Min hevrê Sara Tolhildan (Leyla Aykut) di dema ku operasyona Avaşînê didomiya, li tunelên şer ê Şehîd Dogan a li Sîdayê dît. Bîranîna herî dawî ya Sara ku di dil û mejiyê her kesî de ma, ew jî nûçeya êvarê ya Stêrk TV bû. Dijmin cenazeyê Sara bir Bakur û bi rojan piştî şehadeta wê radestî malbata wê ya li Şirnexê kir. Gerîlayeke jin ku yek ji fermandarên komek gerîla bû û nêzî 3 sal bûn li dijî artêşa Tirk a faşîst li ber xwe dida, di şert û mercên herî dijwar ên şerê tunelan de, li cihê teslîmbûnê, berxwedan hilbijart, lê li Şirnexê di şeveke tarî de bi tevlîbûna çend kesî bi awayekî bêdeng hate veşartin.
Weke bi dehan lehengên ku li her dera welêt destan nivîsandine, Sara jî merasîmeke girseyî bi tevlîbûna bi hezaran an jî sed hezaran heq dikir. Ji ber ku wan berxwedaneke mezin raber kiribûn û şereke dijwar meşandibûn. Diviyabû bi mîlyonan xwedî li wan derketiba. Dema min nûçe temaşe dikir, tenê tişta ku min xeyal dikir tabûta Sara bi ala PKK’ê pêçayî, bi dirûşme û tîlîliya bi sed hezaran oxirkirina wê bû. Bi rengekî ku layiqê berxwedana wê ba… Her çend di dîroka gerîla de neyê zanîn jî, lê belê hevrê Sara yek ji fermandarên şer a Şehîd Dogan Jîrkî ye û berxwedaneke demdirêj û ya herî zehmet meşand, di nava bêdengiyek mezin de hat veşartin.
TI CARÎ HEVRÊYÊN XWE YÊN BIRÎNDAR DI NÎVÊ RÊ DE NEHIŞT
Hevrê Sara hem gerîla û hem jî bijîşk bû. Li Zagrosê her kes jê re digot ‘Doktor Sara’ wisa dihat naskirin. Li wê erdnîgariyê gerîlatî kirin jixwe gelek zehmet bû, bi ser de jî di hewirdoreke şer de doktarî kirin hîn zehmettir bû. Hevrê Sara li dijî her cure zehmetî karî bi awayekî xurt bisekine û li herêma Avaşînê ku êrîşên dijmin 2 sal bê navber berdewam kir, doktorî kir. Şert û mercê li qadeke wiha doktorî kirin û heqê wê dayîn, fedekarî û fedaîbûne. Çûyîna qadeke ku hatibe bombekirin û balafirên keşfê lê digerin an jî xwe gihandina hevrêyekî di pevçûnê de birîndar bûyî, li pêşberî qereqola dijmin xwe gihandina hevrêyek xwe yê nexweş ne hêsan in.
Hevrê Sara xwedî rihê fedaîbû, ji ber wê karî li wan çiyayan doktorî bikra. Ji bo xwe bigihîne hevrêyek xwe yê birîndar û derman bike, êrîşên bi balafirên şer, balafirên keşfê, şert û mercên zehmet ên çiyê û qereqola dijmin derbas dikir. Hevrê Sara doktorek ku bixwe diçû ba nexweş û birîndarên xwe. Rojek jî negotiye ‘ez biçim nikarim tiştek bikim, wê tiştek ji destê me neyê’. Ne doktorek wisa bû ku hêviya xwe ji jiyana hevrêyên xwe qut bike, bêçare bimîne ango çareserî pêş nexe, berovajiya wê bû. Doktor Sara li Zagorosê wiha dihat naskirin.
EW FEDAIYÊ NIRXÊN PÊBAWER BÛ
Fedaîbûn ji îdeolojiyê xwedî dibe. Tenê yên xwedî îdeolojiyek, nêrîneke jiyanê, utopyayek dikarin bibin fedaiyên nirxên jê bawer. Tiştê ku dihişt hevrê Sara bixe tevgerê, girêdana wê ya bi felsefeya Apoyî bû. Em hemû Rêbertî dixwînin û guhdarî dikin, di bernameyên me yên perwerdeyê yên rojane de xwendina Rêbertî heye, lê ev cara ewil e ez dibûm şahid ku di şexsê hevrêyan de hevrê Sara bi hezkirineke mezin analîzên Rêbertî guhdarî dikir. Mîna ku Rêbertî deryayek bû û Sara di wê deryayê de aramî, hezkirin û heqîqetê bidîta. Tableteke wê ya pir kevn hebû, ekranê wê çûbû. Her çend me digot ‘bavêje êdî bikêr nayê jî’ ew israr dikir, digot ‘hêj deng jê tê, bi kêr tê. Nabe ku bavêjim.’ Li ser wê tabletê analîzên Rêbertî guhdarî dikir. Dema ku mijarek bala wê dikişand ango dieciband rûyê wê dikeniya, mîna ku tiştek nû keşif kiribe, xwe kêfxweş hîs dikir di kêliyên wiha de.
Hevrê Sara dema ku li analîzê guhdarî dikir û bi vî rengî dikeniya, me dizanîbû ku tiştekî nû ji Rêbertî dibihîze. Piştre teqez wê mijarê li kampê din bi hevrêyên din, dida guhdarî kirin û hewirdoreke nîqaşê çêdikir. Girêdana wê ya bi îdeolojiyê re, di wê de dîsîplîneke mezin a jiyanê, cidîbûneke jiyanê bi pêş xistibû. Nêzî 5 mehan tevî hevrê Sara em li Şikefta Şehîd Dogan di heman tîmê de man, milîtanekî Apoyî çawa her roj xwe ji nû ve ava dike her kêlî me şahidî kir. Ji ber wê tevlîbûna wê ya li nava jiyanê bi heyraniyeke mezin, min dişopand. Nepêkan bû ku mirov li hemberî wê tevlîbûnê xwe ragire û tevlî nebe. Hevrê Sara tenê tevlî nedibû, her kes jî bi xwe re tevlî jiyanê dikir. Hema bibêje min qet nedît ku hevrê Sara radizê. Saeta wê her dem di saet 4:30’ê sibehê de hatibû eyarkirin. Yanî beriya roj başê bi saetek şiyar dibû. Bi şev jî dema em radiketin, hevrê Sara bi tiştên cuda re mijûl dibû, piraniya dema xwe bi guhdarîkirina analîzên Rêbertî derbas dikir. Ji ber vê yekê me nedidît ka ew kengî radiket. Beriya me hişyar dibû û dawiya me hemûyan radiket.
Hevrê Sara, her tim wateyek cuda ya manevî ya mezin li jiyana şikeftan bar dikir. Şikeft ji bo wê ne tenê ji bo ji êrîşên balafirên şer xweparastin e.
Bi gotineke din, jiyana li wir tenê weke pêwîstiyekê mecbûrî nedît û ji bo jiyanê rengîntir bike qadên gelekî teng jî baş dinirxand. Li aliyê hevrêyên jin ên li çapera Şehîd Dogan tunelek bi qasî 70 metreyî hebû û hevrê Sara her sibeh li wê tunelê spor dikir. Di wê tunela 70 metreyî de bi dehan caran diçû û dihat. Sedema ku li wir spor dikir ji ber propagandaya dijmin bû. Her çalakiya wê, her liv û tevgera wê xwedî wateyekê bû. Dema dijmin operasyona xwe li Avaşîn ê berdewam dikir, her tim bi gotina gerîla bêtevger maye, ji ber ku ji şikeftan dernakevin fîzîka wan qels bûye û dema derdikevin nikarin bimeşin, propagandaya derewan dikir. Hevrê Sara her sibeh di wê tunelê de spor dikir û digot, “Dijmin ewqas propaganda li ser me dike, ji ber vê yekê divê li dijî wê em fîzîka xwe xurtir bikin.”
JI BO MIN ÊDÎ TI TIŞTEK WÊ MÎNA BERÊ NEBE
Piştî ku 2 salan li qada Avaşînê pratîk kir, hat qada Sîdayê. Vê carê hem doktor hem jî fermandar bû. Li kampa Şehîd Dogan Jîrkî, rêveberiya hevrêyên jin bû. Dema ku sala 2022’an li herêma Zapê operasyonê dest pê kir, qada Sîda hêj ji cihê sereke yê ku dijmin werê dûr bû. Lê belê hevrê Sara ti carî negot ‘dijmin nayê vê derê’ yan jî ’em doktor in, dijmin were jî hevrêyên din wê şer bikin, karê me cuda ye’. Hevrê Sara piştî ku dijmin di 17’ê Nîsana 2022’an de leşker li Kurê Jaroyê bi cih kir, fam kir ku dijmin wê çi bike û li gorî wê di tunelên şer de dest bi amadekariyên berfireh kir. Hevrê Sara ji berxwedanên Mamreşo û Werxelê pir bandor bibû. Li berwara Werxelê bi pêşengiya hevrê Cûmalî û Çavrê, berxwedaneke destanî ya 120 roj pêş ket. 17 hevrê di encama êrîşeke bi gaza kîmyewî ya li dijî wê çeperê de şehîd bûn.
Dema ku me agahiya şehadetên li Werxelê girt, em dîsa bi hev re bûn. Wê rojê cara ewil bû ku min didît hevrê Sara digirî, timî diran û kulmên xwe dişidand. Û wê rojê got, ‘Êdî ti tişt wê ji bo min ne wekî berê be’. A rastî jî piştî wê ji bo Sara tiştek ne weke berê bû. Dibe çavkaniya sekna berxwedêr ê li tunelên şer ê li şehîd Dogan hat raber kirin, bingeha xwe ji wê hêrsê girtibe. Di Îlona 2022’yan de êdî dijmin nêzî tunelên şer ên Şehîd Dogan bû û li tunelê berxwedanê dest pê kir. Hevrê Sara wateyeke mezin dida wan rojên şer ên li wir. Tunelên şer ne tenê pozîsyonek bû ku gule li dijmin direşandin, di heman demê de ji bo hevrêyên mîna Sara ku dil û cîhana wan ya wateyê bi qasî deryayê mezin bû, deriyekî heqîqetê bû.
Ji bo vê yekê jî, di yek ji nivîsên ku wan rojên berxwedanê de nivîsandî de ev tişt anîbû ziman, ‘Ev der jî dikare bibe Mamreşo û dikare bibe Werxelê. Îrade heman îrade ye, bawerî heman bawerî ye. Heke wisa be, çima ji vir jî qehremaniyeke mezin derneyê? Çima li vir jî destanekê pêk neyê? Wan mîrateyek ji me re hiştine û weke mirovên ku me ev mîrate dewr girtiye, me ji bo xwe mîsyonek diyar kir. Ez xwe ji bo vê amade dikim û li dijî dijmin ji her demê bêhtir xwe xurt û biryardar hîs dikim. Kêliya ku bi dijmin re rû bi rû bêm, ez gelek fikirîm bê ka ez ê çi bikim. Dibe ku tecrûbeyeke min a şer a mezin nînbe, dibe ku her tim min li qadan doktorî kir, lê belê dizanim ku ez hevrêyekî wan kesan im ku li ber xwe didin. Ji bo berxwedanê tiştê ewil ne çek, dil hewce dike. Dil û aqilê min ji bo ku bibim fedaiyek ferman da. Ez ê vê fermandê li vê tunelê şer, pêk bînim.”
LI CIHÊ RAST JÎYAN Û LI CIHÊ RAST MIRIN
Di şerê ku nêzî 3 salan di çeperên berxwedanê ya Şehîd Dogan de pêk hatî de, dijmin çi nekir? Tankên xwe danîn ber deriyê tunelan û her roj bi tankan li wan xistin, hewl dan şikeftê ji jor ve hilweşînin lê bi ser neketin, piştre kepçe anîn û hewl dan tunelê hilweşînin, ji zinarên li jorê tunelan bi werîsan teqemenî avêtin, gazên jehrî bi kar anîn. Herî dawî, dema encamek ji van hemû rêbazan bi dest nexistin, bi mehan her roj av berdan nava tunelan. Yanî hovîtiyek, sûcê li dijî mirovahiyê û barbariya ku neceribandine nemabû. Artêşa Tirk rûyê xwe yê herî qirêj û yê herî ketî li tunelên Şehîd Dogan nîşan da.
Belê li hundir çi pêk dihat? Li hundir gerîlayên ku di bin fermandariya fermandarên mîna Alan Milazgir û Sara Tolhildan de şer dikirin û çi dibû bila biba bi biryardarî li ber xwe didan hebûn. Ew hevrêyên têkoşerên berxwedana Werxelê bûn ku digotin, “Em bi her êrîşê re mîna şûrekî tûjtir dibin dibin.” Yek ji wan berxwedanên bêhempa bû ku sînorên hêz û têgihiştina mirovan derbas dikir. Yek ji wan berxwedanan bû ku nîşan dida artêşa Tirk çiqasî qels û zalim e.
Hevrê Sara li fermana ku dil û aqilê wê daye wê, guhdarî kir. Fermana aqil û dilên Apoyî. Hevrê Sara encax dikarîbû bi berxwedaneke wiha û fedaîbûneke wiha şehîd biba. Ya rastî ne her tim li cihê rast jiyîn, carna li cihê rast mirin jî girîng e. Her kes, nikare mîna hevrê Sara şop li du xwe bihêle, bibe yek ji nivîskarên destaneke bi vî rengî û wisa bi têk birina dijmin re şehîd bibe. Di kêliyên dawiyê de dema ku ber bi şehadetê ve diçû, çi di aqilê wê re derbas dibû, texmînkirin ne zehmet e. Wê kêliyê şehîd bibe jî hîs kir ku ew ê ti carî neyê ji bîrkirin û bi serbilindiyeke biheybet çavên xwe girtin.