Di ser biryara fesixkirinê ya PKK’ê re 3 hefte derbas bûn ku piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo di Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê de hate wergirtin.
Bûyerên berî û piştî kongreya PKK’ê, me ji yek ji damezrînerên PKK’ê Dûran Kalkan pirsî.
Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk hat. Weke ku tê zanîn Meha Gulanê meha Şehîdan e. Li Kongreyê şehadeta kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate ragihandin. Di meheke bi vî rengî ya girîng de hûn lidarxistin kongreyê çawa dinirxînin?
Ez careke din kongreya me ya 12’emîn li gelê me û mirovahiyê pîroz dikim ku di meha şehîdan de hate lidarxistin. Bi hurmet Rêber Apo silav dikim ku ev kongre amade kir. Kadroyên pêşeng ên partiya me, ji hevalên destpêkê yên Rêber Apo hevrê Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Ev kongre diyarî van hevrêyan hate kirin. Gelê me encamên kongreyê bi van hevrêyan bi bîr anî, hewl da binirxîne. Kongreya malkirina PKK’ê li dîrokê bû. Rastiya PKK’ê bi rastiya van hevrêyan hate nirxandin. Gelekî girîng û bi wate bû.
Bi rastî jî di şexsê hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo, hevalê Fûat de nirxandina PKK’ê girîng bû ku di her demê de bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû, her tim li ser xeta Apoyî meşiya, helbestvanê partiya me, wêjevanê partiya me bû, ruh, hest û hişê partiya me bû. Di şexsê endamê komîteya leşkerî ya fermî ya partiya me û berxwedêrê mezin ê zindanê hevrê Riza de pênasekirina PKK’ê, nirxandina PKK’ê rast bû ku piştî ji zindanê derket yekser li her qadê, li çar aliyên Kurdistanê di asta pêşengiyê de tevlî kar bû, di asta rêveberiyê de wezîfe kir. Bi rastî jî cewhera vî karî bû.
Meha Şehîdan piştî ku 18’ê Gulana 1977’an hevrê Hakî li Dîlokê hate qetilkirin, di Konferansa me ya 1’emîn de weke Roja Şehîdan hate ragihandin. Rêber Apo got ‘PKK birêxistinkirina bîranîna Hakî Karer’ e. Biryara PKK’ê ya fesixkirina avahyiya xwe ya rêxistinî û rawestandina karên xwe yênr êxistinî di demeke bi vî rengî de, di meheke bi vî rengî de hate dayin. Yanî hem damezrandin meha Gulanê ji bo bîranîna şehîdekî mezin pêk hat, hem jî biryara rawestandina karên rêxistinî di heman demê de hate dayin. Berxwedana azadiyê, şerê azadiyê ku heman demê ji bo bîranîna şehîdekî destpê kir û 48 salan dewam kir, di salvegera heman şehadetê de rola xwe bi cih anî, wezîfeyên xwe kir, karê xwe bi ser xist û bi dawî dibe. Ev yek jî gelekî girîng e. Rewşeke bi wate ye.
Hinek qala bidawîbûna PKK’ê dikin. Ev gotin ê wan mirovan e ku rastiyê fêhm nakin û rastiyê venabêjin. Weke gotinên vala dikare bê nirxandin. Bi rastî jî PKK weke heqîqeta Rêbertî û şehîdan bû malê dîrokê, tê wateya azadî û hebûna Kurdan. Gel got, ‘PKK gel e, gel li vir e’. Rêber Apo got, ‘PKK partiya şehîdan e’. Wê demê heta kug el hebe, heta ku têkoşîna wê ya azadiyê, jiyana wê hebe, wê şehîd jî bêne bîranîn û PKK jî hebe, bijî. Ti hêz nikare vê tine bihesibîne, nikare bandora wê ya dîrokî bişikîne.
‘PÊVAJO BI BANGA DEVLET BAHÇELÎ HATE DESTPÊKIRIN’
Beriya ku em dest bi mijarê bikin dixwazin wê pêvajoyê binirxînin, bê kongreya 12’emîn a PKK’ê çawa pêk hat û bi çi rengî gihîşt vê serdemê. Ji ber ku di vê mijarê de hin nêzîkatî û nêrînên cuda hene. Li gorî hin şîroveyan, dînamîkên hundirîn û derve yên ji ber bûyerên li Rojhilata Navîn, li gorî hin şîroveyan jî di encama zexta leşkerî û siyasî ya PKK’ê de biryareke bi vî rengî hate werirtin. Hûn çawa dinirxînin?
Rêber Apo înîsiyatîfek afirand. Lê belê pêvajo bi Rêber Apo re destpê nekir. Bi hewldana Devlet Bahçelî destpê kir. Di Cotmeha 2024’an de bi helwest û gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ev pêvajo destpê kir. Devlet Bahçelî di vir de ne tenê weke helwesteke bi nêta baş nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da. Di civîna komê de qala hatina Rêber Apo ya li meclîsê kir, got, dikare li Koma DEM Partiyê biaxive, eger PKK xwe fesix bike ev dikare bibe, mafê hêviyê dikare bê nirxandin û bangeke bi vî rengî kir. Li ser vê bangê, bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin ku 4 salan hevdîtin dihate astengkirin. Di 23’ê Cotmeha 2024’an de biraziyê wî Omer Ocalan şandin Îmraliyê. Xwestin, bersiva Rêber Apo hîn bibin. Rêber Apo pêvajo, bûyer, bang nirxand û got, ‘Ez dikarim bersivê bidim vê yekê, bi wate dibînim’. Got, eger şert û merc bêne afirandin, dikare pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer û tundiyê derbasî ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqî bike û hêza wî ya teorîk û pratîkî ya vê yekê heye. Li ser vê bingehê bersiv da bangê. Piştre jî Devlet Bahçelî bangên xwe dewam kir, hinek jî tevlî bûn. Rêber Apo jî bi vê înîsiyatîfê rabû û meşand. Divê rewş bi vî rengî bê fêhmkirin.
DEWLET GOT ‘PIRSGIRÊKA MAYINDEBÛNÊ HEYE’ Û GAV AVÊT
Gava mirov bi vî rengî binirxîne wê were dîtin ku pêvajo bi hewldana Rêber Apo destpê nekiriye. Berevajî, bi hewldana Devlet Bahçelî destpê kir. Devlet Bahçelî çû bi destê endamên DEM Partiyê girt. Peyamên li ser xwişk û biratiyê da. Heman rojê Serokkomar Tayyîp Erdogan jî li meclîsê di axaftina vekirina meclîsê de anî ziman ku metirsiyên li ser Tirkiyeyê mezin in, pirsgirêka mayindebûnê heye, qala girîngiya yekîtiya navxweyî û xwişk û biratiyê kir. Bangên welê kir ku piştgirî da helwesta Devlet Bahçelî, nirxandinên di vê çarçoveyê de kir. Piştre jî Devlet Bahçelî ev hemû nirxand û got, ‘Serokkomarê me bal kişand ser hin xeteriyan, pirsgirêka mayindebûnê ya dewleta me heye’. Ji ber vê yekê jî bang kir ku Rêber Apo bê Enqereyê û li Koma DEM Partiyê biaxive. Yanî di vê astê de xwest tevlî siyaseta demokratîk bibe û diyar kir ku ev yek êdî ji bo Tirkiyeyê nebe nabe, pêwîstî ye. Piştre jî yekser ji bo şexsê Rêber Apo got, ‘Em vî mirovî 26 sal in li wê derê dihêlin. Di nava vê demê de ji bilî gotinên li ser berjewendiyên gel û welat me tiştek jê nebihîst. Yanî rojê 24 saetan, 26 salan li ser vê bingehê jiya. Ji vî mirovî zerar nagihêje vî welatî, zerar nagihêje vê civakê’. Ev yek ji aliyê Devlet Bahçelî bi xwe ve hate gotin. Sekna Rêber Apo nirxand. Anî ziman ku xwedî sekneke rast, bi biryar, xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji xwe re dike esas, çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê li ser bingeha Yekîtiya Demokratîk dibîne. Got, fikir û hewlesta wî bi vî rengî ye. Yanî ya ku tengav bû, zor û zehmetî kişand dewleta Komara Tirkiyeyê bû.
Devlet Bahçelî got, ‘Dibe ku em ji Anatoliyê bêne qewirandin’. Ev gotin, mikurhatina li mezinahiya metirsiyê bû.
Belê. Got, ‘Eger bi vî rengî nebe dibe ku em li Anatoliyê jî nikaribin bijîn’. Bi rastî jî Rêber Apo ev yek anî ziman. Ev metirsî bêguman hebû. Çima hebû? Bûyerên di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji destpêka salên 1990’î û pê ve li Rojhilata Navîn diqewimin, tiştekî bi vî rengî li Tirkiyeyê ferz kirin. Pêvajoya ku bi Şerê Xezeyê re destpê kir, piştre jî şerê Lubnan û Sûriyeyê, gihîşt sînorê Tirkiyeyê. Kurdistan kir navenda şer.
Wekî din ji xwe li Kuridstanê ji ber înkarkirina Kurdan şerek hebû. Yekîtiya Tirkiyeyê tine bû. Ya rast dewlet ji Mîsakî Mîlî dûr ketibû ku weke welatê hevpar ê Kurd û Tirkan dihate pênasekirin. Jİ ber vê yekê jî berxwedana sed salî ya Kurdan hebû. Pêncî salên dawî jî ji aliyê PKK’ê ve hate meşandin.
PIŞTÎ KU PLANA TÊKBIRINÊ TÊK ÇÛ…
Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û pê ve li ser bingeha Plana Çalakiyê ya Têkbirinê, ji bombeyên taktîk nukleer heta bi bombeyên kîmyewî bi her cûre çekan û rêbazî, bi binpêkirina pîvanên hiqûqî û exlaqî êrîşeke topyekûn hate kirin. Li ser vê bingehê piştgirî ji DYE û NATO’yê wergirt. Her wiha piştgirî ji PDK û hevkarên Kurd jî wergirt. Di vî şerî de ku bi îdîaya ku wê di nava salek, du salan de PKK’ê biqedînin, bieciqînin, hilweşînin hate destpêkirin, nekarîn encamê werbigirin. Ev şer li 10 salan belav bû. Serê her salê gotin, îsal wê biqedînin, lê belê 10 salan nekarîn bi bihostekê jî bi pêş ve biçin. Planên wan hate têkbirin. Plana Çalakiyê ya Têkbirinê bi xwe têk çû. Anîn ziman ku bi şerekî bi vî rengî re li Rojhilata Navîn di şerê hegemonya ya nû de Tirkiye nikare li ser piyan bimîne, bi şerê li dijî Kurdan re serketin li aliyekî wê nikaribin li Anatoliyê jî bimînin, Anatolî jî wê ji destê wan biçe. Ew gotin, gelekî bi wate bû.
BI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN NIKARIN LI ANATOLIYÊ BIMÎNIN
Piştî ku ev metirsiyên rojane hatin dîtin, gelo hatina xwe ya li Anatoliyê û tifaqên xwe yên ji bo mayindebûna li wê derê bi bîr anîn, ew tifaq hate bîra wan?
Naveroka wê hevokê bi vî rengî bû: Kê deriyê Anatoliyê li Tirkan vekir? Kurdan vekir. Tifaqa Kurd-Tirkan, têkiliya wan vekir. Serketina Malazgîrtê ya Alparslan serketinek li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirkan bû. Wê demê Selçûkiyan jî ev yek gotin. Neviyê Alparslan Sûltan Sencer yekem kes bû ku navê Kurdistanê bi kar anî. Tifaq û têkiliya bi Kurdan re pênase kir, fermî kir. Vê yekê çi nîşan da? Nîşan da ku Tirkîtiya Anatoliyê bêyî Kurdan nabe. Bi şerê li dijî Kurdan, bi tinekirina Kurdan nikare li Anatoliyê bimîne. Me ev yek anî ziman. Rêber Apo bi dehan sal in vê dibêje. Ya rast PKK’ê ev îdîa û nêrîn danî holê. Yanî bi gotina, eger hûn Kurdan bi vî rengî tine bikin, li Anatoliyê hûn ê nikaribin bimînin, nîşan da ku hebûna demokratîk a Tirkan bi azadiya Kurdan dikare pêk were.
Ya rast, PKK bi temamî li ser bingeha vê ferasetê ava bû. Daxuyaniyên Bahçelî rastiya nêrînên PKK û Rêber Apo piştrast kir. Ji xwe Bahçelî dema ku ji bo Rêber Apo qala van xusûsan kir, hinekî xwe spart vê yekê. Dît ku çi dikin bila bikin Abdullah Ocalan dest ji rastiya xwe, dest ji yekîtiya demokratîka Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Kurdan bernade. Di vê mijarê de israra Rêber Apo, biryardarî, zelalî û baweriya wî dît.
Wê demê ev tespîtên we tezên weke ‘Li Rojhilata Navîn di 7’ê Cotmehê de bi şerê ku Hamasê destpê kir re dema rêxistinan bi dawî dibe’, ‘Kapasîteya siyasî û leşkerî ya PKK’ê nemaye’ yan jî ‘PKK ber bi xeta reformîst ve diçe’ hemûyan pûç dike.
Beriya her tiştî PKK rêxistinek nîne. Divê welê neyê dîtin. Yên ku hewl didin hinekî fêhm bikin, vê dibêjin; tevgereke civakî ye. Yanî rêxistineke teng nîne ku tenê xwe dispêre hêza xwe ya çekdarî. Eger bi vî rengî bûya wê 52 salan nikarîbûya îdare bikira. Belê dibe ku dema rêxistinan derbas bû be, lê belê PKK bêrêxistiniyê naparêze. PKK bi fesixkirina avahiya xwe ya rêxistinî re nabêje xwe bi rêxistin nekin, rêxistinan belav bike. Lîkîdasyonekê pêk nîne, nabe tevgereke lîkîdator, tasfiyekar nîne. Tasfiyekarî înkarkarî ye. PKK rabirdûyê înkar nake. Li ber her cûre rêxistinê ranabe. Berevajî vê yekê rabirdûyê dinirxîne, ji aliyê rêxistinî ve şert û mercên rabûna PKK’ê dinirxîne, dibêje ku ev yek rewşeke ji neçarî bû, mezinahiya têkoşînê, dîrokîbûna wê û serketinên mezin ên PKK’ê datîne holê, van ji xwe re dike esas, weke mîrateyê dibîne û xwedî lê derdikeve. Lewma rabirdûyê înkar nake. Berevajî vê yekê bi xwedîderketina li rabirdûyê re li ser wê paşerojekê diafirîne.
‘PKK RÊXISTINEKE DOGMATÎK NÎNE’
Çi dinirxîne? Înkarperest, lîkîdator, dogmatîk nîne. Rexnekirinê dike, rexnedayinê dike. Yanî serdema ku PKK’ê afirandiye, şert û mercên wê yên leşkerî û siyasî dinirxîne. Wê demê Kurd, cîhan û şert û mercên Rojhilata Navîn cuda bûn. her wiha avahiyên fikrî yên li ser mirovahiyê li cîhanê serwer bûn, cuda bûn. Niha di van hemûyan de guhertinên bingehîn çêbûn. Li gorî vê guhertinê dibêje divê em jî biguherin.
Çi datîne holê? Ya berê, ya ku ji aliyê dîrokî ve temenê xwe tijî bûye dike malê dîrokê û ya nû diafirîne. Yanî rexnekirinê dike, rexnedayinê dike. Bi vî rengî xwe diguherîne, vediguherîne. Yanî şoreşger e. Şoreşger dikarin guherîn û veguherînê bikin. Yên dogmatîk dikarin ya heyî dubare bikin.
Di salên şoreşê de gotineke gelekî bedew a Lenîn hebû. Di pêvajoyên şoreşê de dema ku tifaqên nû, şêweyên nû yên çalakiyê destpê dikirin, koma berê ya Bolşevîkan digotin, me filan tişt kir, hinek radibin dibêjin bila ya berê dubare bibe. Lenîn ji wan re digot, ‘Ew kes ew dogmatîk in ku gotinên di ciwantiyê de hîn bûn û ji ber kirin heta mirinê dubare dikin’. Lewma destnîşan kir ku ev yek bi vî rengî nabe, şoreşger divê li gorî rewşa nû xwe bi pêş ve bibin, biguherînin, ev yek jî pêwîstiya şoreşgeriyê ye. Ev yek fikrê Lenîn bi xwe bû. Lê belê bi navê Lenînîzmê li cîhanê nêzîkatî, fikir û tevgerên herî dogmatîk afirîn. Hinek radibin li ser vê bingehê nêzî PKK’ê dibin.
ZEMÎNÊ DESTPÊKEKE NÛ…
Ev yek ji bo kapasîteya têkoşînê ya gelê Kurd jî derbas dibe. Kapasîteya Têkoşînê ya gelê Kurd naqede. Yanî belê sînorê hêzê heye, xwedî derfetên gelekî zêde yên madî nîne. Lê belê ji aliyê dîrokî ve gelekî têkoşer e. Xaka xwe berhemdar e, dikare bijî. Di nava sîstema desthilatdarî û delwetê ya 5000 salî de her gavê li hemberî êrîşên giran weke civakên Eşîrî li ber xwe da û hebûna xwe bi vî rengî dewam kir. Xwedî dîrokeke bi vî rengî ye. Lewma şaş e ku bê gotin, kapasîteya şer û berxwedanê ya gelê Kurd qediya ye. Naqede. PKK pêvajoyên nû yên têkoşînê dide destpêkirin. Kongreya 12’emîn a PKK’ê ev nirxand. Em vê yekê weke dawiyekê bi biryar dikin, lê belê ev yek bidawîbûn nîne. Berevajî vê yekê afirandina zemîna ji bo destpêkek nû ye. Ev yek destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê bû.
Baş e, di vir de ya ku guherî, qediya çi ye? Pêvajoya têkoşînê neqediya. Kapasîte û hêza têkoşînê ya gelê Kurd neqediya, fedakarî û wêrekiya jin û ciwanên Kurd ji holê ranebû. PKK’ê bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên 15’ê Tebaxa 1984’an stratejiya şerê rizgariya neteweyî da destpêkirin, ya ku diqede ev e. Têkoşîn naqede. Têkoşîna li ser bingeha stratejiya şerê Rizgariya Neteweyî ye. Ya ku qediya hêza berxwedanê, şerkirinê û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê nîne. Ya ku qediya stratejîk û taktîka têkoşînê ye ku dema xwe tijî kiriye. Ji ber vê yekê guherîn û nûbûnek heye. Guhertina xwe ya li gorî pêwîstiyên pêvajoyê ye.
‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê VÊ GUHERTINÊ BIKIN’
Ji xwe ev yek rewşeke nû nîne ku derketiye holê. Ji destpêka salên 1990’î û vir ve di her firsendê de Rêber Apo û PKK’ê guhertina stratejiyê xist rojevê. Di sala 1993’an de bi ragihandina agirbestê xist rojevê. Her wiha Rêber Apo di agirbesta 1’ê Îlona 1998’an de bi şênberî got, ‘Çi dibe bila bibe em ê vê guhertinê pêk bînin’. Bi êrîşa komploya navneteweyî re ev guhertin hate astengkirin. Zext li PKK’ê kirin ku bixin nava şerekî bi vî rengî ku hinek vî şerî li gorî berjrewendiyê xwe bi kar bînin. PKK nekarî xwe ji vê yekê rizgar bike. Niha xwe jê rizgar dike. Lewma nêzîkatiyên bi wî cûreyî hemû şaş in.
Vê yekê bibêjim: PKK 48 sal in berxwedana çekdarî dimeşîne, 41 sal in, li ser bingeha 15’ê Tebaxê şerê gerîla dike. Ev şer şerekî bênavber e. Lê belê berxwedana çekdarî ya esasî di Gulana 1977’an de ji bo hilanîna tola hevrê Hakî Karer destpê kir. Ji hingî ve 48 sal in berxwedana çekdarî tê meşandin. Ev yek li ser stratejiya rizgariya neteweyî rûnişt û li ser vê bingehê şerê gerîla hate meşandin. Niha dibêjin, piştî ewqas şerî çima dest ji şer tê berdan? Baş e, gelo ev gel wê timî şer bike? Yanî Kurd wê temenê xwe bi temamî bi şer derbas bike? Hinek xwe gelekî bi aqil dibîne. Eger ewqasî dilxwazê şer in bila bi xwe şer bikin. Eger ewqasî aşiqê şer in, bila nesekinin, şer bikin. Kê bi destê wan girtiye?
‘PÎVANA ŞOREŞGERIYÊ ASTA WÊ YA ÎDEOLOJÎK E’
Niha hinek rabûye hewl dide ji PKK’ê re qala şer bike, dersa şer bide. Dixwazin dersa gerîla bidin, qala girîngiya şer, wateya şer dikin. Vê PKK’ê 48 salan têkoşîna çekdarî meşand, 41 sal in bê navber şerê gerîla dike. Bila her kes li rastiya xwe binere û li gorî vê yekê biaxivin. Niha dema ku em dixwazin dawî li berxwedana çekdarî bînin, dibêjin ji şoreşgeriyê dûr ketine. Astat undiyê nikare şoreşgeriya rêbazeke têkoşînê diyar bike. Yên ku dibêjin, ‘Rêbaza bi tundiya çekdarî şoreşgerî ye, ya ku dûrî tundiya çekdarî şoreşgerî nîne, reformîzm e’ şaş in. Pîvana şoreşgeriyê asta wê ya îdeolojîk e. Têkoşînek çiqasî ji aliyê îdeolojîk ve kûr be, xwedî dijberan be, çiqasî karibe guhertinên îdeolojîk bike ewqasî şoreşger e. Çiqasî kêm dike, nikaribe guhertinên îdeolojîk bike, ew reformîzm e, pasîfîzm e, lewma şoreşger nîne. Yanî pîvana şoreşgeriyê ti carî tundiya çekdarî nîne. Yên ku wê ji xwe re dikin pîvan tenê hêzên desthilatdar û dewletê yên serdest in. Lewma ew gotin hemû pûç in. Weke tevger di guherîna stratejîk de ji bo bikaranîna amûr ûr êbazên têkoşînê yên vê serdemê em di nava hewldan, têkoşîna guherîn û veguherînê de ne. Ev yek ji bo avahiya me ya rêxistinî jî derbasdar e.
Piştî van nirxandinê we, ev pirs dikeve hişê mirovan; modela rêxistinî ya pêvajoya nû wê çawa be. Ji ber ku ev gelekî tê nîqaşkirin, meraqkirin?
Nîqaş li ser rê û rêbazên pêvajoya nû tê kirin. Lewma zehmet e ku mirov yekser bibêje wê bi vî rengî be, ji xwe gotineke bi vî rengî jî rast nîne. Ev yek wê bi nîqaşan, têkoşînê, lêgerînê diyar bibe. Lê belê ev nayê wê wateyê ku PKK nizane çi dike. Nayê wê wateyê ku PKK di nava rewşeke nediyar û xumamî de ye. Na, welê nîne. PKK ji destpêka salên 2000’î ve, eger demeke diyar bê dayin ji sala 2004’an û vir ve di nava guhertina paradîgmayê de ye. Dawî li paradîgmaya desthilatdarîperest û dewletperestiyê anî. Şaristaniya demokratîk, yan jî paradîgmaya modernîteya demokratîk ji xwe re kir esas. Yanî paradîgmaya civaka demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîst ji xwe re kir esas. kete nava pêvajoyeke guherîn û veguherîna bingehîn a paradîgmayê. Bûyerên ku niha diqewimin ji hingî ve destpê kirine. Nû neketine rojevê. Teorî, nîqaşa vê, hewldanên wê yên pratîkî nû destpê nekiriye. Yên ku dibêjin nû destpê kiriye, haya wan ji rabirdûyê nîne. Lewma di nava pêvajoyeke ji 20-25 salan de gav di vê çarçoveyê de hatin avêtin. Lê belê hin gav nekarîn bêne avêtin. Bi kongreya 12’emîn re yên ku nekarîn bêne avêtin têne kirin, îrade û biryardariyeke bicihanîna guherîna paradîgmayê ya bi temamî hate destnîşankirin.
PÊVAJOYA NÛ YA RÊXISTINBÛYÎNÊ
Ya ku niha tê kirin pêkanîna bi temamî ya guherîn û veguherîna li gorî paradîgmaya nû ye. Ev çi ye? Avahiya teorîk, bername, stratejîk û taktîkî ya ku di dema avabûna PKK’ê de bû esas, tê guhertin. Bêguman avaniya wê ya rêxistinî jî wê biguhere. Rêxistin li gorî rêbaza têkoşînê ava dibe. Rêxistinên kêrhatî û şoreşger bi vî rengî ava dibin. Bi avakirina rêxistinê û piştre diyarkirina stratejîk ût aktîka wê nabe. Destpêkê stratejî û taktîk diyar dibe. Yanî tê tespîtkirin bê çi wê bi çi rengî bê kirin, piştre jî rêxistiniya wê tê avakirin. Dema ku ew wezîfe diqede hingî rola wê rêxistinê jî bi dawî dibe. Ji ber vê yekê divê avahiya wê ya rêxistinî bê guhertin. Lewma em dibêjin rola PKK’ê ji zûdeyî qediya ye. Teorî, bername, stratejî û taktîkên xwe yên bingehîn diguherîne. Baş e dema ev hatin guertin wê avaniya xwe ya rêxistinî neguhere? Bêguman li gorî wezîfeyên nû şêweyên nû yên rêxistinê, rêbazên nû yên rêxistinê wê bêne afirandin. Ya rast ev e, ya şoreşger ev e, ya rasteqîn ev e. Li ser vê bingehê rêxistiniya berê tê fesixkirin û pêvajoya rêxistiniya nû hate destpêkirin.
Ji aliyê stratejîk ve stratejiya Şerê Rizgariya Neteweyî hate guhertin. Li şûna wê Stratejiya Siyaseta Demokratîk bi cih dibe. Siyaseta demokratîk ji xwe re dike esas. Şerê gerîla tê guhertin ku şêweyê şerê bingehîn ê stratejiya şerê rizgariya neteweyî ye. Yanî PKK li hemû qadan guhertineke bingehîn 25 sal in dijî. Dixwaze êdî vê yekê bibe serî. Têkoşîna xwe, rêxistina xwe li gorî vê yekê wê ava bike, li ser vê bingehê çi pêwîst bike wê, wê bike.
Rêber Apo sala 1994’an ev yek gotibû: ‘Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê’. Li gorî pêwîstiyên paradîgmaya netewe dewletê, bi şerê rizgariya neteweyî re diviyabû rizgariya neteweyî pêk bihata. Wê demê temamiya paradîgmayê ew bû. Niha bi guhertina paradîgmayê re gotina ‘Vejîn temam bû, dor hatiye azadiyê’ dikeve şûna gotina ‘Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê’. Azadî jî bi civaka demokratîk pêk tê.
Ev yek dikare bê pirsîn; pêşketina pêvajoya nû wê çawa be? Zehmet e ku niha bê gotin, wê bi vî rengî be, partiyek bi vî navî bê avakirin, li filan cihî wê ev gav bê avêtin û hwd. Lê belê çarçove û armanca guherîn û veguherînê weke min gotiye. Ev yek pêvajoyeke ku sala 2004’an bi guherîna paradîgmayê destpê kir. Niha bi kûrbûnê dewam dike. Pêvajo li ser bingeha guherîn û veguherînê wê bi pêş ve biçe.
We qala wan faktoran kir ku li pêşiya pêvajoya guherîn-veguherînê ji sala 1993’an û vir ve asteng bûn. Niha li hundir an jî derve faktorên bi vî rengî hene?
Di rewşa heyî de astengî gelekî zêde ne. Li şûna ku bê gotin, astengî hene divê mirov bipirse bê çiqasî pêşiya pêkanîna vê vekiriye. Divê ji bo vê pirsê jî bersiva ‘pêşiya xwe gelekî vekirî ye’ bê dayin. Em nikarin bibêjin, ‘Pêşî vekirî ye, siyaseta demokratîk dikare bi hêsanî bê meşandin, em di atmosfereke welê de ne ku siyaseta demokratîk serwer e, lewma daxwazên xwe dikarin bi hêsanî pêk bînin’. Atmosfereke bi vî rengî ya hêsan nîne. Em têkoşîna wê yekê dimeşînin ku astengiyan ji holê rakin, pêşî li pêvajoyê vekin, pêvajoyê bi pêş ve bibin û şert û mercên siyaseta demokratîk biafirînin. Yanî rewşeke welê amade nîne.
‘DIVÊ WELAT BÊ GUHERTIN’
Di vê nuqteyê de Rêber Apo xwe guhertiye, veguhertiye. Bi guhertin û veguhertina xwe re dixwaze di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de jî guhertin û veguhertina pêwîst bike. Bi guhertin û veguhertina li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd re dixwaze welêt biguherîne. Bi jiholêrakirina mejî û siyaseta faşîst, qirker û înkarperest a li Tirkiyeyê re wê hewl bide demokratîkbûnê li Tirkiyeyê pêk bîne. Lewma astengî gelekî zêde ne. Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê bi temamî asteng e. Avahiya dewletê ya heyî, partiyên wê yên siyasî… Dema ku qala demokratîkbûnê tê kirin weke gotin dibêjin ‘baş e’ lê belê mebesta wan ji demokratîkbûnê cihê nîqaşê ye.
Mînak; AKP dibêje ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye, demokrasî heye, -mebest PKK- tenê belayekî terorê heye, piştî ku em jê rizgar bûn wê pirsgirêk biqede’. Hîn jî nêzîkatiya xwe bi vî rengî ye. Nekariye xwe ji vê rizgar bike.
‘HELWESTA RÊVEBERIYA CHP’Ê GIRÎNG E, LÊ BELÊ…’
Rêveberiya CHP’ê ya heyî di asteke welê de ye ku ji ya berê bêhtir li pêş e. Ew jî dibêjin, ‘Eger welatiyên me yên Kurd dibêjin pirsgirêk heye, wê demê heye û kengî bibêje çareser bû, hingî ew pirsgirêk çareser dibe’. Me ev yek gelekî girîng û bi wate dît. Lê belê di vê çarçoveyê de bernameyek nehat avakirin, proje nehat afirandin, têkoşîneke li ser vê biryardariyê nehat meşandin û gavên pratîkî nehatin avêtin. Kadroyên payebilind ên CHP’ê ev yek gotin. Rêveberiyên din û derdora wan berevajî vê yekê nêzîkatiya neteweperestiya deng a ku Kurdan înkar dike, dewam dike û herî zêde ew li ber vê pêvajoya guherînê radibin.
Mînak di gelek mijaran de hîn xwedî sekneke welê ye ku nagihêje rapora 1989’an. Ketin rewşeke gelekî paşdemayî. ji ber vê yekê Rêber Apo silav ji CHP’ê re şand û got, ‘Bi Erdal Înonu re me xwest hin tiştan bike, lê belê nekarîn bikin, lê dixwazim vê yekê dewam bikim’. Bêguman derdoreke xwe heye (CHP) ku ji wê bêhtir li paş maye. Lê belê rêveberiya heyî ji ya berê bêhtir helwesteke li pêş nîşan dide. Partiyên din ên li meclîsê dibêjin, ’em piştgiriyê didin’, lê belê piştgiriyê didin çi? Mebesta wan ji demokratîkbûna Tirkiyeyê çi ye? Pirsgirêka Kurd çawa pênase dikin? Çareseriyên bi çi rengî pêşniyar dikin? Wê tevlî kîjan çareseriyan bibin? Di van hemû mijaran de helwesta wan xumamî ye.
Di nava derdora çep û sosyalîst de jî beşek heye ku hewl dide fêhm bike. Ev erênî ye. Lê belê li wir jî rewşeke xumamî heye. Hinek dibêje ‘Çima dest ji şer berdidin’, hinek dibêjin, ‘Çima şer hebû’ û bi vî rengî li ber radibin. Rewşeke tevlîhev heye. Yanî nêzîkatiyeke ji bo naskirina îradeya azad a gelê Kurd nîne. Dibêjin, ‘Mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteeyan çareseriya pirsgirêkên Kurdan e’, lê belê dixwazin bi xwe diyar bikin bê çareserî wê çi be û çawa be. Ji kerema xwe bihêlin ku bila Kurd wê diyar bikin.
We got, li pêşberî yekparebûna eniya Kurd, sekneke yekpare ya eniya din nîne. Ev yek di heman demê de rewşeke metirsîdar nîne?
Belê, gelekî tevlîhev e, xumamî ye, her wiha şerekî desthilatdariyê jî zêde ye. Hinek hene ku dixwazin bikin amûrek ji şerê berjewendiyan. Ya rast me ev yek dît; di nîqaşên piştî kongreyê de bi şênberî eşkere bû, ku gelek rantxur hebûn ku ji şerê ji ber pirsgirêka Kurd xwe xweedî dikirin, lewma divê mirov guh nede gotinên wan ên ku digotin ‘Em li dijî terorê ne, em aştiyê dixwazin’. Piştî ku PKK’ê got, ‘Ez nema şerekî bi vî rengî dimeşînim’, matmayî man. Bi rê û rêbazên cuda hewl didin vê asteng bikin. Eşkere bû ku xwe ji şer xwedî dikin, rantxur in.
‘PIŞTÎ KU PKK’Ê GOT, EZ ÊDÎ ŞER NAKIM, KETIN NAVA VALAHIYÊ’
Tê zanîn ku hin hêz hene, pirsgirêka meseleya Kurd li gorî berjewendiyên xwe dibînin. Gelo hûn nêzîkatiya wan a li vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Pirsgirêka Kurd pirsgirêka êrîşeke qirker-mêtinger e ku di encama parçekirina Kurdistanê ya li Lozanê û tinehesibandina gelê Kurd de afirî. Piştî ku sîstema modernîteya kapîtalîst di asta navneteweyî de bû xwedî avaniyeke hegemonîk vê pirsgirêkê rû da. Cîhana ku di nav Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê bi rengê desthilatdarîperestî û dewletperestiyê ava bû, li ser înkar û tinekirina Kurdan ava bû. Ev yek rastiyeke. Ev yek bi dewletên Tirkiye, Îran û hin dewletên Ereb xistin meriyetê, lê belê bi esasî êrîşa mêtinger-qirker a li ser Kurdistanê ne tenê ji ber van dewletan e. Sîstem bi xwe bi temamî ji vê pirsgirêkê berpirsyar e. Beriya her tiştî divê ev yek bê dîtin. Serweriyeke ji rêzê nîne. Weke şertê polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe ku rêbazeke bingehîn a sîstema kapîtalîst-emperyalîst e, rêbaza parçekirin û şerkirinê ye.
Pirsgirêka Kurd ew pirsgirêk e ku Kurdan û dewletên ku serwer in, lewma tevahiya Rojhilata Navîn bide şerkirin, bixe nava şer. Sîstema cîhanê bi vî rengî ava bû. Her kesî xwe ji vî şerî xwedî kir. Me ev yek bi şênberî dît. Beriya PKK’ê dema ku raperînên Kurdan bêne lêkolîn, tê dîtin ku Kurd ketin nava rewşeke li ser vê bingehê. Bi têkoşîna PKK’ê de piştî ku bi pêş ket, ev yek hîn bi şênberî hate dîtin. Rewşeke welê derkete holê ku bi pêşengiay PKK’ê re gelê Kurd li ber sîstema dewletperest û desthilatdarîperestiyê rabû. Her kes bi rengekî ketin nava vî şerî; ji vî şerî berjewendiyên aborî û siyasî bi dest xistin. Niha fêhm dikin ku bi bidawîbûna vî şerî re wê ji aliyê aborî û siyasî ve zerarê bibînin. Qaşo timî digotin ‘Em li dijî terorê ne’, lê belê eşkere bû ku yên xwe ji terorê xwedî dikirin ew bi xwe ne. Xwe ji şer xwedî kirin. Piştî ku PKK’ê got, ‘Ez nema şer dikim’ ketin nava tirs û fikaran. Gelek hêzên bi vî rengî yên herêmî û navneteweyî hene.
‘YA KU RÊBER APO JÊ RE DIGOT XEFIKA KURD EV BÛ’
Gelek derdor ketin nava tirs û fikaran. Çima? Ji ber ku wê berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî yên ji şer bi dest dixistin winda bikin. Lewma di nava tirs û fikaran de ne. Bi rengekî veşartî gelekî hewl didin. Mirov bi rastî jî matmayî dimînin. Divê mirov bipirsin, hûn heta niha li ku bûn. PKK 48 sal in şer dike, 41 sal in bê navber şerê gerîla dike. Eger hûn ewqasî alîgirê vî şerî bûn, hûn li ku bûn, çima we piştgirî nedan PKK’ê? Gelo we piştgirî dan PKK’ê yan jî piştgirî dan dijberên PKK’ê ji bo PKK bê îmhakirin? Me ev yek dît, bi temamî şer sor dikin. Rêber Apo gotibû ‘Xefika kurd’. Kurd di nava xefikeke bi vî rengî de hatibûn bicihkirin; li ber xwe nedabûna wê asîmîle bibûna û tine bibûna, şer bikira wê xizmet ji hinekî din re bikirabûna. Eger wan yek qezenç bikira, xelkê wê pênc qezenç bikira. Her kesî hewl dida bikevin nava vê û li gorî berjewendiyên xwe vî şerî dewam bikin.
Xefikekeke bi vî rengî. Niha kes naxwaze vê bibîne û fêhm bike: Kurd jî gelek e, civakek e, rastiyeke wan jî ya hebûn û azadiyê heye. Dixwazin bi azad hebin û bijîn. Ji bo vê têdikoşin. Heta niha 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê ye, hîn jî gelek şefên dewleta Tirk digotin ‘maşikê hêzên derve’. Piştî ku helwesteke bi vî rengî nîşan da jî hin hêzên ji derve dibêjin, ‘teslîm bû’. Ez ji we re tiştekî bibêjim; eger weke kedkarekî çapemeniyê hûn ê tiştekî lêkolîn bikin, pêvajoya darizandina Îmraliyê lêkolîn bikin. Darizandinên ku sala 1999’an li Îmraliyê hatin kirin, di mehên Gulan û Hezîranê de hatin kirin. Çend sal di ser re derbas bûn û niha em di salvegera wê de ne. Me wê demê bi şênberî dît; ji gelek deverên cîhanê, qaşo yên ku weke dostên dewleta Tirkiyeyê xwe nîşan didan, dewletên xwe weke dewletên mezin nîşan didan, me dît ku dema Rêber Apo helwestek ji bo çareseriyê û aştiyê nîşan da, gelek gotin jê re kirin. Gotin, ‘Teslîm dibe’. Daxuyaniyên welê dan ku sor bikin. Ya destpêkê jî Elmanya bû. Rastgir jî çepgirên Elmanyayê jî heman tişt kirin. Bila ji arşîvên çapemeniyê bêne lêkolînkirin bê çi gotin. Niha jî em di nava rewşeke bi heman rengî de ne.
‘TEVGERA KEMALÎST TAWÎZ JI MÎSAKÎ MÎLÎ DA’
Di vê çarçoveye de divê nîqaşên li ser Lozanê jî bêne pirsîn. Li Tirkiyeyê derdorek dibêjin, alternatîfa Lozanê peymana Sevrê ye. Ji bo beralîkirina rexneyên têkildarî Lozanê, peymana Sevrê dixin rojevê û bersivê didin. Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ti eleqeya xw epê re nîne. Divê mirov pêvajoyê ji hev qut nekin. Di 16’ê Gulana 1916’an de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin. Ev peymanek bû ku di navbera Îngiliz û Fransiyan de hate îmzekirin. Piştre jî Rûs tevlî bûn. Piştî Şoreşa Cotmehê rêveberiya bi serokatiya Lenîn ev peyman kifş kir. Cîhan hîn bû ku xaka Osmanî di navbera Îngilistan, Fransa û Rûsyayê de hatiye parvekirin. Ev hemû di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de qewimîn. Piştî şer li dû Mutakereya Mûdanyayê Sevr kete rojevê, ji aliyê heman hêzan ve kete rojevê. Sevr dewama wê bû. Plana wê yekê kirin ku ya di Peymana 16’ê Gulana 1916’an de hate kirin, piştî Şoreşa Cotmehê yanî piştî ku Rûsya derket derveyî lîstikê, wê çawa bixin meriyetê. Sykes-Picot nû kirin. Yanî li gorî şert û mercên nû hinekî guhertin, lê belê vê carê Îngilistan û Fransayê xwestin heman tiştî bikin. Ya ku li ber vê rabû jî tevgera Kemalîst bû. Tevgera Kemalîst ji aliyekî ve hêz ji Şoreşa Cotmehê wergirt, li aliyê din piştgirî ji Kurdan wergirt. Bi vî rengî veguherî tevgerekê û li hemberî dagirkeriya Yewnan a bi rêberxistina Îngilistan û Fransayê şer kirin. Her wiha li hemberî dagirkeriya Fransa û Îngilistanê ya ji başûr ve Kurdan li ber xwe dan. Îngilistan û Fransayê piştî ku nikare tevgera Kemalîst bê bandor bike, dagirkeriya Yewnan wê nikaribe pêk were, xwe spartin tevgera Kemalîst û bi vî rengî dîtk u hem dikare li ber Yekîtiya Sowyetan rabe, hem jî li Rojhilata Navîn modela netewe dewletê bixe meriyetê û di encamê de hêzeke baş bi dest bixe. Bi vê têgihiştinê di Tîrmeha 1923’an de bi tevgera Kemalîst re ji nişka ve peymana Lozanê îmze kirin.
Yanî Tevgera Kemalîst tawîz ji Mîsakî Mîllî da.
Ji Mîsakî Mîllî tevgera Kemalîst tawîz da. Mîsakî Mîllî pênaseya welatekî ye. Mîsakî Mîllî welêt bi vî rengî pênase dike: Herêmên ku Kurd û Tirk lê dijîn. Yanî cografya ku Mîsakî Mîllî destnîşan kiriye qala ku Kurd û Tirk lê dijîn e. Di sala 1921’ê de tawîz ji vê yekê dan. Di sala 1921’ê de bi Fransayê re Peymana Enqereyê mohr kirin. Sînorê Sûriyeyê bi vê peymanê hate xêzkirin. Beriya Lozanê bi Fransayê re ev peyman îmze kirin. Ya din jî li Lozanê bû. Mesele pirsgirêka Mûsil û Kerkûkê bû. Ew jî ji Îngilizan re hiştin. Di sala 1921’ê de Rojavayê Kurdistanê ji Fransayê re hiştin, di sala 1923’an de Başûrê Kurdistanê ji Îngilizan re hiştin. Wê demê tevahiya Başûrê Kurdistanê weke wîlayeta Mûsilê dihate pênasekirin. Kerkûk jî bi ser Mûsilê ve bû. Nifûsa wîlayeta Mûsilê ji sedî 60 Kurd bû.
‘DI MÎSAKÎ MÎLÎ DE XAKA KU KURD LÊ DIMAN WELAT BÛ’
Em bala xwe bidin ser; Peymana 1916, Peymana Sevr a 1920 û Peymana Lozanê ya 1923 hemû weke dewama hev hatin kirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê destpêkê bi parvekirina tevahiya Osmanî destpê kir. Tevgera Kemalîst bi Tamîma Amasyayê û Kongreyên Sêwas û Erzîromê re Mîsakî Mîllî pênase kir û Kurd tevlî pêvajoyê kir. Piştî ku dor hat lihevkirina bi Îngilistan û Frsansayê re, wan wergirtina Mûsil û Helebê ferz kirin. Heleb ji Fransiyan re, Mûsil jî ji Îngilistan re hate hiştin û bi vî rengî bi Kemalîstan re li hev kirin. Li ser vê bingehê kapîtalîzma global destûr da ku Komara Tirkiyeyê ava bibe. Di 29’ê Cotmeha 1923’an de dewlet li ser vê bingehê ava bû. Di pênasekirina Mîsakî Mîllî de xaka ku Kurd lê dijîn weke welat tê pênasekirin. Dewleta Tirk dest ji Mûsil û Helebê ya vê xakê berda.
‘JI BO BI ÎNGILIZ Û FRANSIYAN RE LI HEV BIKE, BEŞEK JI KURDISTANÊ FIROT’
Ji vê rewşê Kurdan berpirsyar nîşan didin. Raperîn Şêx Seîd weke hincet nîşan didin.
Na. Di sala 1920’î de dema ku Cemiyetî Akvam a ku rêxistiniya beriya Neteweyên Yekbûyî ye ava bû, li vê qadê ji bo bicihanîna pratîkî komîsyonek bi rêxistin kirin. Ji ber ku pirsgirêk ji Cemiyetî Akvam re hate hiştin. Wan jî komîsyonek bi rêxistin kirin. Li gorî rapora ku ji aliyê vê komîsyonê ve bê amadekirin xwestin dengdana gel pêk bînin. Di nava vê komîsyonê de Îngiliz hebûn, Fransî hebûn. Tirk jî hebûn. Nûnerên Kemalîstan jî di nava vê komîsyonê de hebûn. Dema ku ev komîsyon hat Mûsilê, Kurdên ku leşkerên Tirk dîtin xwepêşandana piştgiriyê kirin û gotin, ‘Em Osmaniyan, Tirkan li vê derê dixwazin’. Şandeya Îngiliz û Fransî ya ku ev yek dît, lêkolîn sekinand. Karên vê komîsyonê asteng kirin. Şandeya Îngiliz raporeke taybet amade kir û ew rapor pêşkêşî Cemiyetî Akvam hate kirin, ew rapor hate qebûlkirin. Kurdên ku ji deh parên nifûsê 6 par bûn, weke mirovên bê îrade, cahil û paşverû hate pênasekirin ku nikarin çarenûsa xwe diyar bikin û xwe spart nifûsa Ereb (û hindikahiya Xiristiyan) a ku sê ji 10 parên nifûsa herêmê bû ku dibe ku Îngiliz bixwasta, bi vî rengî raporek amade kirin û îdîa kirin ku xelkê Mûsilê rêveberiya Îngilistanê dixwaze. Kurdên ku ji 10 parên nifûsê 6 parên tevahiya nifûsa Mûsilê bûn bi vî rengî ji aliyê Îngilizan ve tine hatin hesibandin û Mûsil bi vî rengî kete bin serweriya Îngilizan.
Yanî yên ku li Tirkiyeyê dibêjin, ‘Kurdan ev xwestin’, derewan dikin. Berevajî vê yekê Kurdan dixwestin bi Tirkan re bibin yek. Mînak, Şêx Mehmûd Berzenî bi M. Kemal re gelekî nivîs nivîsî. Kurdan dixwestin bi vî rengî parçe bibin. Daxuyaniyên M. Kemal bi xwe hene, ji bo tifaq û têkiliya bi Kurdan re digot, ‘Bi rengekî din me nedikarî dewletê ava bikin’. Yanî ji bo karibe bi Îngilistanê û Fransayê re li hev bike, beşeke Kurdistanê firot. Yê ku Mîsakî Mîllî red dike û xwedî li Kurdan dernakeve ew bi xwe ne. Vê yekê hêvî û armancên Kurdan şikand. Raperîna ku sala 1925’an li dora Şêx Seîd destpê kir, bi temamî ji ber vê yekê bû. Gotin, ‘Hûn li ser soza xwe nesekinîn, hûn xweseriya me nas nakin’. Her wiha raperîna bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî jî ji ber vê yekê ye. Bi gotina, ‘Li gel Mîsakî Mîllî jî em hatin xapandin’ li hemberî Kemalîstan bi hêrs bûn. Li ber rêveberiya Îngiliz rabûn. Berxwedan û raperînan bi vî rengî destpê kirin.
‘HETA KU RABIRDÛ NEYÊ NIRXANDIN, PAŞEROJ NIKARE BÊ AVAKIRIN’
Hin derdor dibêjin ‘Çi hewce ye li ser van bê axaftin’. Heta ku rabirdû neyê nirxandin paşeroj nikare bê avakirin. Bi taybetî yên ku xwe weke CHP’yî nîşan didin, yan jî hin derdorên çapemeniyê hene ku xwe li dora CHP’ê dibîne, dibêjin ‘Çima Lozanê tevlî dikin, çima bi komarê re mijûl dibin, ev hemû rast bûn’. Eger rast bin, çima gihîşt vê astê? Tirkiye ji ezmanan neket nava vê rewşa xwe ya heyî. Komara ku piştî Lozanê ava bû dawiya dawî gihîşt wê astê ku bi pirsgirêka mayindebûnê re rû bi rû ma.
Eger wê ji vê rewşê bê rizgarkirin, rû bi rû bûn bi rabirdûyê re bê kirin, ders ji rabirdûyê bê wergirtin, divê dest ji wan polîtîka û mejî bê berdan ku rewş gihandiye vê astê. Ev yek jî bi esasî siyaset û mejiyê tekperest ê Tirkperest e ku Mîsakî Mîllî xera kir, li ser Kurdan înkar û îmha ferz kir. Heta ku ev mejî ji holê neyê rakirin, ev siyaset ji holê neyê rakirin, rexnedayina vê yekê neyê kirin, encamên wê ji holê neyên rakirin -ku bi lêborînê deyndarê kUrdan e, bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin ji ber vê siyaset û vî mejiyî- nikare xwe ji vê rewşê rizgar bikin. 29 raperînên Kurd ji ber vê yekê rû dan. Madem ew rast bû, çima ev siyaset gihîşt vê astê? Eger pirsgirêkeke mayindebûnê heye, wê demê ji ber şaşitiyên berê hatin kirin rû da û divê ew şaşitî bêne dîtin û sererastkirin. Ew şaşitî jî ew mejî û siyaset e ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tine bike.
Piştî Lozanê Destûra Bingehîn a 1924’an jî li gorî esasê Tirkperestiya bi vî mejî hate amadekirin. Welê kirin ku yên ji bilî Tirkan qala gotineke din bikira weke xayin hatin dîtin, hatin kuştin, hatin sirgûnkirin, hatin girtin, zext û zilm lê hate kirin. Eger sedsala bihurî bê nirxandin wê ev hemû bêne dîtin. Divê ev bê kirin. Rexnedayin bê kirin. Divê rabirdû bi rengekî rast bê nirxandin. Siyaset û mejiyê ku bû sedema vê pirsgirêkê divê biguhere. Eger her tişt weke xwe bimîne wê çareserî pêk neyê.
Di çarçoveya van tespîtên we yên girîng de, eger em li mijara rojane vegerin; di navbera dewleta Tirk û Kurdan de pirsgirêkeke bêbaweriyê ye ku bi qasî 200 sal in dewam dike. Di nava 50 salên dawî de, di dîroka PKK’ê de gelek mînakên vê hene. Heman rewş niha jî dewam dike. Ev rewşa bê baweriyê bi peymaneke civakî ya çawa dikare çareser bibe?
JI BO DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ MEJÎ BIGUHERE
Beriya her tiştî mejî û siyaseta ku bû sedema vê rewşê divê bê guhertin. Heta ku ev mejî û siyaset neyê guhertin pêşketineke mayinde û nû pêk nayê. Guherîn pêk nayê. Mirov dikare vê bi şênberî bibêje. Ji ber ku rewşa ku li ser dewletê û hemû saziyên wê hatiye serwerkirin ev e. Li Destûra Bingehîn jî hatiye bicihkirin. Nayê guhertin, ji bo guhertinê nikare bê pêşniyarikrin. Yanî axaftin li ser nikare bê kirin. Kî biaxive xayinê welêt e. Ev tê wê wateyê ku Tirkbûnê li ser her kesên li Tirkiyeyê ferz dike û yên vê nake jî weke xayinê welêt radigihîne.
Ev rewş bi darbeyan hate kirin. Hemû sazî vê yekê ji xwe re dikin esas. Çapemenî, siyaset, wêje, huner, sazî û partî hemû bi vî rengî ne. Hikumet bi vî rengî ye. Kes li derveyî vê nikare tiştekî bibêje. Her kes ditirse. Bibêje jî nediyar e bê wê çi bê serî. Ji ber ku mirov hatin darvekirin. Cihê gorên wan jî nediyar e. Dewleteke welê ye ku Serokkomarê xwe qetil kiriye, serokwezîrê xwe darve kiriye. her kesên di nava van sînoran de Tirk nîne, binihêrin yên ku gotin ez Kurd im hatin darvekirin, cihê gorên wan jî nediyar e. Dîrokeke bi vî rengî ya ji zilmê heye. Rewşeke ku ev yek afirandiye, ew rewşa bêbaweriyê ye ku we qalê kir.
Aliyê dijber ji vê siyasetê re dibêje welatparêzî.
Xwedî li vê derdikeve, xwedî li wî mejiyê şoven û nijadperest derdikeve. Ji vê re dibêje welatparêzî. Vî mejî Tirkiye xistiye vî halî. Pirsgirêka mayindebûnê ji aliyê vî mejî ve hate afirandin. Ya ku hiqûqa xwişk û biratiyê ya navbera Tirk û Kurdan xera kir, ya ku tifaq ji holê rakir ew mejî û siyaset e ku Tirkbûnê li Kurdan ferz dike, serweriya Tirkbûnê ferz dike. Vaye Tirkiyeya bi vî mejî di nava pirsgirêka mayindebûnê de ye. Bû sedem ku Devlet Bahçelî gaveke bi vî rengî biavêje.
Lewma ji bo dawî li bêbaweriyê bê anîn û gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin divê ev mejî û siyaset bê şikandin. Ji ber ku ev mejî û siyaset faşîst e, nijadperest e, şoven e, qirker e. Dewlet xistiye vê rewşê; Tirk e, Sûnî ye, mêr e û hwd. Gelekî din qebûl nake, ol û mezhebeke din qebûl nake, zayendeke din qebûl nake. Ewqasî bûye yek. Ev yek asta herî bilind a faşîzmê ye. Ev yek asta herî bilind a siyaset û mejiyê qirker e. Beriya her tiştî divê têkoşîn li hemberî vê bê meşandin û bê şikandin. Bawerî divê destpêkê di nava civakan de bê afirandin. Divê bawerî li nava civakê belav bibe. Mînak zimanê ku niha di çapemeniyê de tê bikaranîn zimanê jehrkirinê ye. Gotinên bela ye, teror e, divê bê çikandin, bi van gotinan rojane jehr ji devê wan diherike.
Dewam dike…