Li gorî nûçeya Rojnewsê îşev bi balafirên bêmirov (drone) êrişek li ser Kampa Azadî hatiye kirin. Tenê di saetekê de sê êrişên bi balafirên bêmirov li ser kamp û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê hatine kirin.
Her wisa ragihand ku êrişan ziyan gihandiye deverên niştecihbûnê lê belê, tu qurbanî çênebûn.
Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 caran rastî êrişên bi drone û mûşekan hatiye, di nav wan de nêzîkî 100 êrişên bi dron û mûşekan li ser kamp û baregehên partiyên Rojhilatî pêk hatine.
Her wiha di êrişan de pirtûkxane, nexweşxane û niştecihên kampên sivîl yên Hizbaa Demokrat a li Koyê û Hewlêrê (Kampa Azadî, Amriye, Zewyeyspî, Dêgele, Çêjnêkan û Girdeçal) hatine hedefgirtin.
Ji ber êrişên li ser xaka Başûrê Kurdistanê 14 sivîl û pêşmerge şehîd bûn û 93 kes jî birîndar bûn.

