Sêşem, 8 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Selçûk Mizrakli hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!
Kurdistan

Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe jî li gorî wateya Newrozê bû. Tirs berda dilê paşverûtiyê, hêvî da lêgerînerên azadiyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî. Kalkan got, “Gerîla demeke dirêj bi wêrekî, fedakarî û afirîneriyê şer kir, her tim derbên giran lê da. Ji Cotmeh, Mijdarê û vir ve her meh operasyonên şoreşgerî yên mezin li dijî faşîzma AKP-MHP’ê kir. Bêguman vê yekê dibe asteke hîn bilind. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe bi rastî jî li gorî wateya Newrozê bû. Newroz hîn bi coş kir, her kes bi îradeya Newrozê re kir yek. Tirs berda dilê pavşerûtiyê, hêviyeke mezin da her kesên ku li azadiyê digerin.

 

HER KES DIKARE TEKNÎKÊ BI KAR BÎNE, JÊ WÊDETIR JÎ DIKARE BÊ PEYDAKIRIN

Me berê ji faşîzma AKP-MHP’ê gotibû: Hûn xwe dikin mijara bazarê, ji filan deverê piştgiriyê werdigirin, bi vê yekê êrîş dikin û vê yekê jî weke hêza xwe dibînin. We hin derfet dîtine, amûrên teknîkî dîtine, mîna çoyekî li hemberî gerîla bi kar tînin. Fuzeyên ewqasî mezin mîna fîşekekê berdide kesekî. Û bi gotina ‘me lê da’ pesnê xwe didin. Ev yek ne tenê dikeve destê we. Yanî ne tenê hûn dikarin vê bi kar bînin. Sibe hinekî din jî bi kar bîne, ku her kes dikare peyda bike û bi kar bîne, hingî hûn ê çi bikin? Bi daxuyaniya heyî ya HPG’ê re faşîzma AKP-MHP’ê gihîştiye wê asta ku me qalê kir. Wê demê divê mirov nebêje ‘min wesayitek peyda kiriye, tenê ya min e’ û kêfa xwe pê bîne. Her kes dikare wê bi kar bîne, jê wêdetir jî dikare peyda bike. Ya rast di vê mijarê de zêde gotin nîne ku bê gotin. Ya ku bê gotin ji xwe HPG dibêje, ya ku dibe para me pîrozkirina vê yekê ye. Hemû hêzen fermandar û şervanan ên HPG û YJA Starê, her eksên ku ev afirandine silav dikim, pîroz dikim. Bi navê rêveberiya partiya me. Serketinan ji wan re dixwazim.

BILA GELÊ ME HÎN BÊHTIR BI GERÎLA RE BIBE YEK

Gerîla her tim ji me re bû hêvî, pêşengî kir. Timî hêvî da gel. Ji bo vê Newrozê jî hêvî xurt kir. Agirê Newrozê ne tenê li ser rûyê erdê, her wiha li ezmanan jî vêxist, tevkariyeke mezin li Newroza 2024’an kir. Eşkere ye ku têkoşîna azadiyê nîşand a çiqasî dikare xurt bibe, bi pêş bikeve, bi pêşengiya gerîla têkoşîn dikare bê biserxistin. Rastî ji xwe bi vî rengî bû, lê careke din nîşanî her kesî da. Eşkere bû ku pêşengiya gerîla pêşengiyeke lawaz nîne. Gel, ciwan û jinên Kurd bi xwedîderketina li gerîla şaşitî nekirin. Hişmendî û rêxistiniya azadiyê, nêzîkatiya serketinê ya bi têkoşîna gerîla re şaş nebû. Ne mijareke tenê pesindayinê jî bû, pozîsyona heyî ya gerîla rastiyeke. Berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê, sekna lehengî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî êrîşên faşîst, mêtinger û qirker ev rastî careke din raxist pêş çavan. Ji niha û pê ve jî wê dewam bike. Bila gelê me ji gerîla baş bawer bike, hîn bêhtir piştgiriyê bide, hêzê bide. Bi gerîla re hîn bêhtir bibe yek. Her ku rêbaza gerîla hîn bû, bû xwedî hişmendiya gerîla, rastiya gel a gerîlabûyî hate afirandin, em ê bi ser bikevin. Em ê lêgerîna xwe ya azadiyê, têkoşîna xwe, daxwazên xwe bi vê yekê pêk bînin. Em bi vê yekê zanibin, bawer bikin. Li ser vê bingehê xwedî li gerîla derkevin. Em xwe bikin gerîla. Ev çalakî, ev têkoşîn, ev lehengî vê yekê nîşan dide. Bi taybetî ji bo ciwanên Kurd nîşan dide ku ji bilî sekna azad a gerîlabûyî destketiyeke din nîne. Dibe hêza ber bi xwe ve dikişîne. Hişmendiyê dide ciwanan, rê li ber wan dixe. Em bibin gerîla, têbikoşin û bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Akdenîzê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest tecrîd were rakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê çandinî û sewalkarî li ber tinebûnê ne

Hevşaredarê Seravê Davût Acar destnîşan kir ku cotkar berdêla polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê didin…

Ji aliyê Stêrk TV

Erebistana Siûdî, Qeter û Oman hewl didin Trump îkna bikin

Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî, Qeter û Oman hewl didin Serokê DYE’yê Donald Trump ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

Bi hinceta ku êrişên li ser Bendava Tişrînê şermezar kiriye, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Erebistana Siûdî di êrişan de 73 sivîl birîndar bûn, li Yemenê 300 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?