Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike.
Parêzerê marksîst, Civaknas û Fîlozof John Holloway ku ji Meksîkayê beşdarî konferansê bû wiha axivî, “Spasiya we hemûyan dikim. Herhal ez ê ji her kesî bêtir hatime vir. Ji 11 hezar kilometre dûr hatime vir. Çima ji cihekî ewqas dûr hatim? Tiştekî min kişand vir. Ronahiyek li vir hebû. Tiştek çirûsk dida. Vê çirûskê şewqek mezin dida. Şewqa wê gihîşt ronahiyê. Ev jî ronahiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdan e. Ronahiyek ku di tariya cîhanê de şewq dida, dewleta Tirk kesekî di tecrîdê de digire. 25 sal in kesekî di tecrîdê de digire. Li ser Ocalan û girtiyan şermek mezin heye. Neheqiyek li ser wan tê kirin. Cîhana zilmkar jî li vê şermê temaşe dike. Kuştin li Xezeyê tê kirin, cîhan li vê şermê jî temaşe dike. Em bi destê xwe talûkeya xwe pêk tînin. Cîhana îro reş e, tarî ye. Divê mirov ji şewqa vir sûdê werbigire û bi coş e.
Du şewq û ronahiya girîng hene. Yek azadiya tevgera Kurdan e. Ya din jî tevgera zapatîsta ya li Meksîka ye. Têkoşîna me rizgariya ji komkujiyan e. Beriya ku cîhan dawiya me bîne, em dixwazin cîhana xwe biafirînin. Lewma her du tevger girîng in. Her du tevger jî tevgerên dijdewlet, antîkapîtalîst in, li dijî baviksalariyê ne. Her du tevger jî komunal in. Komun aştiyê ava dike, komun divê li ser avakirina civakî were avakirin. Ocalan di paradigmaya xwe de mafdar e. Her du tevger jî li dijî mêtingeriyê têdikoşin. Em têkiliyek aştiyane bi xwezayê re deynin. Ev her du tevger jî ne netewperest in, li dijî vê tevdigerin. Ev ronahî kir ku bi hezaran kîlometre ji cihekî dûr werim vir. Min mirovên pirr hêja nas kir. Me duh nameyek ji Ocalan girt.
Tiştên derheqê Ocalan û Rojava de xwendine û bihîstine, ronahî ne. Ji bo me cihekî pirr taybet ê tevgera Kurd heye, ronahî û şewqek mezin dide me. Ev ronahiya rûmetê ye. Ronahiya hêrsa li dijî tariyê ye. Rica dikim vî tiştî ji bîra nekin ku hûn bêqisûr in, hûn gelekî taybet in. Çavê tevahiya cîhanê li we ye. Ez ji bo hezkirin û piştgirî û azadiya Ocalan hatim vir. Ji bo pêvajoya aştiyê spasiya birêz Ocalan û we dikim.”
Rûniştina çaremîn sermijara “Perspektîfên Azadiyê, Aştî û Siberojê” tê gotûbêjkirin. Moderatoriya rûniştinê hiqûqzan Eren Keskîn kir. Eren Keskîn got: “Kurd bi erde ve hatin kaşkirin, rûviyên wan rijiyan erdê. Hevalên me hatin kuştin, girtin, bi hezaran kes hatin windakirin, nehatin dîtin. Tevî ewqas êş û janê jî pêkanîna aştiyê kelecanê dide Kurdan. Ev konferans ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Ji bo min xala herî girîng di vê pêvajoyê de pêkanîna aştiya navxweyî ya Kurdan.”
NADÎR NADÎROVA: EZ HÊVÎ DIKIM EV PÊVAJOYA AŞTIYÊ RÊ LI BER DERIYÊN NÛ VEKE
Endama Meclîsa Gel a Kazakîstanê Nadir Nadirova jî bi sernavê, “Kurdên Sovyeta Berê û Bawatebûna Sînoran” gotarek pêşkêş kir û got: “Dembaş hevalên hêja. Berî her tiştî amadekirina civînek wiha xweş şanaz im. Hewcedariya Kurdan bi aştiyê û demokrasiyê heye. Destxweşiyê li DEM Partiyê dikim. Bav û kalên me ji Serhedê ne. Di dema raperîna Şêx Seîd şûn ve derbasî hêla Ermenîstanê bûn. Dilê me her tim li Kurdistanê-Serhedê bû. Bav û kalên me li Ermenistanê jî nehatin îdarekirin, wan ji wir jî sirgûnê Asyaya Navîn kirin. Piştî salên 1955’î Erîvan-Ermenîstan dibe navenda karûbarên Kurdan. Kazakîstan cihê miletan e. Gelek milet bi mafên xwe li Kazakîstanê dijîn. Kurdên me li Kazakîstanê nas kirin. Her kes heqê xwe heye. Her çiqas mafên me hebin jî, me her tim bi hesreta welat jiyana xwe derbas kir. Ez hêvîdarim ev proseya aştiyê deriyên nû ji bo hemû Kurdên cîhanê veke.”
LAURA BOLDRINI: DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenta Îtalyayê Laura Boldrini bi sernavê “Nêrîn û têgihiştina Ewropayê ya li ser pirsgirêka Kurd” gotarek pêşkêş kir û got: “Ez pirr kêfxweşim ku li vir im. Hûn parêzvaniya mafên mirovan a gerdûnî dikin, hûn azadiya jinan diparêzin, hûn li dijî milîtarîzmê ne. Ev yek îlhamê didin xebatên min ên siyasî. Divê Abdullah Ocalan azad bibe û di vir de wêrekî bê nîşandan. Birêz Ocalan temsîliyeta Kurdan dike. Bivê nevê divê Birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê werin berdan. Serbestberdana Abdullah Ocalan dê rê li ber gelek tiştan veke. Selahattîn Demîrtaş jî hê di girtîgehê de ye. DMME’yê biryara berdana wî da, jixwe berdana wî êdî mecbûrî ye. Girtina Demîrtaş ji ber xebatên wî yên siyasî ye. Ev cihê şermê ye. Divê ev yek bi dawî bibe. Divê qada navneteweyî li ber vê şermê bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê bike.”
HAYDAR ERGUL: RÊBER ABDULLAH OCALAN RONAHIYA JI DÎROKÊ TÊ
Edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul jî bi sernavê, “Manîfestoya Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û bi berfirehî bal kişand ser manîfetoya Rêber Apo û got, “Em ê çawa fikr û ramanên serok Abdullah Ocalan çawa di 20 deqîqeyan de vebêjin. Belê rast e, paradîgmayaya Ocalan ronahiyê dide mirov. Ez û rêber Ocalan 50 rojan li Romayê li malekê man. Heke Abdullah Ocalan ne serok bûya, min nikaribû 24 saetan li wê malê bijiyama. Min ji hevrê John bihîst ku ew şewq û ronahî rêber Ocalan e. Rêber Abdullah Ocalan ronahiya ji dîrokê tê ye. Ji nav dîrokê diaxive.”

