hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?