Li gorî daneyên JINNEWS’ê, meha Kanûna 2025’an 28 jin û 2 zarok ji hêla mêran ve hatin kuştin, di heman demê de 13 jin û 2 zarokan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Pergala tundiyê ku li nava malbat û cîhên ku wekî “qadên taybet” têne destnîşankirin zede bûye careke din asta serdestiya baviksalar li ser jinan eşkere kir. Tevî vê bîlançoya tarî, têkoşîna domdar a jinan ji bo azadî, wekhevî û mafê jiyanê berdewam dike.
Jinek ji aliyê cîranekî xwe ve, 2 ji aliyê nasên xwe ve, 8 ji aliyê mêrên ku bi wan re hatine zewicandin, 2 ji aliyê mêrên ku xwe jê berdabûn, 2 ji aliyê mêrên ku jê cuda bûbûn, 1 ji aliyê mêrekî nenas, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê xwezûrê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ku berê hev berda bûn, 1 ji aliyê xalê xwe ve, 3 ji aliyê mêrên ku di pêvajoya veqetînê de bûn, 2 ji aliyê zavayên xwe ve, 1 ji aliyê mêrekî ku pê re bi mahra mele zewicîbû û 1 ji aliyê neviyê xwe ve hat kuştin. Her wiha, jinek ji aliye kesên ne diyar ve hat kuştin.
Li Mêrsînê 1, li Kirikkaleyê 2, li Hatayê 1, li Samsûnê 1, li Enqereyê 2, li Qeyseriyê 1, li Çanakkale 1, li Semsûrê 2, li Stenbolê 1, li Dîlokê 2, li Mereşê 1, li Antalyayê 1, li Kirklareliyê 1, li Amedê 2, li Çanakkaleyê 1. li Karamanê 1, li Manîsayê 3, li Zonguldakê 2, li Sêrtê 1, li Rihayê 1 jin hat qetilkirin.

